Çav li bendê ye ku di 15’ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê din, dewleta Tirk bi her awayî êrîşên xwe li ser gelê Kurd dewam dike û rojane rojnamevan, şanoger, rewşenbîr û pêşengên civakê bi balafiran dike hedef û qala çareseriyê dike.
Herî dawî hedefgirtina rojnamevan Ezîz Koyluoglû di 27’ê Çileyê de li Başûrê Kurdistanê ji aliyê balafirên dewleta Tirk de, rastiya aştiya ku dewleta Tirk dixwaze xuya dike. Ew dixwaze bi kîjan Kurdî re aştiyê bi cih bîne? Kurdên bêçek, Kurdên bêziman, Kurdên bê rojnamevan û rewşenbîr û Kurdên bêçand û bêşervan re dixwaze aştiyê bike. Ji ber ew dibîne aştiya wê û hebûna wê di tunekirina Kurdan de ye. Lê şert û mercên li herêmê her roj dugherin, wê felaketê bi serê vê dewleta teror de bîne. Ji ber ew vê yekê li pêşiya xwe dibînin, dixwazin hinekî Kurdan bi gotinên aştiyê sist bikin û hemwextî wê xwe amade bikin da bi carekê ve di hemû aliyan de derbê li Kurdan bixin.
Ji dewleta Tirk be ew pir jîr û jêhatiye û wê bi gotinan Kurdan bixapîne û Kurd jî wê wekî 100 salê berî niha bibin qurbana wan. Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan beriya vê bi hefteyekê derbarê daxwazên dewleta Tirk a çekdanînê de aşkere kir ku biryara çekdayînê ne di destê wî de ye û wiha bi daxwazan nabe. Mesaja Karayilan zelal bû ku divê Rêber Ocalan were azadkirin û ew dikare biryara çekdanînê bide ger şert û merc pêk werin. Lê şert û merc li derve çi heye? Dewleta Tirk li Rojava êrîşên xwe dewam dike, li Başûr êrîş didomin û hewl dide bi Şamê û Bexdayê re li dijî Kurdan li hev bike û wan jî bike şirîkê xwe yê şer.
Her wiha li Bendava Tişrînê jî ku ev 2 heyvin şer li dijî HSD’ê dewam dike, dewleta Tirk bi xwe di nav de ye û berê aşkere bûbû ku hin hêzên taybet ên Tirk li vir hatine kuştin û herî dawî diyar bû ku komek MÎT’a Tirk jî ketiye destê şervanên Kurd. Ev jî dide xuyakirin ku dewleta Tirk stratejiya wê ya tunekirina Kurdan dewam dike. Li aliyê din, aşkere bû ku di koşka serokatiyê ya li Şamê, komek MÎT’a Tirk heye û ew hewl dide hemû tevgera Ebû Mihemed El-Colanî û koma wî kontrol bike û li gorî xwe bide meşandin û di nav de jî dixwaze eniya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike yek da êrîş bike. Lê heta niha li gorî dixuyê, nekariye vê yekê bi cih bîne û li gorî dilê wê nabe. Ji ber an wê rêveberiya li Şamê bi ya dewleta Tirk bike û Sûriyê veguherîne gola xwînê, yan jî wê li gorî wê tevnegere û bi Rêveberiya Xweser re li hev bike û vê jî dewleta Tirk qebûl nake.
Lê dewleta Tirk êdî baş dizane ku riyên li pêşiya wê yek ji ya din dijwartir e. An wê bi rastî van êrîşên xwe yên li ser Kurdan û kuştina pêşengên wê rawestîne û aştiyê pêk bîne, an jî wê di Anadolê de dojehê bijî. Ev gotin jî parlementerê HDP Omer Ocalan diyar kirbû ku di dema hevdîtinê de, Rêber Apo aniye ziman ku ger aştî pêk neyê, Kurd ne bê alternatîvin. Yanî, li pêşiya Kurdan bijarteya serxwebûna erdîngarî jî heye.