Li Tirkiyeyê çar meh in nîqaşa pêvajoyekê heye. Di cotmeha 2024’an de serokê MHP’ê Devlet Bahçelî destê xwe da rayedarên DEM Partî û ji wê rojê ve nîqaşa pêvajoyeke nû di rojevê de ye. Piştre Bahçelî bangek li Rêber Apo kir û di peyre jî hevdîtineke malbatê bi Rêber Apo re hat çêkirin. Di dawiya salê de jî heyetek ji DEM Partî çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî. Dema ku heyet ji giravê vegeriya daxuyaniyek parvekir û bi vê daxuyaniyê re êdî eşkere bû ku pêvajoyek heye.
Di nava 4 mehan de 3 hevdîtin bi Rêber Apo re pêk hatin û di hersê hevdîtinan de jî peyama çareseriyê derket pêş. Lê li aliyê dewletê heman bersiv tinebû. Di nava çar mehên dawî de çiqas êrîşên giran hebin li ser Kurdan û Kurdistanê meşandin. Dema ku li Îmraliyê hevdîtinan dest pê kir, dewletê jî dest danî ser şaredariyên Kurdan. Hevşaredar ceza kirin û avêtin girtîgehan. Ji şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê heta Batman, Dersim û Sêrtê şaredariyên gel yek bi yek dagir dikin.
Li başûrê Kurdistanê û Rojava jî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê nesekinîne. Di nava mehekê de herî kêm 40 welatiyên sivîl li Rojava hatin qetilkirin. Li başûrê Kurdistanê jî ji serê salê heta niha 8 welatî qetil kirin. Di vê pêvajoyê de rojnamevan hatin girtin û qetilkirin. Yanî bi ti awayî niyeteke çareseriyê li aliyê dewletê xuya nekir. Zimanê wan ê şer neguheriye. Rojê 24 saet li ser çapemeniyê ji Kurdan re dibêjin terorîst û zimanê qirêj bi kar tînin.
Ji van kiryarên wan em fêm dikin ku ev dewlet deriyê siyasetê li Kurdan digre. Li aliyekî ji Kurdan re dibêjin dev ji sîlehan berdin û werin siyasetê bikin, lê li qada siyasetê jî êrîşên qirkirina siyasî hene. Ev jî nîşan dide ku ji Kurdan re dibêjin rajin sîlehan. Wekî din ti wateya wê tineye. Eger nermbûnek hebûya, wê demê wê Kurdan jî gotiba ti wateya sîlehan nemaye. Jixwe ji ber ku terora dewletê heye Kurdan rahişt sîlehan dest bi şerê çekdarî kirin. Eger ev teror nebûya wê sîleh jî nebûna.
Bi van êrîşan re dewleta Tirk ango desthilatdariya faşîst li pey dek û dolaban e. Dixwaze gelek lîstikan bike. Ji aliyekî wê bêje binêrin min dixwest ez çareser bikim, lê PKK dev ji sîlehan bernade. Wekî din eger nîqaşek çek berdanê têkeve rojevê jî, wê demê hin kes wê li ber rabin û bêjin ma dema wê ye ? Ev hemû lîstikên dewletê ne. Vê dewletê her tişt fikirî ye, lê tenê li çareseriyê nefikiriye. Bêguman em ne li benda dewletê ne ku vê meselê çareser bike, mesele ewe ku tenê niyeta xwe ya çareseriyê nîşan bide. Jixwe yê ku çareser bike Rêber Apo ye. Hêviya kesî ji dewletê tineye. Her kes ji Rêber Apo bawer dike û tenê Rêber Apo dikare vê dewletê neçarî çareseriyê bike. Ev şens û firsendeke dawî ye ji bo desthilatdariyê. Eger vê carê jî di xapandinê de israr bike wê wenda bike.