Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO di 7’ê Kanûna 2024’an û vir ve bi dijwarî êrîşî bajarê Minbicê kirin û çeteyên wê gihaştin herêma bendava Tişrînê ya 30 km li başûrê Minbicê û pira Qereqozaqê ya 30 km li başûrê Kobanê. Li wan deveran şervanên Hêzên Sûriyeyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedaneke lehengî dikin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji şervanên HSD û YPJ’ê derbên giran dixwin, li ber çavê cîhanê êrîşî sivîlan dikin û komkujiyan pêk tînin.
Ajansa ANHA’yê der barê komkujiyên dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê de belge berhev kirin. Êrîşên dagirkeriya Tirk ên zêdetirî mehekê ye dewam dikin. Di 2 êrîşên balafirên bêmirov ên li dijî malên welatiyên li gundên Musterîha û Sefyan de, di 8 û 10’ê Kanûnê de 2 komkujî pêk hatin. Di encamê de 20 welatî şehîd bûn.
Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku di 8’ê Kanûnê de 3 endamên wê li Minbicê bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne.
Di 11’ê Kanûnê de li ser Pira Qereqozaqê di encama gulebarana rasterast a çeteyan a li ser sivîlan de jineke bitemen hate qetilkirin. Di heman rojê de ambulanseke Nexweşxaneya Kobanê hate bombebarankirin, di encamê de ajokar û birîndarekî di ambulansê de bû, şehîd bûn.
Di encama topbarana artêşa Tirk a li ser gundê Cadê de 2 zarok hatin qetilkirin. Di topbaraneke din de jî ku di 12’ê Kanûnê de pêk hat, dayikek û zarokek hatin qetilkirin.
Di 13’ê Kanûnê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwediyê xwaringeha El Şehbender a Minbicê qetil kir.
Nûçegihana me Cîhan Bilgîn û rojnamevan Nazim Daştan di 19’ê Kanûnê de li ser rêya di navbera Sirîn û bendava Tişrînê ya li başûrê Kobanê de di êrîşa balafireke bêmirov de şehîd bûn.
Di 8’ê Çileyê de dema karwana gel berê xwe dida bendava Tişrînê dewleta Tirk a dagirker karwan hedef girt û komkujiyek pêk anî. Di encamê d 5 welatî şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.
Di êrîşên dagirkeran ên mehekê li dijî çalakgerên li ser Bendava Tişrînê de bi giştî 24 welatî şehîd bûn û 221 kes jî birîndar bûn.
Di 10’ê Çileyê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê maleke welatiyan bombebaran kir, di encamê de 4 welatî şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.
Di 10’ê Çileyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di encama êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Dêrikê de, 2 sivîl birîndar bûn.
Di 12’ê Çileyê de di encama êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk li çiyayê Kezwanan yê bakurê rojavayê Hesekê de welatiyek birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Hesekê. Dûre ji ber giraniya birinê şehîd bû.
Dewleta Tirk a dagirker di 27’ê Çileyê de li gundê El Cemas ê gundewarê bajarê Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî, di nav de 2 zarok bi giştî 3 kes şehîd bûn.
Di 28’ê Çileyê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Sirînê sûka gel bombebaran kir, di encamê de piranî zarok 13 kes şehîd bûn.
Di êrîşa 28’ê Çileyê ya li dijî gundê Um Hermelê yê Zirganê yê kantona Cizîrê de jî 3 welatî şehîd bûn û 9 kes birîndar bûn.
Roja 6`ê Sibatê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk çalakvanên li bendava Tişrînê bombebaran kir, di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Di 8’ê Sibatê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker gundê Aşmê Iwêna yê başûrê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de 9 sivîl ku piraniya wan zarok bûn, birîndar bûn.
Duh êvarî jî, dewleta Tirk a dagirker gundê Xatûniyê yê bakurê rojhilatê bajarê Curniyê yê kantona Tebqayê bi çekên giran topbaran kir, di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Mûrad şehîd bû.
Li gorî detayên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di encama êrîş û bombebarana dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, nava 2 mehên dawîn de 82 sivîl şehîd bûn û zêdetirî 250 sivîl jî birîndar bûn.