Komek ji cotkarên Kurd li herêma Şenaxe û Sergeranê ya parêzgeha Kerkûkê hewl dan ku di 17’ê Sibatê de erdên xwe biçînin. Lê artêşa Iraqê û polîsên çalakiyên sivîl yên Kerkûkê rê li ber wan girtin. Ev jî bû sedem ku pirsgirêk û aloziyê di navbera cotkaran û artêşa Iraqê de derkeve.
Êrîş û astengiyên artêşa Iraqê li ser cotkarên Kurd ên parêzgeha Kerkûkê di demekê de ne ku berî mehekê Parlamentoya Iraqê Yasaya Vegerandina Milk ji Xwediyên Resen re pejirandiye. Parlamentoya Iraqê, derbarê çareserkirina vegerandina milk ji xwediyên wan re, bi hejmara 13 ya sala 2010’an “Yasaya Desthilatdariya Daxwaza Milk” derxistiye. Armanca vê yasayê vegerandina mafê milk ji xwediyên wan yên resen re ku di navbera 13’yê Tîrmeha 1968’an û 9’ê Nîsana 2003’yan de ji ber sedemên siyasî, neteweyî, olî an jî mezhebî ji dest dane.
Destûra Iraqê di madeya 140’î de çareseriyeke bingehîn pêşniyar kiriye. Komîteya bicihkirina madeya 140’î ya destûra Komara Iraqê, Herêmên Veqetandî (Herêmên dikevin sînorê madeya 140’an) yên Iraqê wek ew herêm pênase dike ku li ser destê rejîma Baasê guherîna demografîk û siyaseta erebkirinê dîtine. Di vê madeyê de mekanîzmeyek hatiye diyarkirin ku sê qonaxan digire nava xwe ku ew jî wiha ne;
Qonaxa Yekemîn – Asayîkirin, anku “çareserkirina wan guherînên ku di pêkhateya demografîk a Kerkûk û Herêmên Veqetandî de di serdema rejîma Baas’ê de qewimîne.”
Qonaxa Duyemîn – Serjimariya rûniştvanên Herêmên Veqetandî.
Qonaxa Sêyemîn – Ji bo diyarkirina ku rûniştvan çi dixwazin kirina referandûmê ji beriya 31’ê Çileya 2007’an.
Niha 18 sal di ser wê dema hatiye diyarkirin re re derbas dibin, lê nûnerên Kurd yên li Parlamentoya Iraqê heta niha nekarîne ji bo bicihkirina vê madeya destûrî kar bikin. Li hemberî vê, hewl didin ku îmtiyazan wergirin û li Bexdayê bi şerê wergirtina wezîfeyan ve mijûlin. Her ev yeke jî sedeme ji berdewamiya pirsgirêka cotkaran û welatiyên Herêmên Veqetandî re.
Piştî referandûmê û hesab nekirina ji kesî re, hêzên Iraqê vegeriyan sînorên herêmên veqetandî û xwîna şehîdan û welatiyên Herêmên Veqetandî li ser destê PDK’ê çû ber avê. PDK’ê berdewam YNK’ê tawanbar dikir bi firotina Kerkûkê û encamên bûyerên 16’yê Cotmehê. Lê di hilbijartina parêzgehan de, welatiyan PDK cezar kir û nêkarî baweriya gel bi dest bixe. Bi vî awayî destê PDK’ê di pirsgirêkên Kerkûk û Herêmên Veqetandî de bi temamî aşkere bû.
Li gel derketina aloziyên dawî li Herêmên Veqetandî, careke din guman çûn ser planeke nû ya PDK’ê li dijî van herêman. PDK berdewam di eniya sunniyên nêzîkî dewleta Tirk a dagirker de ye û bi hemû hêza xwe dijayetiya YNK, Kurdan li Kerkûk û Herêmên Veqetandî dike. Li gorî agahiyan, çend saet beriya aloziyên gundê Şenaxe, PDK medya şandiye wê sînorê û amadekarî kiriye.
Li gorî agahiyan, di dema civîna hêzên ewlehî û cotkaran de, PDK komek ciwan tevlî cotkaran kiriye da ku bi navê piştgiriyê pirsgirêk û alozî derxin û bêrêziyê li her berpirsekî bikin ku tê wê derê, da ku bi vî awayî pirsgirêk bibe şerê neteweyî û sûd ji van aloziyan werbigire.
Ev nêzîkatiya PDK’ê jî wê rastiyê nîşan dide ku di demekê de ku welatî û cotkarên Herêmên Veqetandî baca siyaseta şaş a nûnerên Kurd li Bexdayê didin, PDK wek karê xwe yê hertimî dixwaze bi rêya komek medya û malperên sîber ve hestên neteweyî ji bo xwe rakişîne.
Hemwextê pirsgirêka cotkaran, hê jî metirsiya çeteyên DAIŞ’ê li Herêmên Veqetandî di asteke cidî ye. Di vir de mijarên têkildarî nêzîkatiya PDK’ê dibin pirsnîşan ev in; di demekê de ku serokê hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê ku cîgirê yekem yê serokê PDK’ê ye, û PDK zêdetirî 50 hezar hêzên taybet hene, çima van hêzan dişîne piştgirî û çavdêriya dewleta Tirk dagirker ku axa Başûr dagir dike? Yan jî bi van hêzan rê li ber mamosteyan digire ku ji sînorê Silêmanî û Helebceyê biçin sînorê Hewlêrê û daxwaza mafên xwe bikin?
Gelo PDK çima beşek ji van hêzan nabe parastina ax û cotkarên Herêmên Veqetandî bike? Yan jî çeteyên DAIŞ’ê li wan herêman paqij bike?
Ev jî wê rastiyê derdixe ku PDK çi qas li ser tevgerandina hestan û derxistina şerê neteweyî kar dike, nîvê wê jî ji bo parastina ax û mafê netewa xwe kar nake. Wek ku Kurd dibêjin, “PDK dixwaze bi pez re şînê bike û bi gur re jî goşt bixwe.”