Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku ji bêdengiya saziyên navneteweyî cesaretê digirin, li Bendava Tişrînê sûcê djmirovî dikin. Endamên Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê û bi taybet jî qetilkirina Hunermendê Kurd Cûma Xelîl (Bavê Teyar) şermezar kirin.
Hunermend Rûheyv Efrîn êrîşên li ser gelê berxwedêr ên li Bendava Tişrînê bi tundî şermezar kir û got: “Ev êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê bi me hemu gelê Kurd û dostên Kurdan re, êşek mezin daye çêkirin. Gelê me yê Rojava di nava şer û berxwedaniyek mezin de jiyan dike. Dewleta Tirk her roj zarok, ciwan û jinan qetil dike. Ya ku me têşîne, bêdengiya heyî ye. Cîhan ji vê hovîtî û komkujiyan re ker, kor û lale. Roj nîne dewleta Tirk xelkê me yê Rojava qetil neke. Em bi tundî van êrîşan şermezar dikin.”
Ruheyv Efrîn bi bîr xist ku şanogerê Kurd û mamostayê me yê mezin Bavê Teyar di dewleta Tirk a dagirker hat şehîdxistin û wiha domand: “Gelê Kurd xemgîn e! Bavê Teyar ji bo gelê Kurd windahiyek mezine. Em wekî endamên Çand û Stêra Zêrîn ya Mexmûrê pir bi xemgînin. Divê hemû hunermendên Kurd ku niha li cîhanê belav bûne, li dijî van êrîşan xwedî li erk û berpirsyartiyên xwe derbikevin.”
Herî dawî Hunermend Ruheyv Efrîn bi van gotinan qala Şehîd Cûma Xelîl kir: “Bavê teyar bi salan, malovanî ji Kurdan re kir. Bi şano û hunera xwe bû kenê li ser rûyê me. Mamostayek mezin ê hunera Kurdî ye. Jiyana xwe ji bo hunera Kurdî derbas kir. Kenê li ser rûyê hemû zarokan bû. Lê mixabin hate qetilkirin. Ev êşek mezine ji bo me. Di şexsê Bavê Teyar de hunera Kurdî hate qetilkirin. Divê em wek hunermend xwedî li mîrateya wê derbikevin.”
Endamê Navenda Çand û Huner a wargehê Hunermend Yûnûs Dag jî bertek û xemgîniya xwe ya ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava anîn ser ziman û wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker her roj qaşo êrîşên Îsraîlê şermezar dike, lê bixwe jî heman kiryarê li ser Rojava dide pêkanîn. Em vê yekî bi gotinek ya Kurdan dikarin bêjin; Şûjina di çavê xwe de nabîne, behsa derziya di çavê hevalê xwe de dike. Dewleta Tirk û çeteyên wê, nikare li hember hêzên HSD’ê şer bike, ji ber wê jî tola xwe ji gel dihilîne. Ev yek bê exlaqî û sûcê şer e.”
Yûnûs Dag jî qetilkirina Bavê Teyar bi tundî şermezar kir û da zanîn ku hunera Kurdî hatiye hedefgirtin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Bavê Teyar ji salên 90’î heta niha ji bo hunera Kurdî kar kir û bavê gerîlayekî ye, malbatek ya me ya şehîdan bû. Kedek mezin ya Bavê Teyar di hunera Kurdî de heye. Bavê Teyar li ser Bendava Tişrînê li dijî êrîşan di berxwedaniyê de bû. Ev yek tişta herî pîroze. Kesên weke Bavê Teyar bi nirx û bandora wî li ser civakê heyî, dibin hedefa dagirkeran. Ji bo ku Kurd negihijin serkeftinê, êrîşî pêşengên me dikin. Em soz didin ku heta dawiyê li pey ked û têkoşîna wan bimeşin û em ê pênûsa wan li erdê nehêlin.”