Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Li aliyekî zext û zordarî li aliyê din jî krîza aborî her roj diran dibe

Krîza aborî ya her ku diçe giran dibe bandor li ser girtîgehan jî dike û girtiyên siyasî pisgirêkên di alî aborî de dijîn parve kirin û wiha gotin: “Şert û mercên me di asta negatîf de didomin. Texrîbatên aborî û manewî giran bûne.”

Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyêji aliyekî ve tecrîda desthilata faşîst a AKP-MHP’ê, li aliyên din jî krîza aborî û manewî her roj girantir dibe. Bêguman li girtîgehan jî mexduriyeta herî giran jin dijîn. Krîza aborî ya bandor li hemû qadên jiyanê kiriye, li girtîgehan her diçe giran dibe. Girtiyên siyasî yên girtîgeha jinan a Amedê pirsgirêkên aborî yên dijîn parve kir.

Girtiyên siyasî beriya pirsgirêkan ragihînin wiha gotin: “Rayedarên hêja, em dixwazin diyar bikin ku me gelek caran der barê muameleya ku me dîtiye de ji sazî û rêxistinên pêwendîdar re agahiyên nivîskî şandine. Bi taybetî, em dixwazin mijarên ku şert û mercên me yên aborî dijwar dikin bînin ziman.”

Girtiyan der barê xurek û hîjyena li girtîgehan de jî wiha gotin: “Der barê xwarinên ku ji girtîgeha vekirî tên de rewşên şênber ên ku gefan di warê paqijî û tenduristiyê dixwe, hatin jiyîn. Mînak di xwarin û nan de têl, mû û kevir têne dîtin. Menû di asta ku nayên xwarinê de ne. Carinan du cûre xwarin bi hev re têne pêşkêş kirin, carinan jî hewl didin menuyê bi şorbeyên cihêreng ên ku qet nayên vexwarin dagirtin. Ji ber vê yekê ji sedî 80 ê xwarinê diçe çopê.”

Girtiyan diyar kirin ku ji ber hîjyenê û xwarinên nayên xwarin neçar dimînin ji kantînan tiştan bigirin lê ji ber mehê herî kêm du caran buha tê zêdekirin hêza wan ya girtinê kêm dibe û gotin: “Ji sê kantînan em bi sînor fêdeyê digirin. Mehê herî kêm du caran zem tên kirin. Hêza me sînordar dimîne. Xurekên wekê şîr, mast, gwîzan yên alî vîtamînan de dewlmendin, bihane û em nikarin bigirin.”

Girtiyan balkişandin ser ped û berhemên paqijiyê û gotin: “Hevalên me yên ku mehane hatina wan tuneye, kêm alavên paqijiyê didin wan. Menûya nexweşan jî bi xurekên terza diyetê tên derbaskirin. Koxuşa 9-8 kesî mehaneya wan ya kantînê 18 hezare. Ji sedî 80’ê alavên paqijî û hîjyenê ne. Xurek jî herî zêde cureyên biskuvîtan e. Xurekên din bihane.”

Girtiyan di dawiyê de diyar kirin ku der barê mijarê de gelek caran serlêdan kirine lê tevî vê bersivek negirtine û heman pirsgirêk didomin. Girtiyan wiha gotin: “Her çend me pirsgirêkên ku di derbarê xwarin û avê de dijîn ji saziyên pêwendîdar re ragihand jî tu başbûnek çênebûye. Dema me giliyên xwe şandin dozgeriyê ku meqama bilind e, ti encamên erênî derneketin. Di encamê de şert û mercên me di asteke neyînî de berdewam dikin. Zirara madî û manewî kûrtir bûye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar