Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) bi piştgiriya hêzên hegemon rejîma Esad hilweşand û desthilatdarî xist destê xwe. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) bi beşdarbûna Colanî, Wezîrê Karûbarên Derve Esad Hasan Şeybanî û nûnerên leşkerî “Konferansa Serkeftinê” hat lidarxistin.
Piştî konferansa navborî Berdevkê Îdareya Operasyonên Leşkerî Albay Hasan Abdulganî encamname xwend. Abdulganî di encamnameyê de diyar kir ku wan Colanî weke serokê dewletê îlan kiriye û dê Colanî di platformên navneteweyî de nûnertiya Sûriyeyê bike. Abdulganî da zanîn ku wan qanûna bingehîn a sala 2012’yan betal kiriye û wan artêş, yekîneyên ewlehiyê û parlamentoya girêdayî hikûmeta Esad jî betal kiriye.