Rêber Apo ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve di pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê de tê girtin. Rêber Apo 27 salin li hemberî pergala qirkirin û êşkenceyê berxwedaneke bêhempa dimeşîne û ji hemê gelên cîhanê re bûye çavkaniya jiyana azad. Rêber Apo di hevdîtinên bi Omer Ocalan û Şandeya Îmraliyê re kirin de peyama ku ji 7 xalan pêk tê da. Şandeyê ragihand ku Rêber Apo amadekariya bangeke dîrokî dike. Her çiqasî çav û guhê her kesî li banga dîroka ya Rêber Apo ye jî, dewleta Tirk a dagirker dev ji polîtîkayên êrîşên dagirkerî û qirkirinê bernade.
Ajansa Welat nerîn û axaftinên Rêber Apo yên li ser aştî, xweparastin û rola civakê kom kir. Rêber Apo diyar dike ku rewşa şer, rewşa nebûna aştiyê ye û aştî tenê li ser esasê xweparastinê dikare wateyekê bi dest bixe û dibêje: “Aştiya bêyî xweparastin dikare bibe îfadeya teslîmiyet û koletiyê. Cewhera aştiya bêparastin ku îro lîberalîzm li ser gel û civakan ferz dike, bi taybetî lîstika bi navê aramî û lihevhatina demokratîk; Ji bilî veşartina serdestiya çîna bûrjûwaziyê, ku bi awayekî yekalî bi hêza çekdarî ya tam, ango meşandina rewşa şer a veşartî, tê kirin, tu wateya wê nîne.”
Rêber Apo dide zanîn ku aştiyeke bêyî xweparastina cewherî weke aştiyeke rasteqîn nîşandan hewldana herî mezin a hegemonya sermaya îdeolojîk xuya dike û wiha dibêje: “Di dîrokê de bi ‘têgînên pîroz’ xwe bi awayekî din îfade dike. Peyva aştiyê di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de peyveke tijî kemîn e. Bikaranîna wê bêyî pênaseya rast pir xeternak e.Ji bo careke din were pênasekirin; aştî ne bi temamî ji holê rakirina şer e, ne jî rewşa aramî û nebûna şer a di bin serweriya aliyekî de ye. Di aştiyê de ali hene; Serweriya mutleq a aliyekî tuneye û divê nebe jî. Ya sêyem, çek li ser bingehê razîbûna karûbarê sazûmaniya exlaqî û siyasî ya cewherî ya civakê têne bêdeng kirin.”
Rêber Apo bi lêvdike ku dema ku saziyên exlaqî û polîtîk ên civakê bixebitin, pêvajoya ku bi awayekî xwezayî derdikeve holê, pêvajoya siyaseta demokratîk e û dibêje: “Yên ku dixwazin aştî pêk were jî divê zanibin ku serkeftin encax dema ku siyaset li ser bingehê exlaqî rola xwe bilîze pêk tê. Aştî bi îradeya xwe, bi hev re jiyîna bêçek, bêkuştin a hêzên civaka exlaqî û polîtîk û hêzên yekdestdarên dewletê pêkan e. Li şûna ku civak dewletê hilweşîne û dewlet civakê hilweşîne, rewşên aştiyê yên bi şert û mercên ku jê re lihevhatina demokratîk tê gotin, rewşên dîrokê ne. Dîrok ne bi temamî îfadeya civakeke tenê exlaqî û polîtîk wekî şaristaniya demokratîk û ne jî di şeklê sîstemên şaristaniyê de weke îfadeya civakeke tam çînî û dewletî tê jiyîn. Dîrok wek têkilî û nakokiyên di nav hev de, rewşên car na şer û car na aşitiyê tê jiyîn.”
Rêber Apo tîne ziman ku sîstema netewedewletê û sîstema konfederalîzma demokratîk bi aştiyên bi prensîb û şert û mercî re bên jiyîn di dema binpêkirina van şert û prensîban de têkoşîna xweparastinê, ji bo azadî, wekhevî û meşa civaka demokratîk a dîrokî guncavtir in û dibêje: “Di pêkanîna civakeke demokratîk û domandina hebûna xwe de, divê herî kêm heta radeya ku êrîş û îstismarkirinên yekdestdarên sermaye û desthilatdariyê bisînor bike, avahî û çalakiyên xweparastinê yên amade û çalak bên afirandin û berdewam kirin. Ji ber ku em ê demeke dirêj bi sermaye û dezgehên desthilatdariyê re bi hev re bijîn, girîng e ku em du xeletiyan nekin. Şaşiya yekem ew e ku em ewlehiya xwe radestî nîzama yekdestdar bikin. Ev rewş mîna ku kezeb teslîmê pisîkê kirinê ye. Encamên wêranker ên vê yekê bi hezaran mînakan derketiye holê.Şaşitiya duyemîn jî ew e ku bi şîara mîna dewletê hewl didin li dijî dewletê bibin amûra desthilatdariyê. Serpêhatiyên sosyalîzma reel di vê mijarê de têra xwe me şiyar dike. Ji ber vê yekê xweparastina bi wate û bi fonksiyon wê bibe hêmaneke ku şaristaniya demokratîk di dîrokê de, îro û paşerojê de nikare ji nedîtî ve were. Di sîstema konfederalîzma demokratîk de xweparastina cewherî bi awayekî herî baş pêkan e.”
Rêber Apo destnîşan dike ku xweparastin di çarçoveya pergala konfederal de weke saziyeke siyaseta demokratîk e û wiha berdewam dike: “Xweparastin, bi wateya xwe îfadeya xurtkirina siyaseta demokratîk e. Hêzên netewedewletperest û yekdestdarên mêtinger yên ku Kurd û Kurdistan di nava xwe de parvekirine, hevkar û ajanên wan ên bi eslê xwe Kurd in, dixwazin bi cil û bergên xwe di bin xapandina ‘mafên ferdî’ de polîtîkaya qirkirinê bidomînin. Vê yekê mafê xwe yê netewî û çînayetî dibînin. Ev helwest di nava yekparebûna netewedewletê de jî rê nade aştî û çareseriya demokratîk. Dema ku aştî û çareseriya demokratîk pêk neyê, şerê qirkirinê bi hemû aliyên xwe, bi rêbazên leşkerî, siyasî, civakî, çandî, aborî, dîplomatîk û derûnî tê meşandin. Tişta ku niha tê meşandin ev şerê qirkirina Kurdan e ku piraniya wê bi dizî û veşartî tê meşandin. Şerê ku ev sed sal in bi piranî yekalî tê meşandin û armanca wê tunekirina Kurdan ji dîrokê û nehiştina civakeke azad e, şerekî qirkirinê ye ku bi gelek hevalbendan re tê meşandin.”