Berdevkê Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhat Şamî der barê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê SMO yên ji Channel 8 Kurmancî re axivî. Ferhat Şamî anî ziman ku di destpêka êrîşên ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê de tîmeke MÎT’a Tirk hatin xwe li herêmê bi cih kir û anî ziman ku ev tîma MÎT’ê ya Tirk niha di destê wan de ne.
Ferhat Şamî ev agahî parve kir: “Gelek kesên ku niha li Şamê û Helebê rûye xwe digirin piranî MÎT’a Tirk in. Niha belge û vîdeo di destê me de hene. Bi taybetî di êrîşên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê tîmeke MÎT’a Tirk heye. Ew tîma MÎT’a Tirk niha di destê me de ne, me wan girt. Di demên pêş de em ê vîdeo û belgeyên wan ên li xwe mikur hatine ji raya giştî re belav bikin. Dewleta Tirk niha raste rast xwe di nava hemû saziyên Sûriyeyê de xwe bi cih kiriye. Di nava artêş û îstîxbaratê de xwe bi cih dike. Heta xwe di nava şîrketên aborî, şîrketên telefonan û înternetê de bi cih dike. Li navendên bajaran bi taybet li Heleb, Hums û Hamayê xwe bi cih dike. Dixwaze Sûriyeyê di warê siyasî, leşkerî û heta çandî de têxe destê xwe.”