Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...
Cumartesi - 22 Şubat 2025

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Divê êrîşên dewleta Tirk li qada navneteweyî bên nîqaşkirin

Parêzer Georges Henri Beauthier anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî êrîşa droneyê ya dewleta Tirk a li nava xaka dewleteke din ji nedîtî ve tê. Beauthier got, "Droneyên kujer divê di asta navneteweyî de bêne nîqaşkirin."

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û bombebarkirî li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê qadên sivîl bombebaran dike û komkujiyan pêk tîne. Di nava 6 mehên derbasbûyî de 6 rojnamevanên Kurd bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk hatin qetilkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Tişrînê dewam dikin. Di êrîşên li ser gelê sivîl de ku ji bo parastina bendavê li herêmê ne, bi dehan sivîl hatin qetilkirin.

Parêzer Georges Henri Beauthier li ser komkujiyên dewleta Tirk axivî. Beauthier bi bîr xist ku ji bo êrîşên dewleta Tirk ên bi SÎHA’yan ên li ser Başûrê Kurdistanê lêkolîn bike çû Şengal û Mexmûrê û tiştên dît bi rengekî metirsîdar pênase kir. Beauthier bi bîr xist ku êrîş li dijî sivîlan tê kirin û got, “Gelekî zehmet bû ku mirov jê bawer bike ku sivîl bi rengekî bêdaraz bêne kuştin. Lê belê rewşa ku me li wir dît, ya herî xerab bû. Rojnamevanên ku Şengalê nas dikin jî di nav de mirovên li wir jî diman bi rastiya li mala wan diqewimî nizanîbûn.”

Beauthier anî ziman ku Êzidî hewl didin li herêmê jiyaneke asayî ava bike û destnîşan kir ku wî serdana navendeke çandê ya li Şengalê kir, lê demeke kurt piştî serdanê êrîş li ser wê navendê hate kirin. Beauthier diyar kir ku li Pirtûkxaneya Şengalê ya ku dewleta Tirk êrîş bir ser, zarokek hate qetilkirin.

Beauthier ragihand ku piştî vegeriya Brukselê li ser mijarê civîneke çapemeniyê lidar xist û wiha wiha domand: “Lê divê mikur bêm ku piştî vê her tişt bi dawî bû. Ji bo em tiştekî bikin, ti daxwaz ji me nehat kirin. Rojnamevanên diçin herêmê ya bi tundî têne dersînorkirin yan jî têne kuştin. Min bihîstibû ku rojnamevanekî Belçîkî hate kuştin. 5-6 rojnamevanên li bakurê Iraqê li Mexmûr û Şengalê bûyer lêkolîn dikirin, hatin kuştin; saziyên navneteweyî ji bo belgekirina vê rewşê raporek jî nexwestin.”

Beauthier ragihand ku droneyên bi armanca keşfê têne şandin vediguherin droneyên kujer ên ku êrîşan dikin û destnîşan kir ku di sedsala 21’emîn de qetilkirina sivîlan li cihekî bi sedan kîlometre dûrî sînorê dewletekê, nayê qebûlkirin. Beauthier anî ziman ku ew li dijî droneyan nîne, lê belê dema drone li şûna rizgarkirina jiyana mirovan ji bo kuştina mirovan hat bikaranîn, divê ew li ber rabin û got, divê ev mijar di asta navneteweyî de bê nîqaşkirin.

Beauthier hişyarî da ku bûyerên li Şengalê qewimî dikare bibe modelek ku dewletên êrîşkar bi kar bînin û wiha pêde çû: “Droneyeke êrîşê tê û we li mala we qetil dike. Êdî pêwîstî bi girtîgehan, dadgeran an jî dadgehan namîne. Tenê hedef tê diyarkirin û hûn têne kuştin.” Beauthier diyar kir ku pirsgirêk ne tenê li nava xaka Tirkikyeyê ye û bi bîr xist ku li Iraqê herî kêm 10 baregehên droneyan ên dewleta Tirk hene.

Parêzer Beauthier got, “Me xwest lêpirsînê dewam bikin, lê belê yên ku dewam kirin hatin kuştin. Niha li vê derê bi êşa wijdanî dipirsim ku em dikarin çi bikin” û ragihand ku ji ber herêm di bin rîskê de ye nikare careke din biçe. Beauthier bal kişand ser biryara DMME’yê ya ji bo bikaranîna rêyên hiqûqa navxweyî yên li Iraqê û got, “Ev yek dikare bi salan dewam bike. Halbûkî em qala rewşeke lezgîn dikin.”

Beauthier işaret bi gotinên ‘terorê’ yên dewleta Tirk kir û anî ziman ku Êzidiyan heta niha ti êrîşeke terorê nekirine, berevajî vê yekê li hemberî DAIŞ’ê şer kirin û destnîşan kir ku îdîayên ‘terorê’ yên dewleta Tirk dûrî ji rastiyê ne.

Beauthier diyar kir ku dewleta Tirk polîtîkayeke tinekirinê ya bi rêk û pêk dimeşîne got, Neteweyên Yekbûyî êrîşa droneyê ya dewleta Tirk a li nava xaka welatekî din ji nedîtî ve tê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar