Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

PKK: Rêber Apo bi pêvajoya nû wê cîhanê biguherîne

Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyand ku berxwedana mezin ya 26 salan pergala êşkence û qirkirinê Îmraliyê parçe kir û wiha got: “Ger aloziyeke cidî û destwerdaneke derbeyî pêk neyê wê ji aliyê Rêber Apo ve pêvajoyeke nû, ji bo her kesî pêvajoya veguherîn û jinûveavabûnê dest pê bike. Wê PKK û gelê Kurd biguherin, dewleta Komara Tirkiyeyê biguhere, Rojhilata Navîn û hemû cihan biguherin."

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo, peyameke nivîskî weşand.

Daxuyaniya PKK’ê bi vî rengî ye:

“Em ketin 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û pergala Îmraliyê ya tecrîd, êşkence û qirkirinê. Ev 26 sal in bi pêşengtiya Rêber Apo, Tevgera me ya Azadiyê, gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk li hemberî komplo û pergala Îmraliyê bi lehengî li ber xwe didin. Di encama vê berxwedana dîrokî de ku bi şîara “Hûn Nikarin Roja Me Tarî bikin” tê meşandin, zêdetirî 30 şehîdên me çêbûn. Bivê berxwedanê ku ev 26 sal in girêdayî xeta şehadetan tê meşandin, Komploya Navneteweyî bi her awayî hatiye şikandin û pergala Îmraliyê ya tecrîd, êşkence û qirkirinê têk çûye. Pir aşkere ye ku di salvegera 26’emîn de dê ronahiyeke dîrokî pêş bikeve ku tarîtî werin derbaskirin û pêşî li azadiyan were vekirin. Em hêvî dikin û bawer dikin ku wê geşedaneke dîrokî rû bide û ji bo her kesî veguherîneke demokratîk pêk were.

Em dubare bi tundî êrîşa Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an û 15’ê Sibata 1999’an û hemû hêzên ku komplo bi rê ve birine û piştgirî danê şermezar dikin. Em bang li van hêzan dikin ku êdî zîhniyet û avaniya siyaseta xwe ya tarî, zextkar û dagirker rexne bikin, biguherînin, ji ber van kiryarên xwe yên ku ev 26 sal in hûn pêk tînin lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwazin û li pêşiya jiyana gelê Kurd ya azad û demokratîk nebin asteng. Em têkoşîna mezin ya mirovahiyê û azadiyê ya ku ev 26 sal in bi pêşengtiya Rêber Apo Tevgera me, gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk li hemberî komplo û pergala Îmraliyê bi lehengî dimeşînin, silav dikin û pîroz dikin. Em hemû şehîdên vê berxwedana lêhengiyê ya dîrokî di şexsê yekem şehîdên berxwedana fedaî ya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” Halît Oral û Aynûr Artan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê di sala 27’emîn de komployê bi temamî bişkînin û ji bo dabînkirina azadiya Rêber Apo pratîkên serkeftî nîşan bidin û ji hemû kesên ku girêdayî vê yekê têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin re serkeftinê dixwzin.

Weke tê zanîn ev êrîşa Komploya Navneteweyî ya di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de û bi armanca îmhakirina Rêber Apo ji aliyê DYA, Îngilistan û Îsraîlê ve hatiye birêxistinkirin û birêvebirin û xwe dispêre hemû pergalên dewlet û desthilatdariyê, ne tenî li dijî PKK’ê û gelê Kurd bû. Di heman demê de li gel van yekan di serî de gelên Tirkiyeyê li hemberî hemû gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê bû. Ji ber ku êrîşeke pergala modernîteya kapîtalîst bû ku dixwest gelê Kurd înkar û îmha bike. Girêdayî van yekan tişta ku weke “Pirsgirêka Kurd” hatî binavkirin, xwe dispêre pergal û zîhniyeta qirkirina gelê Kurd; ku bi astengkirina çareseriya vê pirsgirêkê, berdewamkirina qirkirina gelê Kurd û pevçûnan dihat armanckirin ku ji vê yekê berjewendiyên aborî û siyasî werin bidestxistin.

Ji ber vê yekê têkoşîna li hemberî êrîşa Komploya Navneteweyî jî ne tenê weke têkoşîna hebûn û azadiya gelê Kurd pêş ket, li gel wê yekê bû têkoşîneke wisa ku yekîtiya gelên Rojhilata Navîn û tevgera demokrasiyê ya cîhanî pêş ket. Bi kurtasî hemû kesên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd li ber xwe dane, di rastiyê de ji bo azadiya xwe û rêveberiyeke demokratîk li ber xwe dane. A niha di salvegera 26’emîn de bi vê berxwedana dîrokî encamên şênber û mayînde tên bidestxistin. Encamên berxwedana dîrokî ya 26 salan a li hemberî êrîşa Komploya Navneteweyî û pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê tên zanîn. Rêber Apo guhertina paradîgmayê di nava vê berxwedana mezin de pêk anî û bi pêşxistina paradîgmaya ekolojîk, civaka demokratîk û azadiya jinan esas digire re rêya rizgariyê nîşanî hemû gelên bindest da. Serdema me ronî kir û bû rêberê hemû gelên bindest. Girêdayî azadiya jinan, jiyana azad û civaka demokratîk pênase kir û li hemberî şaristaniya dewletê xeta şaristaniya demokratîk pêş xist. Îro ex xeta berbehs, bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” di serî jinên serhildêr rêya rastîn a azadî û demokrasiyê nîşanî hemû gelên bindest dide.

Bêguman êrîşa Komploya Navneteweyî, erîşa herî neheq, zalim û hovane bû. Li hemberî vê yekê ev 26 sal in bi pêşengiya Rêber Apo Tevgera me ya Azadiyê, gelê me yê welatparêz û dostên me berxwedana azadiyê ya herî mafdar, rast û watedar dimeşînin. Di nava vê berxwedana dîrokî de gelê Kurd û dostên wan ji 30 hezarî zêdetir şehîd dan. Her wiha em girtin, êşkence û êşên din bilêv nakin jî. Yanî tu tişt bê berdêl, xwe bi xwe û bêyî têkoşîn pêk nehat. Her tişt bi ked û berxwedaneke mezin pêk hat. Di encama vê berxwedanê de zîhniyet, siyaset û pergala qirker, dagirker û faşîst ku pirsgirêka Kurd derxistine, hate deşîfrekirin; çeteyên paşverû yên weke DAIŞ’ê hatin têkbirin; Rojhilata Navîn a ku pergala modernîteya kapîtalîst hewl dida bifetisîne, hate ronîkirin û li Rojhilata Navîn alternatîfa modernîteya demokratîk hate jiyîn û pêşxistin. Li ser vê zemînê ku serweriya mêran awayê herî tund tê jiyîn, Şoreşa Azadiya Jinan hate destpêkirin.

A niha di salvegera 26’emîn de di encama vê berxwedana mezin de ku ji aliyê Rêber Apo, gelê me û dostên me ve tê meşandin, diyar e dê pêşketinê nû rû bidin. Bi vê berxwedana mezin ya 26 salan û bandora şerê cîhanî yê sêyemîn ê li Rojhilata Navîn êdî êrîşa Komploya Navneteweyî û pergala Îmraliyê ya tecrîd, êşkence û qirkirinê bi temamî hatiye teşhîrkirin û şikandin û parçekirin. Êdî ev pergal û êrîşên neheq, bêedalet û hovane tên derbaskirin; tu kes xwedî li pergala berbehs dernakeve û xwediyên wê jî êdî nikarin ji bin barê wê derkevin. Di salvegera 26’emîn de di serî de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, hemû cîhan li benda derketina Rêber Apo ne û destpêkeke nû ye.

Wisa dixuye ku ger aloziyeke cidî û destwerdaneke derbeyî pêk neyê wê ji aliyê Rêber Apo ve pêvajoyeke nû, ji bo her kesî pêvajoya veguherîn û jinûveavabûnê dest pê bike. Wê PKK û gelê Kurd biguherin, dewleta Komara Tirkiyeyê biguhere, Rojhilata Navîn û hemû cihan biguherin. Bila dewlet netirse; Rêber Apo û gelê Kurd dê dewletê xirab nekin, dê girêdayî demokrasiyê bi awayekî zelal ji nû ve ava bikin. Bila civaka Tirkiyeyê netirse; Rêber Apo û gelê Kurd wê Tirkiyeyê perçe nekin, girêdayî azadiya gelê Kurd dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bixebitin. Hewlên Rêber Apo û gelê Kurd ên têkildarî azadî û demokrasiyê, wê ne li Rojhilata Navîn û cîhanê ne li hemberî tu kesî bin; dê ji bo her kesî berjewendiyên demokratîk werin esasgirtin.

Diyar e ku li gel daxuyaniya Rêber Apo ya tê hêvîkirin, dê pêvajoyeke nû dest pê bike. Bêguman her tişt wê bi daxuyaniyekê pêk neyê û her tişt dê ji aliyê Rêber Apo ve neyê kirin. Weke ku pirsgirêk ya me hemûyan e, berpirsiyarî jî ya me hemûyan e. Divê her kes di vê pêvajoya nû de erk û berpirsiyariyên xwe rast fêm bike, xwedî lê derkeve û di pratîkê de bi cih bîne. Pêvajoya nû dê bi bendewariyan jî daxwazan pêk neyê; berovajî wê dê bi têkoşîn û xebatên zanedartir û birêxistinbûntir ser bikeve.

Girêdayî van yekan di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelê xwe, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û hemû dostên xwe yên demokratîk dikin ku Rêber Apo ji nêz ve bişopînin û rast fêm bikin û di pêvajoya nû de bi awayekî xurttir xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe derkevin. Her wiha em dubare bang dikin ku di salvegera 26’emîn de berê xwe bidin kolan û qadan bi awayekî xurttir Komploya 15’ê Sibatê protesto bikin û 15’ê Sibatê Roja Qirkirina Gelê Kurd veguherînin Roja Azadiyê ya rastîn!

Nalet li Komploya Navneteweyî û Pergala Îmraliyê ya Qirkirinê!

Bijî Rêber Apo!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar