Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Julîe Ward: Divê her kes weke Abdullah Ocalan aştiyê bixwazin

Endama Parlamentoya Ewropayê ya berê Julîe Ward diyar kir ku Rêber Apo rêya aştiyê hilbijart, divê yên din jî weke Rêber Apo tevbigerin û wiha got: “ Ger ku şer û êrîş neyên rawestandin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan neyê rakirin wê Tayyîp Erdogan ne wek kesekî aştîxwaz, wê wek kesekî vala derkeve holê.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li di pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li seranserê cîhanê pêngava azadiyê hatiye destêkirin. 69 xelatgirên Nobelê ku di nav de siyasetmedar, sendîkavan, akademîsyen û parêzvanên maf hebûn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nameyeke ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin. Name ji serokê komîteyê serokê Luksemburgê Xavîer Bettel re hat şandin û hat xwestin ku divê parêzer û malbat bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin û Rêber Apo demildest bê berdan. Her wiha bang hat kirin ku Tirkiye pevçûnê bi dawî bike û piştgiriya ji bo aştiya mayînde a li Rojhilata Navîn gavên şênber bê avêtin.

Yek ji kesên îmze avêt nameyê endama parlamentoya Ewropayê ya berê Julîe Ward bû. Julîe Ward der barê tecrîda didome û nameya nivîsandine de nirxandin kir.

Julîe Ward da zanîn ku tecrîda li ser Rêber Apo binpêkirina maf e û bi çend hevdîtinên kurt ên malbatê mafê girtiyan ji dest tên girtin. Julîe Ward wiha domand: “CPT’ê di rapora sala 2002’yan de got, ‘Bi salan girtina mirovan di hucreyên yekkesî de bi tu şert û mercî rewa nabe.’ Heyeta ku çû Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir, piştre gelek caran bang li rayedarên Tirk kir ku ji bo rakirina tecrîdê pêşniyarên xwe bi cih bînin. Zêdetirî 20 sal ji wê demê re derbas bûne û karbidestên Tirk gelek caran guhnedana xwe ji qanûnên navneteweyî û pîvanên mafên mirovan re nîşan dane û bi bijartina guhnedana vê koma pispor û yên din nîşan dane. Divê em şaş nemînin, lê divê em hêrs bibin û dengê xwe bilind bikin.”

Julîe Ward balkişand ser hevdîtinên bi Rêber Apo re hatine destpêkirin û got Tirkiye di herêma pevçûnê de cih digire û ji ber vê Tirkiyeyê hewcedarî bi hevdîtina bi Îmraliyê re dîtiye. Julîe Ward wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye di nava rewşeke nerehet de ye û ne dikare xwe tevlî şerê Rûsya û Ûkraynayê bibe û ne jî bikeve aliyê yek ji aliyên şerê Îsraîl-Hamasê. Bi taybetî bi rûxandina rejîma Esad re rewşeke nû li Sûriyeyê derketiye holê. Dibe ku balê bikşîne ser rewşa leşkerî ya li ser sînor. Ez guman dikim ku Erdogan difikire ka vê yekê weke derfetê dê çawa ji bo xwe bi kar bîne. Dîrok dê li şûna berdewamkirina êrîşan, li rêberekî ku rê li ber aştiyê vekiriye bi xweşbîntir binêre. Eger Erdogan dixwaze îmaja xwe ya aştîxwaz û muxatabekî girîng bilind bike, divê ji mala xwe dest pê bike. Aliyên din jî ji bo vekirina vê qada nû ya diyalogê gelek dixebitin. Lê di dawiyê de dibe ku Erdogan qîmeta dîrokî bi dest bixe, vê hedef dike.

Julîe Ward balkişand ser peyama 7 xalan a Rêber Apo di 28’ê Adarê de ku heyeta Îmraliyê anîbû û got: “Em dizanin ku birêz Ocalan rêya aştiyê hilbijart, ew tenê li bendê bû ku yên din bigihêjin wî. Parlamento bi rastî di her pêvajoya aştiyê de pir girîng e. Pêwîst e aliyên cuda bigihin rêkeftinekê û rêkeftinên ku xwediyê bingeheke qanûnî ya bihêz bin, amade bikin. Lê ez dixwazim pispor û çavdêrên navneteweyî jî tevlî pêvajoyê bibin da ku giranî û rewabûnê zêdetir bidin pêvajoyê. Ger ku şer û êrîş neyên rawestandin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan neyê rakirin wê Tayyîp Erdogan ne wek kesekî ne aştîxwaz wek kesekî vala derkeve holê.”

Julîe Ward da zanîn ku civaka navneteweyî geşedanan ji nêz ve dişopînin û wiha bi dawî kir: “Divê civaka navnetewî bibe dengek ji bo kesên bê deng, daxwaza nêzîkbûneke berfireh, teşwîqkirina pêşveçûnê dema ku pêşketin hebe û fikarên xwe derbixe dema ku lihevnekirin û xitimandin hebe. Wekî ku min berê jî got, ez difikirim ku divê saziyek çavdêrî ya fermî ya navneteweyî jî hebe ku karibe wekî rêgezek agahdarî û piştgiriyê bixebite. Ez nikarim pêşerojê pêşbînî bikim, lê ez difikirim ku nîşaneyên erênî xuya dikin. Weke civaka navneteweyî divê em zêde dûr nekevin û baldariya xwe biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar