Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...
Cumartesi - 22 Şubat 2025

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

TAJÊ: Iraqê zagonên bi feraseta DAIŞ’ê derxist

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) diyar kir ku zagonên hatine erêkirin zagonên feraseta DAIŞ’ê ne û wiha got: “Ev zagon tên wateya kuştina jin û jiyanê. Her wiha civaka Êzidî bi van zagonan bi fermanên nû re rê bi rê ne.”

Parlamentoya Iraqê tevî hemû bertekan jî di bin navê serarastkirinê de di 20’ê Çileyê de Zagona Rewşa Kesane û Efûya Giştî di parlamentoyê de xist dengdanê û erê kir. Ev her du zagonên ku bi temamî li dijî jin û civakê ne ger bikevin meriyetê dê jin ji mafên xwe bêpar bimînin, rê li ber zewicandina zarokên keç ên 9 salî bê vekirin û çeteyên DAIŞ’ê yên girtî werin berdan.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Di 5’ê Tebaxa 2024’an de, ango di dehemîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, de parlamentoya Iraqê guhertina Zagona Rewşa Kesane û zagona efûya giştî xist rojeva xwe. Ji ber ku her du zagon gelek xeter û di asta qirkirinê de bûn, li dijî pêkanîna wan gelek nerazîbûn çêbûn. Di serî de jinên Êzidî û tevahî jinên Iraqê, bi giştî civakê nerazîbûnek tund nîşan dan. Lê parlamentoya Iraqê ev helwestên demokratîk paşguh kir û di 20’î Çileyê de guherîna zagonan qebûl kir. Ji bo ev zagon bikevin meriyetê, serokomarê Iraqê, her sê zagon erê kirin.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê fermana 74’an li ser civaka Êzidî rakirin. Di vê fermana giran de civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî bûn hedefa hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê. Em careke din bi bîr dixin ku heya roja îro bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî di destên DAIŞ’ê de dîlgirtî ne. Deh sal bi ser fermanê re derbas bûn lê heya niha hikûmeta Iraqê li hemberî jenosîda li ser civaka Êzidî bi erk û berpirsyariyên xwe ranebûye. Heya niha jenosîdê bi fermî nas nekiriye û sûcdar muhasebe nekiriye. Bi dehan gorên komî hene hê jî nehatine vekirin. Bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî yên ku dîl ketibûn destên çeteyên DAIŞ’ê çarenûsa wan ne diyar e, ji bo dîtina wan hewldanek nehatiye dayîn.

Tê zanîn, ne tenê DAIŞ sebebê fermana 3’yê Tebaxa 2014’an e. Ferman di encama xiyaneta PDK’ê, hevkariya dewleta Tirk a bi DAIŞ re û xemsariya hikûmeta Iraqê ya li hemberî Şengal û civaka Êzidî pêk hat. Li şûna ku dewleta Iraqê deynê xwe yê li hemberî Şengalê û hemwelatiyên xwe yên Êzidî bide ango bi erkên xwe yên wijdanî û exlaqî rabe, biryara efûya giştî ango efûya kesên DAIŞ’î dide. Her wiha zihniyeta DAIŞ’a ku zarokên 9 salî didin zewicandin rewa dike û dike zagon. Ev yek rewşek gelek sosret e. Hêzên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û kesên ku dibêjin em li dijî terorê têkoşînê dimeşînin, çima bêdeng in? Gelo ev bêdengî tê wateya erêkirinê?

Ev zagon xeteriyek mezin e li ser tevahî civakê û neteweyên li Iraqê dijîn. Zagona efûya giştî ku çeteyên DAIŞ’ê jê fêde digirin û tê wateya ku dê serbest bên berdan, rê li ber komkujî û fermanên nû vedike.

Em dixwazin dengê jinên Êzidî bigihîje cîhanê, civaka Êzidî rastî 74 fermanan hatiye û di roja îro de careke din li ser civaka Êzidî, jinên Êzidî xetera komkjî û fermanê heye ger ev zagon neyê betalkirin û komkujiyek rû bide, berpirsyarên wê hikûmeta Iraqê ye.

Her wiha Zagona Rewşa Kesane ku rê li ber zewicandina zarokên keç ên 9 salî û zarokên kur ên 15 salî vedike, di heman demê de mafê dayiktî û mîrasê ji jinan digre. Ev zagona zihniyeta DAIŞ’ê ye û tê wateya kuştina jin û jiyanê, tê wateya binpêkirina mafên jin, zarok û civakê, binpêkirina mafên mirovan.

Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) erêkirina Zagona Rewşa Kesane û zagona efûya giştî bi tundî şermezar û red dikin. Em careke din bang li Iraqê dikin ku demidest van zagonan betal bike. Em bang li civaka Iraqê û jinên Iraqî dikin ku li hemberî van zagonan bibin yek, têkoşîna xwe bilindtir bikin. Her wiha em bang li hêzên navneteweyî, saziyên parastina mafên jin û zarokan dikin ku bêdeng nemînin û xwedî helwest bin. Bi taybetî em bang li welatên ku jenosîdê nas kirine dikin ku li hemberî van rewşan xwedî helwest bin da ku civaka Êzidî rastî fermanên nû ne yê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar