Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

‘Em ê li mala xwe rûnenên, nelirêtiya qeyûman teşhîr bikin’

Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş diyar kir ku ew ê hemû nelirêtî û bêûsiliyên qeyûman teşhîr bikin û wiha got: “Em ê li mala xwe rûnenên û nehêlin bêhn bê ber wan. Êdî em ê her gava wan teşhîr bikin.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê şaredariyên ku di hilbijartinan de winda kirin, hewl didin bi darbeya qeyûman desteser bikin. Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an û vir ve li 10 şaredariyan darbeya qeyûm hat kirin. Ev jî şaredariyên Colemêrg, Esenyûrt, Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih, Xelfetî, Dersim, Pulur, Miks, Akdenîz û Sêrt e. Li dijî darbeya qeyûm gel jî xwedî li îradeya xwe derdikeve.

Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş derbarê darbeya qeyûman de axivî. Alagaş anî ziman ku desthilatdarî naxwaze Kurd xwedî mafekî be, naxwaze xwe bi rê ve bibe û got, “Hatibe hilbijartin jî mafê xwerêvebirinê ji Kurdan re nabîne. Nêrîna wan bi vî rengî ye; ew bindest in û tenê dikarin bêne birêvebirin, tenê dikarin xizmetê bikin. Kurdan weke xizmetkaran dibînin. Ji ber vê yekê Kurd rêveberan ji xwe re hilbijêre jî desthilatdarî hewl dide bitepisîne. Tu tevlî hilbijartinê dibe, bi ser dikeve lê piştre dibêje ‘Min ne eciband, tu nikare bibe îrade’ û qeyûm tayîn dike. Em ê vê li ku bi cih bikin? Hilbijartin bi navê demokrasiyê tê kirin. Cîhan hemû tê xapandin. Ev yek nenaskirina îradeya Kurdan e, nenaskirina mafê diyarkirina rêveberên xwe ye.”

Alagaş diyar kir ku hefteyeke ew li ber şaredariyê çalakiyê dikin, her roja Înê wê li ber avahiya şaredariyê bin û got, “Ne tenê bi daxuyaniyan, bi çalakiyên cuda jî em ê qeyûm teşhîr bikin. Em ê hemû karên nelirê û bêûsil ên qeyûm teşhîr bikin. Em ê li mala xwe rûnenên û nehêlin bêhn bê ber wan. Êdî em ê her gava wan teşhîr bikin. Ji xwe her gaveke wan bêhiqûqî û desteserkirina maf e. Hebûna wan a li wê derê bi xwe desteserkirina maf e. Mînak avahiya xizmetê ya şaredariyê niha veguheriye qereqolê. Êdî ne avahiyeke xizmetê ye. Li hewşa wê wesayitên binçavkirinê û hêzên polîsan hene. Mirovekî li wê derê binihêre ne avahiya xizmetê, lê qereqolê dibîne. Bi vî rengî tu yê çawa xizmetê ji mirovan re bike? Em ê nehêlin bêhn bê ber wan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar