Em nikarin weke vexwarina avê li evînê binêrin. Ev tê wateya windakirina evînê. Eger hebe şanseke wê ew jî ji holê radibe. Îxaneta li evînê heye, hûn ne di ferqa vê de ne jî. Derbe li evînek ku gengaz e pêk bê tê dayin, hûn dibin şirîkê vê. Ev tê maneya sûcekî mezin. Ez jî bi hêviya evînê hatim van rojan. Mafê her kesî ye ku evînê bi pêş bixe. Lê ev evîn wisa hostetiyekê dixwaze. Niha ez di rewşeke felişî de me, lê hûn ê zû yan jî dereng fêm bikin ku ez şervanê herî mezin ê evînê me. Dibe ku ji zilamtiya min a çors nîşaneke herî biçûk jî nema, lê hê jî bandora bisêr a evînê her kesî dorpêç dike. Ev mirov mezin dike. Yên din dixin, dikujin, eger aliyekî we yê bisêr hebe ji holê radike. Hewce dike hûn ji bîr nekin, pêwîstiya we hemûyan xwediyê bisêr bûnê heye. Her ku diçe sekna we teşhîr dibe. Karê herî girîng ê ku mirovê evînê bike, sekn û madeya xwe ya bisêr tu car ji xwe kêmnekirin e. Yên nikarin di nêzîkî evînê re derbas bin jî, bila zêde ajoyên hêsan nedin axaftin. Em li dijî vê ne. Ji van şehîdên me re sozeke me heye, em ê evînê pêk bînin. Lê çawa? Şer ê wê diyar bike. Eger mayîbe, jin ê pêk bîne. Zilam dê mane bidê. Heya ku mane nede, em ê zêde dest dirêjî jina azad nedin kirin. Di heman demê de ev ji bo me sedemeke şer e. Eger kî vê rêgezê jê bixwe û bikojîne -bi taybetî jî jin- em ê wê weke elçax û ketî îlan bikin. Ji ber ku yê xayintiya li evînê, li hestan û li qîmetên me yên pîroz kiriye lenetê lê bînin. Eger kî pîrejintiya xwe li ser me ferz bike, em ê di têkoşîna hestan de wê bihetikînin. Eger kî kirêtiya xwe li ser me ferz bike, ji bo kirêtiya xwe li cem me li cihekî bigere, em ê ti cihî nedin wê û em ê ti eleqe nîşan nedin. Divê bizane ya bisêr, Xwedayî ye, pîroz e û li ser wê bingehê qîmetê bide, xwe biparêze. Ti car nikare xwe pêşkeş bike. Yên ne wisa ne nikarin li gel me zêde bihewe. Evîn mezinkirin, jin mezinkirin çalakiyeke xweşik e, çalakiyeke cidî ye.
Dema hewl didim xweşikiya jinê derxim holê, dixwazin min ji vê hewldana min dûr bixin. Lê ev çalakî hatiye fêmkirin ku hinekê jinê xweşik dike. Dixwazin vê bidin sekinandin. Eger bê dîqetkirin, armanca derbeyên dixwazin vê dawiyê lê bidin ew e ku ji beriya xweşikî derkeve holê û bi pêş bikeve, berbelav bibe, wê ji holê rakin. Lê belê fêmnekirina we ya vê rastiyê, fêm kirin lê helwest nedanîna we ji bo we cihê şermiyê ye. Diviyabû jin bi vî awayî bi erzanî nehata bidestgirtin. Diviyabû wisa bi hêsanî fersend nehata dayin ku li xeyalan îxanet bibe. Li vê derê ti kes îdîa nake ku perestina li jinê bi pêş bixe. Aşkere bêjim, weke kesekî pir rasteqînî kesayetiya min jî dest nade vê. Lê em nikarin heqê rastiyekê jî nedin. Hêza kesekî/ê, xwe dispêre wê ku heya ku asta bikare hemû wate û girîngiya xwe bi awayekî herî guncaw bi cih bike. Ew wate derxistina holê, bandora wê ya bi sêr dayina hîskirin bûyereke mezin e. Bila ji bo vê biaxivin, bila ji bo vê gav bivêjin.
Vaye nîqaşên evînê yan jî nîqaşên têkiliyê dikare di nav van diyalogên sotîner de wate peyda bikin. Eşkere dibêjim em neçar in vê bi ser bixin. Jixwe bi qasî ku bê xistin hatiye xistin. Pirsgirêk ew e ku em hinekê karibin dil û destên xwe bilind rakin, bigihînin ezmanan. Weke ku em di aşê keran de bin, dibêjin, “xweziya bihîştaya ev dil bigihîştana hev”. Yên ku vê dibêjin gelo naveroka vê hevdîtinê, têkiliya wê, bi armancê re dihizirin? Ji bo ajoyên herî kole dikin azadî dayin, gelo ne yek ji şerên herî xerabker ku şerê taybet şev û roj mijûl dibe bi pêş bixe? Eger min ev kesayetî nas nekirana, min ê bigota temsîlkarên herî xeter ê şerê taybet in. Li dijî mezinbûnek ku şerê taybet tine dike, feraseta ku derbe li mêjiyê wê dide, niyet çi dibe bila bibe pir xeter e. Divê hûn ponijîna di van mijaran de teqez bi hemû aliyên wê derxin zanebûnê. Eger şer çendî mezin bibe, di wê astê de jî bandora şer a li ser jinê zêde dibe. Eger jin çendî bixin nav şer, ewqas jî şerê li ser wê giran û kûr dibe. Bi taybetî li gel me şerê welêt, şerê gel, şerê jinê ye. Yên di jinê de şer bi ser dixin, li welêt jî şer bi ser dixin. Dema ez dibêjim min hinekê şerê jinê bi ser xistiye, her kes dibîne ku kêm be jî bi qezenckirina welêt re eleqadar e. Yên dixwazin hinekê jinê qezenc bikin, divê zanibe, jina azad qezenc bike welêt qezenc bike.
Eger jineke azad dixwaze ew bê qezenckirin, eger derdekî wê yê weke qezenckirinê hebe, divê karibe jê re bêje “gelo te welatê min çiqas qezenc kir”. Dikare ji bo yên rasteqîni, weke ku Xwedayîbûnê dide qezenckirin welêt dide qezenckirin eleqedarî bê nîşandan. Dikare ji bo yên ku şer bi pêş dixin, ji bo qîmeta vê ya mezin eleqe hebe. Weke ku hûn dibînin em vala nasekinin. Em dixwazin tevî jinê cîhaneke tije bi wate bi pêş bixin. Ma em ji vê cûdatir çawa bînin ziman? Ez bawer im ji bo yên ku zelalî û aşkerebûnê dixwazin, dibêjin “ka çareserî” bersivên hûn bidin her diçe bi pêş dikevin.
Çareserî di rastiya azadiya jina ku bi pêş dikeve de ye. Çareserî, di rastiya kesayetiya ku xwe bi serkeftinê ve kilîdkirî de ye. Ma kî diwêre rêyên erzan ên çareseriyê yên din bîne ziman? Eger bi we zehmet e, îstifa bikin. Eger hûn fêm nakin, bêyî ku îxanetê rêgeza pîroz bikin biçin ser. Bizanin ku bangawaziya ji pir cihên bilind tê heye û xwe bi vî dengî ve girêbidin. Zilamên we tine ne, dengên ji aezmanan olan didin heye, şer hene. Heya ku hûn di nav wan de cihê xwe bigrin, karên nivîna li erdê zêde bi kêr nayên û nade qezenckirin. Dîrokên mezin, timî girêdayî bi ferasetên wisa re hatine pêk anîn. Ez ê zora xwe bidim li ser wê, li min biborin. Ev, terzeke nû ye, terza ku ez li ser jinê ferz dikim e. Eger hûn xemgîn bin, êşê dikişînin, li wî cihê ku hûn mayîne bimînin. Ma hinekê têm fêmkirin?