Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO bi rûxandina rejîma Esad re ji 8’ê Kanûna 2024’an heta niha bênavber êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên parastinê bi rûhê şerê gelê şoreşgerî berxwedaniyek dîrokî nîşan didin. Di nava vê berxwedaniya dîrokî de şervanên YPJ’ê jî bi awayekî çalak cih digirin. 2014’an li dijî DAIŞ’ê şer kir, niha li dijî dewleta Tirk di refên berxwedanê de ye. Yek ji van şervanan, şervana YPJ’ê Şeyda Kobanê ye. Di sala 2014-2015’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, li hemberî terorîzma DAIŞ’ê bi awayek çalak di sengerên herî pêş de cihê xwe girt. Îro jî li eniyên berxwedanê yên Bendava Tişrînê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê welatê xwe diparêze.
Şervana YPJ’ê Şeyda Kobanê derbarê biryardariya li êniyên berxwedanê yên Tişrînê de wiha got: “Eger dewleta Tirk ji teknîka di destê xwe de bawer be, em şervanên YPJ’ê, YPG’ê û HSD’ê jî, ji vîna xwe bawer in. Di nava şert û mercên pir giran de şerekî pir dijwar tê meşandin. Lê disa jî, beramberî her cûre êrîşên dewleta Tirk a dagirker emê yek gavek jî paş de navêjin û emê navêjin jî. Dewleta Tirk bi hemû rêbazan êrîşî me dike. Lê ev êrîşên dagirkeriya Tirk, nikare bandorê li îradeya me bike.”
Şeyda Kobanê ji bo çapemeniya dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê ku bi rêbazên şerê taybet û psîkolojîk rastiyan berevajî dikin jî wiha got: “Erdogan li ser dezgehên xwe yên ragihandinê dibêje ku YPJ’ê û HSD’ê li Tişrînê tune kirine. Lê ya rast dewleta Tirk têk çûye, em li vir in û em li ber xwe didin. Em li eniyên Tişrînê li hemberî dewleta Tirk şer dikin û berxwedaniyek dîrokî dimeşînin. Em tu car tune nabin. Dewleta Tirk li hemberî me bi teknîka xwe şer dimeşîne. Di heman demê de heb û derziyên hişbirê didin çeteyan da ku li hemberî me şer bikin. Lê em ji xwe bawer in, em ê heta dawî têbikoşin. Ji ber ku em dizanin em ji bo çi şer dikin, em ji bo parastina gel û welatê xwe şer dikin. Em bi salan e bi hovîtiya dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû ne. Lê em bi rûhekî yekgirtî yê pêkhatên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, hemû êrîşên dewleta Tirk vala derdixin.”
Şervana YPJ’ê Şeyda Kobanê balkişand ser êrîşên hovane yên dewleta Tirk û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk bêyî ku bêje zarok, kal û pîr û jin in, êrîşî gelê me dike. Dewleta Tirk a dagirker tu pîvanên şer nasnake û bi awayekî hovane êrîşî me û gel dike. Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe yên hovane re dibêje qey dibe hebûn. Bila ew bi xwe were li hember me şer bike. Îradeya me xurt e. Em ê heta dawiyê ji bo gelê xwe li ber xwe bidin. Gelê me piştevaniya me ye, em jî piştevaniya gelê xwe ne. Em ê tola gelê xwe li erdê nehêlin. Rojane dibêje me Tişrîn stendiye. Dewleta Tirk destek dide komên çete û rojanê qetlîman pêk tînin. Her ku dewleta Tirk êrîş dike, em bi hêrseke hîn mêzintir şerê xwe dimeşînin. Mîna şervaneke ku di berxwedaniya Kobanê de cih girtî, em ê cardin tekoşîna xwe bidomînin. Em ê nehêlîn dagirker werin ser axa me. Peyama me ew e ku dem dema berxwedaniyê ye, em bang dikin ku herkes cîhê xwe di cenga berxwedaniyê û cenga şehîdan de bigrin.”