Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya meha Çileyê aşkere kir. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
“Dewleta Tirk a mêtinger û qirker û hikumeta AKP’ê ya faşîst di meha Çileya 2025’an de jî li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên xwe bê navber dewam kirin. Di nava meha Çileyê de li Bakurê Kurdistanê ji Dersimê heta Serhedê, ji Xerzanê heta Amedê, ji Mêrdînê heta Botan, Colemêrg û Wanê bi sedan operasyonên leşkerî kirin. Lê belê ev operasyon hemû bê encam man. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî li gel operasyonên dagirkeriyê êrîşên hewayî li ser gelê me yê li Başûrê Kurdistanê hate kirin û di encamê de welatiyên me yên sivîl hatin qetilkirin. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya ku di siyaseta qirkirin û şer de israr dike, li pêş çavên tevahiya cîhanê mirovên sivîl qetil kir û bi bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî yên li dijî gerîla, sûcên şer kir. Dewleta Tirk a dagirker di nava meha Çileyê de 5 caran bi çekên kîmyewî, 9 caran bi droneyên bombebarkirî û 113 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî êrîşî tunelên me yên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Di heman demê de qadên berxwedanê jî 235 caran bi balafirên şer û 59 caran jî bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî van êrîşan li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîna xwe bê navber dewam kirin. Hêzên me ku bi wêrekî û performanseke bilind li hemberî van êrîşan li ber xwe dan, di nava şert û mercên zivistanê de bi taktîkên cuda 13 caran ji hewayê, 50 caran ji bejahî ve bi giştî 63 caran çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de 6 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Her wiha gelek wesayitên leşkerî, malzeme û çekên dagirkeran hatin îmhakirin û derb li wan hate xistin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî hemû êrîşên li ser hebûn û azadiya gelê Kurd wê bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe bidin û mîna ku heta niha kir, ji niha û pê ve jî wê bersiva pêwîst bidin.”
Bîlançoya şer a berfireh a meha Çileyê bi vî rengî ye:
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker
Êrîşên bi balafirên şer: 235
Êrîşên bi helîkopteran: 59
Êrîşên bi çekên kîmyewî: 5
Êrîşên bi dronên bombebarkirî: 9
Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 113
Çalakiyên gerîlayên azadiyê
Çalakiyên ji hewayê ve hatine lidarxistin: 13
Çalakiyên ji bejahiyê ve hatine lidarxistin: 50
Bi giştî çalakiyên hatine lidarxistin: 63
Windahiyên dijmin
Dagirkerên hatine cezakirin: 6
Hejmara dagirkerên birîndar bûne: 1
Yên hatine îmhakirin
Pergala radarê: 2
Konteynir: 5
Dron: 6
Kameraya Mobesse: 2
Çeka giran a doçka: 1
Çeper: 2
Kon: 4
40 kîlo teqemenî
Wênegir: 1
Yên hatine derbkirin
Tank: 1
Wesayîta leşkerî ya zirxî: 2
Çeka giran a doçka: 1
Çeper: 1