Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Li dijî darbeya qeyûman dengê xwe bilind bikin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî dagirkirina Şaredariya Sêrtê dan û ev bang kirin: “Li dijî derbeya qeyûm me her tim li ber xwe da. Li dijî xespkirina îradeyê, xwedî li îradeya gel û demokrasiyê derkevin.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê çav bera şaredariyên DEM Partiyê daye. Piştî dagirkirina şaredariyên Colemêrg, Mêrdîn, Dêrsîm, Êlih, Pulur, Esenyûrt, Akdenîzê vê carê Şaredariya Sêrtê dagir kir. Wezareta Karên Hundir li şûna Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaşê ku duh 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn, ji peywirê girt û li şûna wê qeyûm tayîn kir. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan.

Tuncer Bakirhan ev tişt parve kir: “Em, tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê red dikin. Îradeya gel dê zîhniyeta xespkar têk bibe. Der heqê hevşaredarên me de bi hincetên vala lêpirsînan vedikin, ceza didin û rêya tayînkirina qeyûm vedikin. Ev yek, hîleya siyasî ye. Hîlekariya siyasî û aştî û demokrasiyê bi hev re nabin. Yên ku rêzê ji bo îradeya gel negirin, mezintirîn xerabiyê li welêt dikin. Bi tayînkirina qeyûman re îradeya gelê Kurd tune tê hesibandin. Ev,hînbûneke mêtingeriyê ye. Hewldana ji bo gelê Kurd bi rêbazên mêtingeriyê birêve bibin, hewldaneke vala ye. Em vê zîhniyeta ku bi rêya daraz û îdareyê hewl dide saziya gel xesp bike, bi awayekî herî xurt red dikin. Îradeya gelê Sêrtê, ji tevahiya hîleyên siyasî û kompasan xurtir e û dê van xespkirina biavêje sergoya dîrokê. Em careke din bang li her kesî dikin ku xwedî li demokrasiyê derkevin.”

Tulay Hatîmogûllar wiha got: “Desthilatdar bi rêya daraza di bin fermana wê de, li dijî vîna gel derbe kir. Piştî cezayê li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş hatiye birîn, li Şaredariya Sêrtê qeyûm hate tayînkirin. Em careke din dibêjin; aştî ne bi israra di qeyûmparêziyê de lê bi demokrasî, maf û hiqûqê dibe. Di van rojên em hewl didin hêviya aştiyê mezin bikin de ev xesp hate kirin û em vê xespkirina îradeyê qebûl nakin. Li dijî derbeya qeyûm me her tim li ber xwe da, ji bo aştiyeke birûmet em her tim têkoşiyan û dê ji vê paşvegavê neavêjin. Banga me ji bo her kesên li gel demokrasiyê ew e ku li dijî xespkirina îradeyê, xwedî li îradeya gel derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar