Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina ziman divê em mejî û ruhê xwe ji hemû êrîşên şerê taybet ên pergalê biparêzin.
21’ê Sibatê nêzîk dibe. Dîsa mijara zimanê zikmakî ango zimanê dayikê di rojevê de ye. Bi taybetî civak û neteweyên ku zimanê wan qedexene, ango nikarin bi zimanê xwe perwerde bibînin zêde vê mijarê dikin rojev. Li çareseriyê digerin. Ji bo çareseriyê têdikoşin.
Îro di rojeva sazî û dezgehên Kurdan de jî astengiyên li pêşiya Kurdî hene. Ji ber ku li Tirkiyeyê jî Kurdî ne fermî ye û Kurd nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin, dixwazin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Li Tirkiyeyê hîna Kurdî rastî astengî, qedexeyan tê. Kurd ji ber bi Kurdî diaxivin tundî li wan tê kirin.
Di vê pêvajoya ku 21’ê Sibatê nêzîk dibe de Navenda Lêkolîn Qada Sosyo Polîtîk bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê anketek amade kir. Li gorî rapora ankete her ku temen biçûk dibe axaftina Kurdî jî kêm dibe. Sosyo Polîtîk li 22 bajaran bi 1285 kesan re anketek li ser ziman amade kir. Li gorî anketê zarokên ku temenê wan di bin 11 salî re her ji 5 zarokan yek jî bi Kurdî baş naaxive. Li gorî raporê her ku temenê zarokan biçûk dibe, axaftina Kurdî jî kêm dibe axaftina tirkî zêde dibe. Yanî zarokên Kurdan zêdetir bi tirkî diaxivin û bi Kurdî nizanin. Ev ji bo siberoja ziman û ji bo siberoja gelê Kurd xetereyek pir mezin e. Divê hemû gelê Kurd û saziyên gelê Kurd bi lez li dijî vê yekê bername û plansaziyekê dînin pêşiya xwe. Eger di serî de saziyên ziman û rêxistinên siyasî yên Kurdan li dijî vê xeteriyê bernameyek bi dîsîplîn û demdirêj amade nekin, dê heta çend sal şûnde bi dawî bibe.
Li ser ruyê cîhanê nêzî 7 hezar ziman hene. Ji van zimanan nêzî 2 hezar û 500 ziman tune dibin. Ji sala 2000î heta niha her sal 21’ê Sibatê wekî Roja Ziman a Navneteweyî tê pîrozkirin. Gelên cîhanê û bi taybetî Kurd 26 sal in 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî pîroz dike. Di vê rojê de dixwazin hemû zimanên bindest bibin zimanê fermî û perwerdehiyê. Her çend Tirkiyeyê belgeyên mafên mirovan ên gerdûnî îmze kiri be jî lê dîsa mafê perwerdehiya zimanê zikmakî binpê dike.
Di binyada dewletan de serdestî û serwerî heye. Mirov nikare li bendê be ku dewlet hebûna xwe têxe xizmeta civakê. Dewlet her tim armanc dikin ku civakê têxin kontrola xwe. Her dem dixwazin keda civakê, zanîna civakê û hêza civakê ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne.
Eger em wekî civak û netew vê rastiya dewletê û dewletan qebûl bikin, wê demê divê em ji dewletê hêviyan nekin. Divê em nekevin bendewariya dewletê. Dijberî vê yekê divê em bêtir xwe bi rêxistin bikin. Em bêtir zorê li dewletê bikin ku dewlet neçar bimîne daxwazên me yên parastin û perwerdehiya ziman qebûl bike.
Wê demê em vê pirsê ji xwe bikin. Ziman ji bo me çiqas girîng e? Ziman çima girîng e? Ez bi zimanê zikmakî neaxivim dê çi bibe? Hebûna min û zimanê min çiqas bi hev ve girêdayî ye. Çima ziman nasnameya min e. Ez bi zimanê serdestan biaxivin dê çi bibe. Zarokên me zimanê zikmakî ji bîr bikin dê siberojek çawa li benda me be. Li malê, kî me asteng dike ku em bi Kurdî neaxivin. Çima zimanê tirkî ji zimanê Kurdî şêrîntir e ku hemû zarokên Kurdan êdî bi tirkî diaxivin. Ev çiqas me bêzar dike. Divê her Kurd van pirsan ji xwe bikin û rast bibersivînin. Divê van pirsan jidil bibersivînin. Eger em rast nêzî xwe û zimanê xwe nebin, wê demê dê zimanê me tune bibe. Ku zimanê me tune bibe em ê jî tune bibin. Ji xwe armanca dewletê jî tunebûna me ye. Em di serî de zimanê xwe, mejiyê xwe, çanda xwe û hişê xwe biparêzin. Ku em karibin ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin em ê karibin hebûna xwe jî biparêzin.