Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Desthilata faşîst ji bo xwezaya Botanê qir bikin her tiştî dike

Midûriyeta Herêmê ya 10'emîn a DSÎ'yê ya Şirnexê hewl dide li ser Çemê Nêrdûşê bendavekê çêbike. Projeya pêvajoya wê ya ÇED'ê hatiye destpêkirin, avahiyên dîrokî û jîngehê di bin gefa hilweşînê de ne.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bi destê şîrketan xwezaya Şirnexê qir dike. Talankirina ekolojiyê ya li çiyayên Cûdî, Gabar û herêmên Besta, Faraşîn û Qaşuran ên Şirnexê bi bênavber didome. Li bajêr di 19 salên dawî de ji ber 9 projeyên bendavê yên ku ji aliyê Karên Hîdrolîk ên Dewletê (DSÎ) ve tên meşandin, bi sedan dar hatine birîn û bi sedan donim zeviyên çandiniyê zirar dîtine. Ji ber bendavan rê û qadên jiyanê di bin avê de man û gelek çem û robar jî ziwa bûn.

Tevî bertekan jî bendavên nû û Santralên Hîdroelektrîkê (HES) tên çêkirin. Çêkirina “Bendava Cizîrê” ya ku dê qadên dîrokî û çandiniyê yên Herêma Kasrik a navçeya Cizîrê di bin avê de bihêle, di Îlona 2024’an de dest pê kir. Ji bo bendavê gelek zevî hatinîstimlaqkirin û 49 sal lîsansa wê hat dayîn. Hat diyarkirin ku bendav piştî bendava Ilisûyê ku bû sedema hilweşandina avahiyên dîrokî yên li navçeya Heskîfê ya Êlihê, wê bibe duyemîn bendava herî mezin.

Li gel ku bertekên gelê herêmê yên li hemberî bendavê didomin, vê carê projeya bendavê ya li ser Çemê Nêrdûşê ya ji navçeya Cizîrê heta Silopiyayê dirêj dibe hat rojevê. Ji aliyê Midûriyeta Herêma 10’emîn a DSÎ’yê ve bang li gundiyan hat kirin ku beşdarî civîna ku dê di çarçoveya Pêvajoya Nirxandina Bandora Haiwrdorê (ÇED) de bê lidarxistin bibin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Minûriyeta Herêma 10’emîn a DSÎ’yê plan dike ku li navçeya Şirnex Cizîr, Silopiya, Ûçagaç û gundên Bozalanê projeya HES’ê û avdanî, kanan, tesîsa perçekirina-hêrandinê û tesîsa betonê ya bendava Nerdûşê bi cih bîne. Ji bo projeya navborî, li gorî xala 9’an a talîmatên ÇED’ê, ji bo agahdarkirina gel û nêrîn û pêşniyazên wan di roj û saeta ku li jêr hatiye diyarkirin de dê civîneke agahdarkirina gel û beşdarbûna pêvajoyê bê lidarxistin.”

Proje ya Midûriyeta Herêma 10’emîn a DÎS’ê ye, lê ya ku rapora ÇED’ê amade kiriye Şîrketa Momentê ye.

Welatiyên ku bertek nîşanî projeyê didin, naçin civînan. Çemê Nêrdûşê ku ji Çiyayê Cûdî ber bi devereke berfireh heya navçeya Silopiyayê diherike, hem di warê çandiniyê de hem jî di warê vexwarinê de pêdiviya gel dabîn dike. Ger bendav bê çêkkrin dê hem jîngeh hem jî çandinî tune bibe. Her wiha wê gelek deverên dîrokî û gund jî di bin avê de bimînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar