Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çav li Îmraliyê ne

15’ê Sibata 1999’an ji bo gelê Kurd ne rojek ji rêzê ye. Di vê rojê de hêzên navneteweyî li dijî Rêber Apo komploya herî mezin a cîhanê pêk anîn. Ev komploya bi dîlgirtina Rêber Apo û bi radestkirina wî ya Tirkiyeyê dawî bû, rê li ber pêvajoyeke nû vekir.

Di van 26 salên derbasbûyî de hêzên komploger bi polîtîkayên tecrîdê xwestin îradeya Rêber Apo teslîm bigrin. Ev polîtîkaya tecrîdê bûye yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsa Kurd. Rêber Apo li dijî pergala qirkirin û înkar bi pêşxistina paradîgmaya Neteweya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê bersiv da komplogeran. Tevî hemû astengiyên pergala tecrîdê jî, fikrên Rêber Apo gihîştin bi milyonan kesî.

Têkoşîna Rêber Apo û paradîgmaya ku wî pêş xist ji bo aştiya civakî rê nîşan da. Gelê Kurd û dostên xwe li her devera cîhanê bûn şopdarên vê paradîgmayê. Mezinbûna vê berxwedanê, têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo xurtir kir. Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandin bi gelê Kurd û dostên wan ve sînordar nema. Li çar aliyên cîhanê kesên ku qete bi çavên serê xwe Kurd û Kurdistan nedîtine jî bi armanca azadiya Rêber Apo daketin qadan. Doza azadiya wî kirin û xwedî li fikir û ramanên wî derketin. Ji ber vê yekê îro nîqaşkirina Rêber Apo di qada navneteweyî de ewqas bi nirx û girîng tê dîtin.

Bi taybet piştî hevdîtinên heyeta Îmraliyê peyamên ji ku aliyê Rêber Apo ve hatin ne tenê di civaka Kurd de, di hamû alyên damokratîk û hêzên aştîxwaz de jî moral û motîvasyonek xurt da ava kirin. Bi nêzbûna salvegera 26’an a komploya navneteweyî asta azadiya daxwaza Rêber Apo jî ji her demê zêdetir bilind bûye. Bi taybet di çarçoveya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” diyare ku ji niha ve gelek plansaziyên xurt hatine kirin. Di çarçoveya van plansaziyan de wê di salvegera kompoloyê de li bajarê Fransa Strasboûrgê mîtîngek navendî were li darxistin. Ji dijî komployê ne tenê li Ewrûpa li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê jî wê çalakiyên girseyî bên li darxistin. Jixwe li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi pêşengiya DEM Partî û DBP ji serê mehê ve civînên gel tên li darxistin. Di van civînan de bahsa peyamên Rêber Apo ên bi rêya heyeta Îmraliyê hatibûn parvekirin ji gel re rên ragihandin û hem jî ji bo li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hêzek xurt ya civakî derkeve holê xebat tên meşandin.

Xwedî derketina gel a li Rêber Apo û peyamên wî, sekin û berxwedana wî ya li dijî pergala qirkirin û êşkenceyê de jî xurt dike. Di encama vê berxwedana 26 salan de tevî hemû astengiyan jî Rêber Apo ji sekna xwe ya şoreşgerî tavîz neda û ji hemû gelên azadî xwaz re bû hêviya herî mezin ya azadiyê. Ji ber vê yekê deng ango peyamek ji Rêber Apo ne tenê di civaka Kurd de di hemû civaka pêşverû de kelecanek mezin dide avakirin.

Niha bi milyonan Kurd û enternasyonal li bendê ne ku ji Îmraliyê peyamek were. Gotegot hene ku wê di salvegera komployê de ji Îmraliyê ango ji Rêber Apo peyem were. Em bala xwe didinê ev îhtîmal ger peyam were ku di civakê de kelecanek ewqas mezin daye avakirin ger bi rastî jî ji Rêber Apo peymek, wêneyek ando dîmenek were wê demê hêza ku li dora Rêber Apo kom bûye wê qatbiqat mezintir bibe.

Bêguman dewleta Tirk a qirker û faşîst jî bi armanca teslîmgirtina gelê Kurd û pêşengên wê, di çarçoveya pergala qirkirin û êşkenceyê de di nava hewldanan de ye. Divê neyê ji bîrkirin ku rewş didibe bila bibe wê dewleta Tirk dev ji siyasta xwe ya dij-Kurd bernade. Ji bo dawî li vê zîhniyeta genî ku xwe li ser dijberiya Kurdan dide avakirin pêwîste ji her demê zêdetir têkoşîna azadiyê were mezinkirin. Ev tekoşîn em bahsa wê dikin jî divê li dora Rêber Apo û fikrên wê pêş bikeve. Têkoşîna ku ji rastiya civakî dur û xwe nespêre bingehek zanistî ne mumkune ku bi ser bikeve. Ji serkeftina têkoşîna gelen Rêber Apo hemû di parêznameyên xwe de hemû rê nîşan dane. Di vir de ya girîng ewe ku di çarçoveya van rastiyan de em rêya xwe ya rast bibînin û ala têkoşînê heya azadiyê bilind bikin. Ger têkoşîna azadiyê li ser vê bingehê pêş bikeve ez di wê baweriyê de me ku emê di rojên nêz de Rêber Apo di nava xwe de li welatê azad bibînin.

Ji bo em bikaribin xwe bigihînin wan rojan asta ku wê di çalakiyên 15’ê Sibatê de derkeve holê pir girîng e. Partî, sazî, rêxistin, komel û tevgerên Kurd ên ku di ferqa girîngiya vê de ne ji niha ve serferber bûne û bang li herkesî dikin ku dakevin qadan. Divê ev bang ji rêzê neyên dîtin. Çalakiyên îsal ên şermezarkirina komploya Navneteweyî wê neşibin yên salên berê. Wisa diyare ku wê îsal Kurd û dostên wan mohra xwe li van çalakiyan bidin.

Ji niha ve dema mirov dengê azadiyê yê ji qadên mitîngan bilind dibe difikire laşê mirov dilerize û dikeve nava kelecanek mezin. Divê em vê kelecana xwe winda nekin û dengê xwe li qadên mitîngan tevlî dengê bi milyonan bikin.

Nûçeyên Têkildar