Ji bo ku mirov zihniyet û helwesta rêveberên dewleta Tirk baştir nas bike, gelo pêdivî bi şîroveyek li ser kesatî û kesayeta wan nîne?
Ji ber ku mirov bala xwe dide gotin û kirinên Receb Erdogan, Devlet Bahçeli û hwd. rêveberên wan, şik û guman li ser mejî û derûniyan wan gelek zêde dibe.
Gotinên ku duh gotine, iro dikarin bi hêsanî lê nebin xwedî yan jî lê bidin mandelê û bêjin “Me negotiye”. Her wiha gotin û kirinên xwe, bi hêsanî dikarin bikin malê yên dijberî xwe û bêjin “Wan gotine û ew karên xerab ên wan e”. “Em ji van gotin û kirinan bêrî ne û hwd!”
Mînak:
Bi navê Erebî berê Hizbullah bû, bi navê Kurdî niha bûye Partiya Xwedê (Hudapar), berê terorîst bû belê niha bûye hevalbendekî wan ê herî qedirbilind!
Berê Beşar Esad destbirayê wî bû, paşê kir terorîstê herî mezin, niha jî reviya çû cem dostî wî Pûtîn! Ka gelo wê niha ji bo Pûtîn çi bêjî?
Beşîrê Sûdanî jî, berê destbirayê wî bû niha di zîndanê de ye. Sîsiyê Misrî, berê dijminê wî yê pir mezin bû, niha bûye dostekî nêzî wî. HTŞ, berê di listeya wî ya teroristiye de bû, niha ku şûna Beşar bû serokê Şamê, berî her kesî serokê MÎT’a xwe û wezîrê xwe yê derve şand Şamê ew pîroz kir!
Berzanî, dema referandûm çêkir û serxwebûna Kurdistanê ket rojevê, berî her kesî ew li dij derket û artêşa xwe şand ser sînorê Başûr û gef lê xwar, niha dîsa bûne destbirayên hev; ji ber ku li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê li hev kirin.
Ka em werîn mijara girîng a nû; gotin û kirinên wan ên bi giştî li ser Tevgera Azadiyê û bi taybetî ji bo Rêber APO yên vê dema dawiyê.
Deh sal piştî Pêvajoya Çareseriya yekê, hevparê wî Devlet Bahçeli ji nişkave derket got, “bila Ocalan were Meclîse, li gel koma DEM’ê bi axive, çi dixwaze bila bêje û hwd.”! Herkes li van gotinan û bi taybetî diyarkirina helwestek wisa ji MHP’ê, matmayî bûn, jiber ku dujminatiya herî tûj wan dikir!
Belê hema li pey hev di her civînê koma xwe yên Meclîsê de van gotinên xwe dubare kir û her carê li gotinên xwe yên despêkê cudatir ên neyînî zêde kir û her wiha Receb Erdogan jî her heman gotin û helwestên neyînî bi hev re dewam dikin.
Îca wisa xuya dibe ku ew mejî û zihniyeta wan a veşirtî nikare sebir bike, hema xwe dide der. Hema yekser, dilezînin û dibêjin, ”bila Ocalan hilweşandina partiya xwe ragihîne û hwd.”.
Ev tê wateya, helwestek neyînî ya bêexlaqî. Bêyî ku ti mafekî gelê Kurdistanê bide, hema “bila were teslîm bibe, bila doza mafê xwe yê “hêvî” jî bike û dibe ku ji zindanê derkeve jî” û hwd.
Dema ku mirov van gotinên wisa bê wate û ne li rê dibihîze, ew gotina gelîrî ya ku dibêje “eqlê sivik barê giran e” tê bîra mirova.
Ev kesên, xwedêgiravî dewletê birêve dibin û van gotinên vala û biçûk dikin, yekser barê xwe jî û yê herkesî giran dikin.
Lê na xêr, van kesan ji ber xwe ve van gotinan nakin, fermandar û eqilmendên wan ên jor, van gotinan û kirinan radestî wan dikin. Lewma dibe ku mirov navekî din li wan bike, dîsa bi gotina gelîri, “eqlê ji kîse xelkê, kesê eqlê xwe firotî yan xwefiroş, noker, xulam” û hwd. bi nav bike.
Bêguman dibe ku ew jî hinek pêşniyaran ji fermandarên xwe re dikin û dibêjin “Gelo em ê nikaribin Ocalan bi xwapîne yan wî û hevalên wî bera pêxila hevdude, fitneyê bixe nava wan” û hwd?
Wisa diyar dibe ku divê mirov careke din bîne bîra wan; ev ne Rêberekî ji rêzê ye, ev Rêberekî wisa ye ku, hîn ti sermaye û destkeftiyên wan nebûn, lê ji ber ku baweriyek wan a pir mezin hebû, hevalên wî di rojên herî teng de, bi canbexşane serîhildan, li dijî dewleta wan a faşist û gotin “teslimiyet xiyanet e, berxwedan jiyan e”, “em ji jiyanê ewqas hez dikin ku em dikarin ji bo jiyana bi şeref canê xwe jî bidin”, lê dîsa jî bi vana qîma xwe naynin û vê peyama bi rûmet dişînin ji gelê xwe re û dibêjin; “Li ser kevirê qebra me binivîsînin em qerdarî gelê xwe ne!”
Êdî hûn zanin rêberên dewleta Tirka, helwesta Rêberê me û hevalên wî ev e: Eqlê wan ji kîsê wan e; nayên xapandin û kesî jî na xapînin, êdî ya rast ew e ku hûn bi lez vegerin ser rêya rast, da ku demek kurt jî ji we re mabe bila hûn karibin bi bê bela bijîn!