Dewleta Tirk her çiqas di berê de jî bi rêya çeteyên DAIŞ’ê gelek caran êrîşî rojnamevanên çapemeniya azad kiriye, lê ji sala 2019’an ve bi rêya balafirên bêmirov û hinek car jî bi topbaranê êrîşek berfireh li ser kedkarên çapemeniya azad daye destpêkirin. Di encama van êrîşan de 21 rojnamevan şehîd û birîndar bûne.
Li gorî daneyên Rojnewsê berhev kiriye ji 2019’an heta niha êrîşên li ser rojnamevanên çapemeniya azad wiha ne:
Di 11’ê Cotmeha 2019’an de rojnamevan Wedat Erdemçî li Serêkaniyê di encama êrîşek asîmanî ya dewleta Tirk de şehîd bû.
Roja 13’ê Cotmeha 2019’an de li Serêkaniyê di encama bombebarana artêşa Tirk de nûçegihanê ANHA’yê Seîd Ehmed û nûçegihanê Çira TV Mihemed Hisên Reşo şehîd bûn.
Roja 13’ê Cotmeha 2019’an li Girê Spî wesayîta ku Rojnamevan Dilovan Gever tê de bû ji aliyê balafirek bê mirov ve hat bombebarankirin. Di encama êrîşê de Dilovan Gever şehîd bû.
Di 2019’an de endamê çapxaneya Free Bore Meringer Zizis Sinke, di bombebarana li Til Temirê de şehîd bû.
Di 4’ê Cotmeha 2022’an de lêkolîner, arşîvan û rojnamevan Nagîhan Akarsel, di encama êrîşa çekdarî ya MÎT’a Tirk de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li nêzî mala xwe hat şehîdxistin.
Di 19’ê Mijdara 2022’yan de li bajarê Dêrik yê Rojavayê Kurdistanê Nûçegihanê ANHA’yê Îsam Ebdullah di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bû.
Di 23’yê Tebaxa 2023’yan de wesayîta JIN TV li ser rêya Qamişlo-Amudê hat bombebarankirin. Di encama êrîşê de Karmende kanala JIN TV Necmedîn Feysel Elhec Sînan şehîd bû û Nûçegihana JIN TV Delîla Egîd jî birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker di 8’ê Tîrmeha 2024’an de êrîşeke hewayî li dijî wesayîta xebatkarên Çira TV û Çira FM kir ku li Şengalê bi wesîleya salvegera Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an nûçe dişopandin. Di encama topbaranê de 3 rojnamevan û 4 kesên di rê re derbas dibûn, birîndar bûn. Mûrad Mîrza jî birîndar bû û 11’ê Tîrmeha 2024’an şehîd bû.
Dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Tebaxa 2024’an de wesayîta rojnamevanan li Seyîdsadiq a Silêmaniyê bombebaran kir. Di êrîşê de Hêro Behadîn û Gulistan Tara yên xebatkarên çapemeniya azad şehîd bûn û 6 rojnamevan jî birîndar bûn.
Di 16’ê Kanûna 2024’an de li ser rêya Bendava Tişrînê-bajarê Sirînê wesayîta ku Nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan tê de bûn, ji aliyê balafirek bê mirov ya dewleta Tirk ve hat hedefgirtin û her du rojnamevan şehîd bûn.
Di 27’ê Çileya 2025’an de balafirek bê mirov û biçek ya dewleta Tirk li nêzî gundê Girdcal a li bajaroka Çarqurne ya girêdayî Ranyayê wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrîşê de Rojnamevan Azîz Koyluoglu şehîd bû.
Ji van êrîşên li ser rojnamevanan carek din aşkere dibe ku dewleta Tirk a dagirker bêy ku guh bide yasayên navdewletî yên ji bo parastina rojnamevanan, êrîşên xwe yên li ser çapemeniya azad berdewam dike. Dewleta Tirk bi van êrîşan hewl dide çapemeniya azad bêdeng bike daku bi hevkariya xiyanetkarên navxwe komkujiyên li ser gelê Kurd berdewam bike.