Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

YRD: Rojnamevan Azîz Koyluoglû şehîd bû

YRD’ê diyar kir ku 27’ê Çileyê dewleta Tirk bi rengekî tirsonekî li Ranyayê êrîş pêk anî û di encamê de rojnamevan Azîz Koyluoglû şehîd bû. YRD’ê got, “Helbet pênûsa hevrê Azîz li erdê namîne, deng-gotina wî dê hîn xurttir bibe.”

Koordînasyona Giştî ya YRD’ê têkildarî şehadeta rojnamevan Azîz Koyluoglû daxuyanî da. Daxuyaniya YRD’ê bi vî rengî ye:

“27’ê Çileyê di êrîşa dewleta Tirk a li Ranyayê de hevrêyê me yê hêja Azîz Koyluoglû şehîd bû. Di serî de serê malbata wî ya hêja, hemû kadroyên ragihandinê û yê gelê me sax be. Em soza xwe dubare dikin û dibêjin, em ê têkoşîna ku hevrê Azîz ji me re hiştiye bilind bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin.

Bêguman, hevrê Azîz ji ber ku rûyê dewleta Tirk a qirker-dagirker-mêtînger teşhîr dikir, di vê çarçoveyê de rojnamevanekî baş û mîlîtanekî azadiyê bû û ji ber ku bi hezkirina welat tijî bû, hate hedefgirtin û qetilkirin. Ên ku ji pênûs û gotina hevrê Azîz rehetsiz dibûn, bi êrîşekî tirsonek berê xwe dan wî, bi vî awayî xwestin dengê heqîqetê bidin sekinandin. Lê divê bizanibin ku hevrê Azîz jî wekî yên berî xwe berdêl dayîn berçav giriye û ketiye vê karwanê, di her kêliya xwe de wek neferekî doza azadiyê tevgeriyaye û vê alê bi awayek xurt dewrî me kiriye. Sekna hevrê Azîz li hemberî dijmin serî natewîne. Ev sekna wî sekn û helwesta her hevalê wî yê ciwan e. Vê êrîşê paşde gav bi hevrê Azîz neda avêtin û wê paşde gav bi me jî nede avêtin. Berovajî wê azweriya têkoşîna me mezintir bike.

Hevrê Azîz di sala 1976’an de li Amedê ku sembola îradeya azad a gelê me ye, hatiye dinê. Di nava malbatekî ku nirxên welatparêziyê lê xurt in de mezin bûye û di temenekî biçûk de rastiya dijmin a faşîst-qirker-mêtînger nas kiriye. Li hemberî vê bi her awayî di nav têkoşîn û berxwedanê de bû. Di destpêka salên 2000’î de di Çapemeniya Azad de cih girt û ji nûçegihantî-kameravantî bigirin heta edîtorî, mudurê nûçeyan û heta derhênerê giştî ya weşanê di her xebatê ragihandinê de cih girt. Hevrê Azîz di van peywîrên xwe de bûye xwedî seknekî mînak û bi hevalên xwe re parvekirin û perwerde kirina wan, ji xwe re kiribû felsefeya jiyanê. Bi giraniya xwe ya jiyanê û rûkeniya xwe re her tim ji hevalên xwe re rê nîşan da. Hevrê Azîz her tim pêşengî kir û her tim bû evîndarekî gel. Ji bo çanda gelê me yê qedîm bijî têkoşîn meşand. Em bawerin bi qasî hevrê Azîz ên ku hevrê Azîz perwerde kir jî wê bersiva pêwîst bide dijminê ku ji her cure exlaq û nirxê mirovî bêpar maye û wê siberojên me yên azad garantî bikin.

Hevrê Azîz ji Hewlêrê heta Silemaniyê û Kerkûkê, ji wir heta Mexmûrê û her dera başûrê Kurdistanê xebat meşand. Dîsa ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê heta Efrînê li her cihê di her astê de xebatên weşanê ya ragihandinê meşand. Hevrê Azîz tenê nenivîsand, bi qasî vê axivî û ji bo dijminê qirker-dagirker teşhîr bike hemû derfetên di destê xwe de bi kar anî. Hevrêyê me yê ku di xebatên rojname, ajans, TV û herî dawî jî medya dîjîtal de xebatên bi çalak meşandiye, her tim behsa girîngiya xebatên ragihandinê kiriye û di têkoşîna li hemberî dijmin de bal kişandiye rola diyarker a vê qadê.

Bêguman wê pênûsa hevrê Azîz li erdê nemîne, deng û gotina wî hîn geştir derkeve. Nirxên têkoşînê yên ku hevrê Azîz hiştiye, wê ji aliyê her kadroyê ragihandinê ve were mezinkirin û wê bibe haveyna pêşeroja azad a gelê me. Yanî, jiyana azad wê watedar bibe û were avakirin.

Kevneşopiya ragihandinê ya ku çavkaniya xwe ji Mazlûman, Gûrbeteliyan û Apê Mûsayan digirt û bi Seyîd, Karwan, Rosîda, Gulîstan, Hêro, Nazim û Cihanan bi biryardarî didomiya, bi şehadeta hevrê Azîz re hîn xurtir bû û têkneçûna vê kevneşopiyê careke din hate ispatkirin.

Dijminê faşîst çi dike bila bike, serî li kîjan rêbazên dermirovî bide jî wê encam negire. Hêza wî têra neke ku rastiyê di tarîtiyê de bihêle. Çapemeniya Azad, mîna duh wê îro jî wek Azîz, ji Azîzan û şehîdên ku vê kevneşopiyê afirandine hîn zêdetir tiştan fêr bibe û wê bi hîn zêdetir karkirinê re vê kevneşopiyê bi serkeftinê tacîdar bike.

Bi vê wesîleyê careke din serê malbata hêja ya hevrê Azîz, hemû endamên YRD û gelê me sax be. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar