Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Texrîbatên bîrbiran

Li Tirkiyeyê dema ku hêzên desthilatê bi dewletên Ewropayê re pirsgirêkan dijîn, peyva wan a yekem bi kar tînin li ser olê ye. Bi gotina, ”Heke Tirk ne bûbana misilman wê ev pirsgirêk nehatina jiyîn” hewl didin xwe ‘mafdar derxin’. Heta vê gotinê kûrtir dikin û pirgirêka heyî dişibînin “Seferên Xaçperest”.

Bêguman, mirov dikare Seferên Xaçperest weke mijareke din bigire dest. Dîsa jî mirov dikare li ser armancên wê û ji aliyê kê ve li dijî kê tê kirin nîqaş bike. Heta mirov dikare bi roja me re bîne beramberî hev. Di vî alî de dikarin ji gelek materyalan sûd werbigirin. Lê di vir de aliyê ku bi rastî divê li ser bisekinin ne ev e. Zêdetir, dewleta Tirk dema bi dewletên Ewropayê re pirsgirêkan dijî, derdikeve derveyî mijarê û dike giştî. Bi vê giştîkirinê re hewl dide di ser Rojhilata Navîn re li Kurdistanê pêk tîne û vê yekê di hişmendiyê de bi cih bike.

Sedema ku me di destpêka mijarê de mijareke wisa bi bîr xist ew e ku Wezîrê Derve yê Tirk Hakan Fîdan di daxuyaniya hefteya derbasbûyî hewl dide ku “Seferên Xaçperest” zindî bihêle. Armanca vê bîrxistinê dixwazin li hemberî PKK’ê û gelê Kurd bi -mezhebên cuda- yên ku bi giranî misilmantî qebûl kirine dewleta Tirk, Iraq û Sûriyeyê re eniya şer a hevpar ava bike.

Hakan Fîdan bi rastî bi bangê re hevsengiyek hêsan ava dike û metafor kiriye. Bi vê metaforê re hewl dide di hişên mirovan de bîrbirek (algi) çewt, xapînok û şerê psîkolojîk bide çêkirin. Lêbelê, ev bîrbira ku were afirandin li ser bingeha rûxandinê ji nû ve hatiye avakirin. Rastiya gelê Kurd a ku bi oldariya xwe li Rojhilata Navîn tê qebûlkirin, gihandina zanyarên di nava alema misilman tune tê dîtin. Weke ku PKK ji nav vî gelî derneketiye û rastiya ku di bin tu şert û mercan de ol û îslamê red nekiriye û her tim rêzdarî nêzîkî olê bûye, tê veşartin. Bi vê re di nava Têkoşîna Azadiyê ya ku PKK pêşengiya wê dike kesayetên bijarte yên wekî mele Abdullah derketine û kesayetên wisa rêzdar her tim wê derkevin û cihê xwe di nav vê de wê bigirin.

Divê were bîrxistin ku li hemberî Seferên Xaçperest ên bi armanca serweriya leşkerî û siyasî li ser vê xaka ku giranî milsiman in hatibû destpêkirin, kesayetekî wekî Selahaddîn Eyûbî yê ku Kurd e derket holê. Her wiha divê mirov mijareke din jî bi bîr bixe. Ew jî beriya komploya navneteweyî gelek rewşenbîr û nivîskarên ku girîngiyê didin derketina şoreşgerî ya Rêber Apo û cihê wê di nava gelên Rojhilata Navîn de dîtin û li gorî wê dahûrandin kirin, pirsa “Selahaddînê Eyûbî yê duyemîn derdikeve holê” pirsîn. Şibandineke bi vî rengî kirin. Li hemberî rastiyeke wisa, divê were qebûlkirin ku metafora li ser rûxandina diziyê hatiye kirin derbas kiriye. Jixwe mirov ji kesekî pisporê şerê qirêj-taybet ji vê wêdetir tiştekî din hêvî nake.

Bêguman, bi van hemû tiştên hatin gotin re bangewaziya Hakan Fîdan li xwe mikur hatina bêçareyî û lawaziya dewleta Tirk a li hemberî PKK’û nîşan dide. Bi gelemperî hin kesayetiyên ku li ser navê dewleta Tirk daxuyaniyê didin dem bi dem li xwe mikur hatibin jî ev bangewaziya dawî hinekî ji yên din cudatir e. Ji ber ku Kurdên ku piraniya wan misilmanin li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn, rasterast “dijminê hevpar” îlan kir û banga ‘şerê bi hev re” kir. Ji aliyekî din ve, hempîşeyî wî yê Iraqê hewceyî pê nedît ku bersivê bide bang û daxwazên Hakan Fîdan. Tenê di çarçoveya rojeva xwe de daxuyanî da.

Tê famkirin ku Hakan Fîdan di serdana Bexda-Iraqê de tiştên dixwest bi dest nexistiye. Jixwe ne gengaz bû ku encamek cûdatir derketiba holê. Ji ber ku beriya serdana Hakan Fîdan, SÎHA’yên dewleta Tirk herêma Batufayê ya ku nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê ye bombebaran kirin û di encamê de du leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û leşkerek jî birîndar bû. Her çendî vê êrîşê qebûl nekir û hewl da ku têxe stûyê PKK’ê jî, bi ser neket. Berê li Zaxoyê û beriya wê jî li Sidekanê heman êrîş pêk anîbû û di nava wan de leşkerên payebilind ên Artêşa Iraqê hebûn, hin leşkerên Iraqê hatibûn kuştin.

Serdana Hakan Fîdan a Bexda-Iraqê di bin vê êrîşa dawî de pêk hat. Di rastiyê de, ji bo bersiva peyama vê êrîşê bigire çû Bexdayê. Ji ber vê yekê çapemeniya wan weke ku dengê xwe bilind kiriye wî derxistin pêş. Rayedar û berdevkên dewleta Tirk berê jî piştî êrîşan heman helwest nîşan dabûn û hewl didan ku zextê li ser rejîma Iraqê bikin. Lê xuyaye ku Hakan Fîdan ji serweriya HTŞ’ê ya ku desthilatî ji rejîma Baasê dewr girt cesaret girtiye û vê carê dengê xwe bilind kir. Lê encameke ku ne li bendê bû derket holê.

Tê gotin ku Hakan Fîdan piştî serdana Bexda-Iraqê wê biçe Erebistana Siûdî. Her çendî ev serdan weke “Bi armancên bazirganiya ji bo parastina hewayê” ragihandin jî aşkere ye ku dixwazin peyamekê bidin welatên misilman ên Rojhilata Navîn. Nêzîkatiya Ereb-Îsraîl a piştî hevpeymanên Îbrahîmî û Hevpeymana Rêya Enerjiyê û Bazirganiya Hindistan-Ewropayê (ÎMEÇ) derket holê û dîsa agirbesta Hamas-Îsraîlê piştî vê çêbû.

Dewleta Tirk a ku li welatên Ereban ketiye nava lêgerîna dijî Kurdan bê çiqasî encamê bigire mijara nîqaşê ye. Heta di encamgirtina vê qet nîne. Sedemên vê hene. Beriya her tiştî tê dîtin ku dewleta Tirk li welatên Ereban weke bermahiyeke Împaratoriya Osmanî hiştiye û piştî avabûna xwe li hemberî welatên Ereban cihê xwe girtiye. Di vê çerçoveyê de hewldana dewleta Tirk a ku bi dewletên Ereb re li dijî Kurdan eniyekê ava bike, ji destpêkê ve têkçûyî ye. Helbet dema ku em dibêjin welatên Ereb, mebesta me ne ew e ku tora têkiliya di navbera dewleta Tirk a bi komên çete yên wek SMO’yê de hatiye avakirine.

Bi van tiştên hatin destnîşankirin re divê misilmantiya dewleta Tirk divê nava gelên Ereb de bê nîqaşkirin. Xalîfetî çawa birin Stenbolê, zilma ku Osmaniyan li ser gelê Ereb kiriye bûye mijara pirtûk û çîrokan û hîn dibe mijar. Li hemberî vê paradîgmaya Rêber Apo bi qasî rêgeha gelên Rojhilata Navîn e, ew qasî rêgeha gelên Ereb-Misilman e û hiştiye ku hîn bêhtir yekitî û wekheviya Kurd-Ereb derkeve pêş. Ji ber vê yekê ne mimkûn e ku gotinên dewleta Tirk ên weke ku ew li hemberî “Seferên Xaçperest” e, îdia dike ku ew yekitiya welatên Erban diparêze û peyama hewl dide bide welatên misilman ên Rojhilata Navîn wê tu carê cihê xwe negire û wê muxatabekî nebîne. Wê tenê bi vê re nemîne, weke “nameyek” ku navnîşana wê tuneye li holê bîmîne.

Nûçeyên Têkildar