Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çareserî bi bêdengiyê pêş nakeve

Li Tirkiyeyê rojeva sereke niqaşên li ser çareseriyê ne. Ji 1’ê Cotmehê ve banga Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ya ji bo aştiya navxweşî û banga li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Devlet Bahçelî li ser navê dewletê û hikûmetê dixwaze Rêberê Gelê Kurd gavan bavêje, li aliyê din bi destê şirîkê xwe li ser Kurdan şer dimeşîne û qeyûman teyîn dike. Piştî banga Bahçelî Omer Ocalan li ser navê malbatê çû Îmraliyê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya Omer Ocalan peyam şand û got “Tecrîd didome. Eger şert û merc bên avakirin, hêza min heye ku ez di aliyê teorîk û pratîk de ji bo zemîna şer derbasî zemîna hiqûq û siyasî bikim.”

Piştî vê hevdîtinê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam kirin. Tayînkirina qeyûman a li dijî Şaredariyên DEM Partiyê berdewam kirin. Piştî wê di 28’ê Kanûna 2024’an de Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîsa wekî her carê nexşerêya çareseriyê bi raya giştî re parve kir û xwest ev mesele li meclisê û bi tevlebûna hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî û demokratîk bê çareserkirin. Xwest hemû beşên civakê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî tev li çareseriya pirsgirêkê bike. Piştî vê peyamê, şandeya DEM Partiyê bi partiyên siyasî re hevrîtin kir.

Lê tevî van hewldanan êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Tayînkirina qeyûman a şaredariyên DEM Partiyê berdewam dikin. Binçavkirin, girtin û kuştina rojnamegeran berdewam dike.

Di vê dema ku niqaşên ji bo çareseriyê tên kirin de, AKP li dijî çareseriyê israr dike. Lijneya Rêveberiyê û Biryarê ya Navendî ya AKPê di 27’ê Çileyê de li hev kom bûn. Piştî civîna AKP’ê li ser navê AKP’ê Berdevkê AKP’ê Omer Çelik, daxuyanî da çapemeniyê û got: “Trafîka Îmraliyê bi dawî bûye. Êdî em li bendê ne ku rêxistin çekan berdin.”

Omer Çelîk ev peyam tenê li ser navê xwe neda. Omer Çelîk ev peyam li ser navê hemû AKP’ê da û helwesta xwe ya li dijî çareseriyê aşkere kir. Lê êdî rola AKP’ê ne wekî berê ye.

Êdî aliyê çareseriyê ne tenê partiyek, rêxistinek û saziyek e. Rêber Abdullah Ocalan bang li hemû beşên civakê, nûnerên civakê, rêxistinên sivîl û demokratîk, partiyên siyasî dike. Rêber Abdullah Ocalan berpirsiyariyê dide ser milê hemû partî, komele, ode, saziyên demokratîk. Berpirsiyariyê dide ser milê gelê kurd û tirk.

Em dibînin ku gelê Kurd û hemû sazî, partî û rêxistinên Kurdan, ji bo çareseriyek demokratîk û aştiyane amade ne. Di vî alî de DEM Partî, DBP, sendîka, komele û odeyên ku nûnertiya gelê kurd û nûnertiya mafên mirovan dikin, helwesta xwe ya ji bo çareseriyê diyar kirin. Piştgirî dan peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Lê îro gelek partî, komele û rêxistinên demokratîk hene. Bi taybetî sazî û rêxistinên civakî yên ku nûnertiya gelê Tirk, Çerkez, Laz, Tirkmen, Ereb û baweriyên din dikin, divê ew jî li dijî tecrîdê, li dijî şer, li dijî tayînkirina qeyûman, li dijî binçavkirin û girtinan dengê xwe bilind bikin.

Eger partî, komele, sendîka û rêxistinên karker, karmend, karsaz, mafên mirovan, mafê hiqûqê û mafên civakê diparêzin bêdeng bimînin û tenê temaşe bikin, wê demê dê qadê ji AKP’ê re bihêlin.

Em dibînin ku gelek sazî, rêxistin û partiyên siyasî ku girseya wan û hêza wan heye tenê temaşe dikin. Lê ev mesele bi temaşekirinê û bêdengiyê çareser nabe. Divê her kes ji bo siyaseta demokratîk, aştiyek demokratîk û jiyanek hevpar têbikoşin. Divê her kes li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî tayînkirina qeyûman, li dijî girtin û binçavkirina rojnamegeran, li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê êdî dengê xwe bilind bikin û van sûcên şer red bikin.

Nûçeyên Têkildar