Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

HRW: Dewleta Tirk-SMO li Bakurê Sûriyeyê sûcê şer in

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) da xuyakirin ku êrîşên Tirkiye û koalîsyona Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer pêk tîne.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) rapora nû li ser rewşa Sûriyeyê weşandin. Di raporê de balkişand ser êrîşên dwwleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di raporê de êrîşên Tirkiye û çeteyên SMO’yê di çarçoveya sûcên şer de hate nirxandin.

HRW’ê di rapora xwe de ciheke berfireh da êrîşa 18’ê Çileyê ya li hemberî ambûlansa Heyva Sor û diyar kir ku tenê di meha Çileyê de di 4 êrîşan de 20 sivîl hatine qetilkirin û 120 kes jî birîndar bûne.

Di raporê de her wiha hat ragihandin ku ji 10’ê Kanûnê û vir ve ji ber pevçûnên li Bendava Tişrînê û derdora wê zêdeyî 413 hezar sivîl ji av û elektrîkê bêpar mane û bal hat kişandin ser daxuyaniya Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ku digot, “Eger bendav xera bibe, dibe ku encamên hilweşîner li herêmê rû bidin.”

HRW’ê, da zanîn ku ambûlansa di 18’ê Çileyê de rastî êrîşê hat bi awayekî zelal dikare ji aliyê balafiran ve bê tesbîtkirin û diyar kir ku, heta ambûlans ji bo armancên tibî bên bikaranîn, divê êrîş li hemberî ambûlansan neyê kirin.”

HRW’ê di rapora xwe de cih da gotinên ajokarê ambûlansê yê ji êrîşê rizgar bûye.

HRW’ê, destnîşan kir ku êrîşa li hemberî ambûlansan weke xeletiyek nayê destgirtin û diyar kir ku divê di çarçoveyê sûcên şer de bê nirxandin.

Di rapora HRW’ê de her wiha hate gotin ku li herêmên di bin kontrola Tirkiyê û SMO’yê de binpêkirinên mafê mirovan ên sîstematîk hene û bi bîr xist ku SMO û komên girêdayî wê gelek sûcên weke girtinên kêfî, revandina zarokan, êşkence, tundiya zayendî, talan û desteserkirina mal û milkên gel tên pêkanîn.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ji ber êrîşên Tirkiyê yên li hemberî binesaziya av û elektrîkê yên li herêmê, pêdiviyên bingehîn ên bi mîlyonan mirovan nikarin bên bicih anîn.

HRW’ê bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî binpêkirinên koalîsyona Tirkiye-SMO’yê bikeve nava liv û tevgerê û ji bo rawestandina êrîşên li dijî sivîlan zextê bike. HRW’ê got, “Hedefgirtina ambûlanseke ku sivîlên birîndar tê de bû, ne bûyereke tesadûfî ye. Ev sûcekî şer e û divê koalîsyona Tirkiye-SMO’yê hesabê vê bide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar