Rojnameya Xwebûn ku hefteyê rojekê tê çapkirin, vê hefteyê bal kişand ser peyama ku li bendê ye Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di rojên pêş de bi raya giştî re parve bike. Nivîskar Cahît Kirkazak, balê dikişîne ser hevdîtinên li Îmraliyê û bandora wê ya li ser civakê. Cahît Kirkazak destnîşan dike ku peyamên Rêber Apo hevî daye gel û çavê hemû kesan li daxuyaniya ku tê payîn di rojên pêş de were dayîn.
Rojnameyê di surmanşetê de cih da nivîsa Kurdistan Lezgiyeva ya bi sernavê “Sibat edî ne çarenûsa tarîtiyê ye” û destnîşan kir ku Sibat wekî meha dawî ya zivistanê de bibe destpêka biharê. Rojnameyê di bin manşetê de jî cih da nivîsa Sorgul Şêxo ya rûpela jinê. Nivîskar Sorgul Şexo bi sernavê “Heca kurdên Rojava: Bendava Tişrîne” balê dikişîne berxwedana gelê Rojava ya li ser Bendava Tişrînê.