Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Rewşa gelê Kurd bi qudret e

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya siyaseta înkar û îmhayê de li herêmê bi çavsroyek mezin êrîşî gelê Kurd dike. Li Rojavayê Kurdistanê bi armanca Kurd nebin xwedî statû û di avakirina Sûriya nû de cîh negrin her roj êrîşan dike. Bi taybet êrîşên li herêma Bendava Tişrînê û Qereqozaxê ve tê xwestin ku li herêmê bêîstiqrariyê pêş bixe û di vê pêvajoya wiha girîng de destê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rohilatê Sûrî di qada siyasî de lewaz bike. Li dijî van êrîşan xwedî derketina gel ya li berxwedana şervanê HSD’ê û Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mincibê plan û projeyên dewleta Tirk têk dibe.

Li herêma Bendava Tirşrînê rojana hedefgirtina sivîlan û şehîdxistina wan bi vê siyasetê ve girêdayî ye. Bêgûman Dewleta Tirk dema mijar dibe gelê Kurd ji bo wê hilbêjêra sereke êrîşên eskerî ne. Diyalog ango bi rêya muzakereyan mijar dest girtin û nirxandin li gorî zîhniyat xwe ew layiqî gelê Kurd nabîne. Ev zîhniyeta genî û kifnikî îro jî bi destê desthilata AKP-MHP’ê li ser gelê Kurd tê ferzkirin. Li gorî wan Kurdê herî baş Kurdê miriye…

Ev êrîşên balavî hemû Kurdistanê bûne nîşaneya terora dewleta Tirk a li dijî gel Kurd, şoreşger û pêşengên civakê ye. Di vê serdama ku li seranserî cîhanê her diçe pênaseya azadiyê xurt dibe tişta ji bo gelê Kurd rewa tê dîtin înkara vînê û kuştin e. Ji ber vê zîhniyeta ku xwe li ser hebûna gelan ferz dike di dîroka gelê Kurd gelek komkujî hene. Ev komkujiyên ku di çarçovaya berjewendiyên siyaseta hêzên hegemon şekil digtiye, bi salan li ser gelê Kurd weke şûrê Demokles tirs û xof da avakirin.

Qewmê ku hêza xwe ji Çiyayayan û Rojê digre, tevî hemû êrîş, komkujî û înkarê jî bi sebrek mezin li ber xwe da û li benda roja xwe ma. Hêviyên ku bi kêlî kêlî hatin hunandin, rêyên zahmet ên bi berdêlên mezin hate derbaskirin, mahkumiyeta bi êşkenceyên giran derbasbûyî gelê Kurd roj bi roj nêzî ronahiya azadiyê kir. Bi avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê re Kurdan şekil guhert. Xwe perwerde kir, zanebû û ferî têkoşîna ji bo armancekê bû. Kurdên ku li dora armancekê bûne xelkeyek ji mirovan gav bi gav ber bi armanca xwe berbi azadiyê ve diçin.

Dewletên dagirker bi pêşengiya faşîzma dewleta Tirk de ji bo pêşî li vê armancê bigrin çi ji dest hat kirin. Ji bo çarçovaya Kurdan ji rêya wan vegerînin ango ji armanca wan durbixin serî li her cûre qirêjiyê dan. Neyarên ku di vê siyaseta xwe ya qikirinê de bi ser neketin Kurdên xwe avakirin. Bi destê Kurdên xwe firoş û dijminê qewmê xwe hewildan neyartiyên di nava Kurdan de pêş bixin. Li çar aliyên Kurdistanê dewletên dagirker di li ser vê siyastê li hev kir. Qeşmer û xwefiroşên ketine nava vê çerxa îxanetê îro jî bi zimanê dijmin diaxivin û li pêşiya Yekîtiya Gelê Kurd dibin kelemên herî mezin.

Ev kesên bûne xulamê dijminê gelê xwe bi hev re di nava pêşbirkê de ne. Li Başûrê Kurdistanê PDK, li Rojava ENKS, li Bakur jî di van salên dawî de HUDA-PAR û gelek kesên xwefiroj li şûna berjewendiyên gel biparêzin bûne lewaztî û ketinên xwe. Ev kesên herî ketî ên civakê bi tu awayî nikarin bibin nûnerên resen ên gel. Ev kesên ku ji armanca civakê dur ne mûmkune bikaribin bibin xwedî nasnameyek azad. Ji ber vê yekê ev kes ji bo xeta îxanet û teslîmiyetê di nava gelê Kurd de pêş bixin çi ji dest tê dikin. Bi dijminên gelê Kurd re kar dikin, bi armanca lewazkirina têkoşîn û berxwedana gelê her cûre îstixbaratê didin neyaran. Ji bo darbe li pêşengên resen ên vê civaka qedîn were xistin hemû derfetên xwe sefer ber dikin. Di encama agahî û îstixbarata bi destê van xwefiroşan tê dayîn, jin û zarok jî di nav de li çar aliyê Kurdistanê bi hezaran Kurd hatin qetilkirin.

Tenê li Başûrê Kurdistanê ji sala 1999’an û vir ve 720 welatî di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin. Li Rojavayê Kurdistanê ji 2015’an û vir ve bi destê dewleta Tirk û çeteweyên wî bi hezaran kes hatin kuştin û wenda kirin. Li Bakurê Kurdistanê mîna komkujiya Roboskî kuştin li ser gelê Kurd barandin. Yên nikarin bikujin jî girtin û xistin nava çar dîwaran. Bi van kuştin û girtinan ve rê ji Kurdên xwe re vekirin. Li şûna Kurdên xwedî şeref û dilsozê azadiya gelê xwe, Kurdên xwefiroj û dijminê gelê xwe derxistin pêş…

Ev siyaseta ku xwe li ser dijberiya gelê Kurd daya avakirin îro jî di meriyetê de ye. Li Rojavayê Kurdistanê bi taybet ji bo Kurd di avakirina Sûriya nû de cîh negrin dewleta Tirk a dagirker û qiker hemû derfeten xwe seferber kiriye. Rojekê şefê îstiqbarata wê Îbrahîm Kalin rojekê Wezîrê Karê Derve û koordînatorê şere li dijî gelê Kurd Hakan Fîdan li Şamê ye. Erdogan jî bi gef û zimanê xwe yê tal ji bo statûya Rêveberiya xweser neyê naskirin çi ji dest tê dike. Ji bo destê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên li Şamê lewaz bikin jî faktora ENSK’ê derdixin pêş. ENSK’ya ku hemû rêveberiya wê li Tirkiyeyê ye û ji aliyê dewleta Tirk ve tê fînansekirin di vê serdema dîrokî de bi rola ku jê re hatiye veqetandin radibe. Hemû serkêşên ENSK’ê ji bo xwe li der dilê xwediyê xwe şêrîn bikin bi zimanekî pir tuj û xirab diaxivin. Axaftina van çi dibe bila bibe gel rastiya civaka xwe û destkeftiyên Şoreşa Rojava derxistiye holê dizanin tê çi wateyê.

Li Başûrê Kurdistanê xulamtiya PDK’ê ya ji bo dewleta Tirk bi îsqirar dewam dike. Rêveberên PDK’ê di dijminatiya li dijî Tevgera Azadiyê de êdî bi hev re dikevin pêşbirkê. Herî dawî yek ji kesên dijminê sûndxwarî yê doza azadiyê Serbest Lezgîn li ser sînga xwe ala dagirkeriya Tirkiyeyê danî û got: “PKK rêxistinek terorîst e.” Çi balkêşe ku kesê axa wî aliyê dagirkeran ve hatiye dagirkirin bi baweriyek mezin bi zimanê wan diaxive. PDK’ya ku dibeje ez ji hebûna PKK’ya li Başûr acizim li himberî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bêdeng e. Bi gotinek din hebûna dewleta Tirk ji bo xwe xeterî nabîne lê tevgera ji bo azadiya gelê xwe şer dike xeter dibîne.

PDK’ya ku êdî bûye şaxekî dewleta Tirk bi her awayî pê re nava hevkariyek xurt de ye. Îstixbarê didê, sîxurtiyê dike, ji bo sîxurên MÎT’ê li Başûr pêşengên civakê qetil bike derfetan ava dike û hwd… Di çarçoveya vê hevkariyê de tenê ji serê salê û vir ve 8 welatî li Başûrê Kurditanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin şehîd xistin. Li her devera cîhanê ev sûcê şer e. Lê dema yê tê kuştin Kurd be û kujer jî dagirker be, ev ji sûcbûnê derdikeve hemû zagon û peymanên navneteweyî bêhikum dimînin. Bêdengî û bêhelwestiyê heyî cesaret dide dewleta Tirk ku zêdetir êrîş bike. Lewma em dikarin bêjin ku ev bêdengî şirîkê van êrîşan e. Ev bêdengî di eniya dij-kurd de cîh girtine. Ev bêdengî Kurd mahkumî siyaseta înkar û îmhayê kirineye. Lê gelê ne mecbûre ku vê siyaset û kuştinên li ser tê ferzkirin qebûl bike. Li himberî vê siyaseta teslîmiyetê li ser ferzdike, gelê Kurd bi hêza xwe ya leşkerî, siyasî û civakî ne diyar dike ku rewşa wê ji her demê bêhtir qudredtir e.

Nûçeyên Têkildar