Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Hamleya Dewlet Bahçelî taktîkî ye yan stratejîk e?

Lêgerîna çareseriya demokratîk a di navbera Kurdên ku statuya xweseriya siyasî û mafên netewî dixwazin û dewleta Tirk, di çarçoveyeke dîrokî, civakî û siyasî de pirsgirêkeke dûr û dirêje. Rêber Apo bi ji serdema Ozal û heta roja me yê îro vê lêgerînê her di rojevê de dihêle û dema firsendê bibîne hamleyan pêş dixe.

Di pêvajoyên bi vî rengî de, divê helwest û kiryarên aliyan ên li hemberî hev, xwesteka wan a çareseriyê, bi taybet hedefên van ên stratejîk û taktîkî çine û çawane divê baş bê fêmkirin.

Tevgera Azadiyê di vê mijarê de hetim vekirî û zelal bû. Rêber Apo di vî warî de her tim qederê hevpar û wekheviya gelan esas girt û niyeta xwe eşkere anî ziman. Yanê stratejîk nêzik bû û xwest yên hemberî xwe  jî bikşîne vê armancê. Lê mixabin Dewleta Tirk û hêzên serdest ên li herêmê li hember vê nêzikatiyê bi taktîkî nêzik bûn.

Çiya ev hamleyê taktîkî ? Polîtîkayên taktîkî  bi gelemperî tevger an jî polîtîkayên ku ji bo demek kurt xwe gihandina armanêcên xwe ye. Wekî mînak desthilata AKP’ê bi salane dema li hember têkoşîna Kurdan tengezar bû  û xitimî serî li hamleyên taktîkî da û wisa xwe li ser desthilatê hişt, Heta niha li hember Kurdan xwedî stratejiyeke demokrasî û çareseriya pirsgirêkan nebû. Tenê qonaxên kin û kurt hewilda xwe xelasa bike.

Lê di serdema îro de diyalogên di navbera dewleta Tirk û Rêber Apo de ji aliyê gelek faktorên hundirîn û derve têşe digire. Ji ber v yekê Dewleta Tirk her roja ku pirsgirêkê çareser neke û bi demê re dihêle Doza azadiya Kurd mezin dibe û êdî gihiştiye asta derveyî Tirkiyê. Tirkiye êdî nikare pêşî li vê bigire û neçare xwedî projeyeke stratejîk be û li gor vê tevbigere, gavên demokratîk bavêje.

Hamle ango polîtîkayên stratejîk  ji bo armancên berfireh û demdirêj têne pêşxistin û domdar in..

Îro di çarçoveya têkoşîneke berfireh a ji bo nasname, çand û mafên siyasî yên Kurdan de, hewldana avakirina aştiyeke mayînde ya bi dewleta Tirk re, pêwîstî bi nêzîkatiyeke stratejîk heye. Ji ber ku ev diyaloga di rojevê de û nîqaşên heyî ne tenê bidawîkirina pevçûnên heyî tê meşandin. Di heman demê de di çarçoveya lihevkirineke civakî, netewî û mafên mirovan de guhertinên easasî yên mayînde dixwaze. Dîsa guhertinên mayînde yên li Tirkiyê û stratejiyeke li ser bingehê demokratîk a bi vî rengî guhertinên têkiliyên navneteweyî, aramiya herêmê û siyaseta navxweyî jî bixwere tîne.

Mixabin ji ber kodên neteperestiyê û dewleta tirk her carî li gorî guhertinên siyaseta navxweyî tedbîrên tundî girt û carna jî bi vekirina kanalên diyalogê tenê hewl da berjewendiyên xwe yên demkî biparêze. Lê edî ev ne pêkane û di asta navneteweyî de encam nagire.

Ev heqîqeteke û rasterast bandorê li niyet, armanc û hestên pêbaweriyê dike. Ji ber vê yekê kurd û aliyên demokrat li hember desthilata AKP-MHP’ê bi fikar in. Ji bo vê jî ger dewleta tirk hamleyên ku ne tenê çareseriyên demkurt, bi stratejiyeke aştî û lihevhatina demdirêj armanc bike, wê pêvajo mayîn de be. Gavên ku di siberojê de bên avêtin wê ne tenê têkiliyên nû yên Kurd û Tirk avabike, di heman demê de aramiya civakê re bibe bingeh.

Lê halêhazir  fikarên cidî hene û dewleta tirk dev ji polîtîkayên qirker bernade. Ji bo wê jî divê Kurd û dostên xwe eniyên têkoşînê hê xurttir bikin.

Çareserî ne li bendêmayînê, bi mezinkirina berxwedanê  tê û Berxwedana Tişrînê ji bo me mînakeke şênber û nûjen e.

Nûçeyên Têkildar