Rêberê Gelan Abdulah Ocalan 26 sal in di pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê de tê girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li seranserê cîhanê çalakî tên lidarxistin. Berxwedana Rêber Apo, gerîla û gel hişti ku şandeya DEM partiyê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. Şandeya ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê di 28’ê Kanûna 2024’an û 22’yê Çileyê de li Îmraliyê hevdîtin pêk anî. Şandeya Îmraliyê kurt be jî peyamên Rêber Apo bi raya giştî re parve kirin û peyaman di nava civakê de rê li ber hêviyên aştî, azadî û çareseriyê vekir.
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê Muhîttîn Mûgûç têkildarî hevdîtin û nêrînên Rêber Apo ji Ajansa Welat re axivî. Muhîtîn Mûgûç diyar kir ku hevdîtinên ku bi Reber Apo re hatin kirin ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn girîng in û got: “7 xalên ku hatin parvekirin ji bo gelên Tirkiyeyê dê li ser vê axê çawa bi hev re hevpar bijîn wek nexşeyê ye. Peyama ku hat parvekirin ji bo çareseriyê pir zelale lê divê Parlamentoya Tirkiyeyê jî bi zelalî wek qanûnî gavan biavêje û xwedî li pêvajoyê derkeve.”
Mûhîttîn Mûgûç anî ziman ku dewleta Tirk nasname, çand, ziman û hebûna Kurdan nas nake û wiha domand: “Daxwaza gelê Kurd a yekemîn jî bi awayekî hiqûqî naskirina nasnameya wan e. Heke gava yekemîn bi awayekî hiqûqî pêk neyê baweriya kesekî ji bo çareseriyê dewletê çênabe. Ji ber ku di salên 2013-2015’an de kesên ku di ‘pêvajoya çareseriyê’ de cih girtin hemû hatin darizandin. Ji bo pêvajoyeke çareseriyê divê partiyên siyasî bi zelalî nêzîkî pirsgirêka Kurd bibin û piştgiriyê bidin pêvajoya hevdîtinên bi birêz Ocalan re. Heke piştgiriyê nedin jî divê nebin asteng. Armanca saziyên sivîl jî jixwe ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di nav gel û pergalê de bibin pir. Divê ji her aliyê ve çi bikeve ser milên saziyên sivîl û partiyên siyasî bikin û xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”
Muhîttîn Mûgûç diyar kir ku ew wek OHD’ê piştgiriyê didin pêvajoyê û dixwazin ev pêvajo ji aliyê rê û rêbazan ve bi zelalî bê diyarkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza me ew e ku di destûra bingehîn de nasnameya gelê Kurd bê naskirin. Heke ku nasnameya gelê Kurd wek qanûnî bê naskirin, em jî wek OHD’ê ji aliyê hiqûqî ve ji bo avakirina destûra bingehîn ku pêşerojê were amadekirin dixebitin. Pêşniyarên çawa bên kirin, em li ser wan bixebitin. Em hêvî dikin ku ev pêvajo bibe sedama aştî û azadiyê.”
Muhîttîn Mûgûç: Peyama birêz Ocalan ji bo çareseriyê nexşe ye