Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

HSDˈê salvegera serkeftina Kobanê pîroz kir

HSDˈê ragihand ku "eger dewleta Tirk a dagirker êrişek li dijî Kobanê bikehingî, em ê berxwedaneke ji ya ku di salên 2014 û 2015’an de li dijî DAIŞ’ê pêk anîbû, nîşan bidin. Em bi biryar in ku Kobanê û gelê wê biparêzin."

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi boneya salvegera 10ˈemîn a serkeftina berxwedana Kobanê daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Îro 26’ê Çile salvegera 10ˈemîn a serkeftina berxwedana Kobanê ya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ye. Bi vê boneyê em hemû şehîdên xwe yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û hemû kesên xwebexş xwe yên ji parçeyên Kurdistanê û ji cîhanê yên ber bi kela berxwedanê Kobanê ve hatin û li hember rêxistina terorîst “DAIŞ”ê berxwedaneke qehremanî û fedekariyê nivîsandin, bi bîr tînin. ”

Di daxiyaniyê hate destnîşankirin ku “Serkeftina Kobanê bû destpêka têkçûneke erdnîgarî ya rêxistina terorîst a DAIŞˈê, ku, bi têkçûna wê li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê tacîdar bû. Eger ne serkeftina Koban li dijî rêxistina terorîst bûya dê ev rêxistin heta roja îro ji bo hemû cîhanê metirsiyek berdewam mezin baya. Em dikarin bi wêrekî û zelalî bibêjin ku serketina Kobanê ne serkeftineke herêmî bû, lê serkeftineke ji bo tevahiya cîhanê bû, ji ber ku Kobanê rê vekir ku cîhan ji rêxistina terorîst a herî xirab a ku mirovahiyê nas kiriye xilas bibe. ”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li dijî Kobanê û wiha hat domandin “Îro piştî deh sal ji salvegera serkeftina berxwedana Kobanê, ku em û cîhana azad vê salvegera bi rûmet pîroz dikin û bibîr tînin, keleha berxwedanê Kobanê niha rastî êrişên hovane yên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê. Ev êriş kopiyeke dubare ya êrişên rêxistina terorîst a DAIŞˈê ne, dibe ku nav cuda be lê armanc yeke, ew jî têkbirina vîna azad a li Kobanê û tepisandina dengê berxwedana wê ye ku cîhan pê matmayî ma”.

Her wiha hat gotin: “Helbet eger dewleta Tirk a dagirker êrişek li dijî Kobanê bike; Bêguman em ê berxwedaneke ji ya ku me di salên 2014 û 2015’an de li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê pêk anîbû, xurtir bikin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi biryar e ku Kobanê û gelê wê ji hemû êrişên ku ji kîjan alî ve pêk bîn, biparêze.

Fermandariya HSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû gelên azad, welat, rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin û rê li ber her êrişeke li dijî bajarê Kobanê bigirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar