Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Em rojên ku dîrok tê nivîsandin dijîn

Gelê Kurd heta niha hatibû jibîrkirin. Sedem tenê ne dijmin bû em bi xwe bûn. Tu mafê xwe bi xwe nedî dest xwe û tu bi şerê xwe welatê xwe bi dest nexî, ne mimkûne ku dinya te nas bike. Bi şer te nas dike. Niha gelê Kurd li cîhanê deng dide. Ji bo welatekî ji bo azadiya welatekî şer dike. Dijmin di pir aliyan de xwest ku cîhan me nas neke. Hezar derew, fitne û fesadî kir. Dinya me nas nekir. Wê niha dinya me nas bike. Wê di demên pêşde me bêhtir nas bike. Dinya wê bi me re be. Dijmin wê bi tenê bimîne. Dijmin ji vê pir ditirse. Lê dîsa jî ne bes e. Bi alemê ne mimkune ku gelek rizgar bibe, azad bibe. Dinya li hemberî te be tu di şerê xwe de bî, tu dikarî bi ser bikevî. Dinya bi te re be û tu ne bi şerê xwe bî, tê bikevî. Yek însan, çar însan li ser lingê xwe nemeşe nikare xwe bigihîne armanca xwe. Ew bi xwe li ser lingê xwe nemeşe nikare bigihêje armanca xwe. Ji bo vê nebêjin wê kî bibe alîkarê me. Bibêjin beriya her kesî em bibin alîkarê xwe. Alîkariya herî mezin, alîkariya xwe bi xwe çêbike. Divê tu alîkariyê ji xwe re çêbikî. Ev şerê gel e. Ger tu vê çêbikî wê dinya bi te re be.

Dijmin dîsa li ser qirkirina me dijminatiya xwe dike. Lê niha tengav bûye. Di gelek aliyan de hatiye girtin. Mîna berê bi xwe ne bawer e û her tiştî nikare bike. Ev jî serkeftineke mezin e. Gelê me mîna berê ranezaye, ne parçe parçe ye. Yekitiya mezin li hemû parçeyên Kurdistanû çêbû. Belê pir kêmasî hene, pir dijmin hene. Lê ruhê welatparêzî, şoreşa Kurdistanê ji hemûyan pirtir e. Ev jî serkeftineke mezin e.

Wê dinya me nas bike ku em ji sedî sed şerê mirovahiyê didin. Dijminê me ji sedî sed şerê dij mirovahiyê dide. Bawerî û biryara me li ser rastiya şer e. Ev jî bo serkeftina me bingeha herî mezin e. Dinya çi dibêje bila bibêje. Kî çi dibêje bila bibêje, rastiya me ev e. Yên bi duristî şerê xwe bikin wê bi ser bikevin.

Dînamîtê dixin binê her du civakan û wan jehrî kirine. Em ê li ser vê yekê bixebitin ka em ê çawa bi ser bikevin. Wê bi rûmeta neteweyî ya gelekî re were lîstin, gel jî bêbersiv bimîne! Ez hêrs bûme. Ez ne parazvanê netew-dewletê me. Sedema sereke ya komkujiyan ev e. Netew-dewlet nayê wateya azadiyê, tê wateya koletiyê. Em dixwazin Kurdan bikin parçeyek demokrasiyê. Ger ev di qanûn û destûra bingehîn a Tirkiyeyê de cih negire aştî pêk nayê. Aştiya watedar bi guhertina qanûnî û destûra bingehîn pêk tê. Lê ger rê li ber mijarên herî hêsanneyê vekirin, wê demê li pey tasfiyeyê ketine. Ger hûn li pey tiştên biçûk bin, wê demê niyeta we tarî ye.

Mesele derxistin û yan jî dernexistina vê qanûnê nîne. Ev hemû tenê beşek ji siyaseta demokratîk in. Bi baweriya min parlamento dikare bi piraniya destûrî bangekê bike. Ger ez bibêjim ku me pêvajoya pevçûnên dîrokî bi dawî kir, ez nabêjim aştî pêk hatiye, ez behsa girêdanbûna gerdûnî ya ji bo siyaset û têkoşîna legal dikim. Min dev ji tiştekî berneda. Ez dibêjim bêyî Tirkiyeya Demokratîk ev pêk nayên, niha dema wê jî nîne, erebeyê nexin pêşiya hespê. Beriya her tiştî divê Tirkiyeyeke demokratîk hebe.

Em rojên ku dîrok tê nivîsandin dijîn. Ev rojên gelekî girîng in. Her tim tê gotin, divê mirov di rojên wisa de hemû cewhera xwe rake ser piyan.

Jinûve bihêzkirina biratiya Kurd û Tirkan berpirsyariyek dîrokî û qasî wê ji bo tevahiya gelan jî girîngî û aciliyeta diyarker qezenc kiriye.

Ji bo serkeftina pêvajoyê, pêwîst û mecburiyeteke ku hemû aliyên siyasî yên li Tirkiyeyê beyî ku bikevin nava hesabên teng û demkî, însiyatîf bigirin, çêker tevbigerin û tevkariyek pozîtîv bikin.

Nûçeyên Têkildar