Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...
Pazar - 23 Şubat 2025

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Rêber Apo bi hêza xwe ji bo azadiya gelan şensekî mezin

Endama Şandeya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz serdana Başûrê nirxand, diyar kir ku li Başûr tabloya giştî gelek erênî bû û ev tişt anî ziman: “Aktorên li Başûr jî amaje kirin ku rol û mîsyona birêz Ocalan pirr girîng e û ew bi hêza xwe şansekî mezin e. Çi ji destê me bê, em ê bikin.”

Şandeya ku ji nûnerên DEM Partî, DBP, KCDê pêk dihat, ji bo hevdîtinan bikin çûn Başûrê Kurdistanê û rayedarên PDK û YNK’ê jî di navde bi partî, sazî û rêxistinên Başûr re hevdîti pêk anî. Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyigit, çavdêriyên xwe bi Ajansa Welat (AW) re parve kir. Gulcan Kaçmaz Sayyigit, anî ziman ku li Tirkiyê demekê dirêjê şer û pevçûn heye û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê tê girtin. Bi taybetî di van çar salên dawî de li ser Birêz Ocalan tecrîdeke mûtlaq pêş ket. 32 sal in daxwaz û banga birêz Abdullah Ocalan zelal e û berçavan e. Lewra birêz Ocalan bi salan e dibêje ku ez dikarim pêvajoya şer bînim ser zemîna siyasî. Lê divê bê gotin ku ji bo vê jî şert û mercên guncav hewce ne. Ew di gotinên xwe de behsa têkoşîna xwe ji bo çareseriyeke demokratîk dike. Û diyar dike ku hêza xwe ya pirsgirêka kurd çareser bike heye.”

Gulcan Kaçmaz, da zanîn ku di hevdîtina Îmraliyê de ji lijneya Îmraliyê daxwazeke Rêber Apo hebû û wiha axivî: “Birêz Ocalan daxwaz kir ku bi partiyên din ên sîyasî re jî hevdîtin bên kirin, rexne û pêşniyazên wan jî bên girtin. Ji xeynî vê, birêz Ocalan dibêje ku bila li Meclisê komîsyonek were avakirin û xebat ji aliyê vê komîsyonê ve werin meşandin. Hevdîtina duyemîn a lijneya Îmraliyê ligel birêz Ocalan 28’ê Çileyê pêk hat. Rexne û pêşniyazên hemû aliyan ji aliyê lijneya Îmraliyê hatin girtin û ligel birê Ocalan re hatin parvekirin.”

Gulcan Kaçmaz diyar kir kir ku şandeyê xwest li partiyên Başûr jî guhdar bikin û wiha berdewam kir: “Ligel hevdîtinên birêz Ocalan, li Kurdistana Başûr bi serok û hizbên Kurd re jî hewcedariya hevdîtinan derket holê. Ji ber vê em jî 15’ê Sibatê wek şande çûn Başûrê Kurdistanê. Me xwest ku em jî nêrin û şîroveyên li ser pêvajoyê yên birêz Barzanî guhdar bikin. Rojek şûnde em çûn serdana birêz Nêçîrvan Barzanî. Li wir jî qederê saetekê hêvdîtina pêk hat. Ya rastî tiştên ku me di hemû hevdîtinan de anî ziman wek hevdû bûn. Lewra rojek şûnde em derbasî Silêmaniyê bûn. Li wê derê jî ligel Bafil Talabanî û Kûbat Talabanî hevdîtina me çêbû. Di van hevdîtinan de jî me nêrinên birêz Ocalan ên derbarê vê pevajoyê de veguhest û nêzikatî û şîroveyên wan guhdarkirin.Roja ku em ê vegeriyan Bakur, me bi Mesrûr Barzanî jî hevdîtineke pêk anî. Bi gelemperî em dikarin bibêjin ku tabloya giştî gelek erênî bû. Ligel vê hêviya me jî geştir bû. Ev ji bo çareseriyeka demokratîk a kêşeya Kurd gelek bi qîmet in. Di heman demê de nêzikatiya serokên Kurd ji bo yekîtiya netewî ya Kurd jî watedar e.”

Gulcan Kaçmaz anî ziman ku aaxwaza aştiyê ne tenê ya Bakur e, daxwaza her kesî ye û wiha domand: “Lewre daxwaza çar parçe Kurdistanê ev e. Ji ber vê li her derê hêvî û daxwaza aştiyê xwe dida der. Jixwe aktorên ku em bi wan re axivîn jî dubare kirin ku divê kêşeya Kurd li ser zemînekî demokratîk were çareserîkirin. Dîsa tiştê ku binî hat xêzkirin ew e ku çi ji destê wan bê, dê bikin. Lewre bi awayekî zelal herkes dixwaze ku piştevaniya çareseriyê bike. Aktorên li Başûr jî amaje kirin ku rol û mîsyona birêz Ocalan pirr girîng e û ew bi hêza xwe şansekî mezin e. Em daxwaz dikin ku şertên xebatê yên birêz Ocalan bên çareserkirin, divê birêz Ocalan di nava şert û mercên guncav de xebatên aştiyê bimeşîne. Lewre ew ancax bi vî awayî dikare rol û mîsyona xwe ya dîrokî bîne cih.”

Gulcan Kaçmaz herî dawî bal kişand ser feraseta hikûmetê û ev rexne kirin: “Li aliyekî hevdîtinên ji bo aştiyê pêk tên, lê li aliyekî Hikûmeta AKP’ê bi axaftinên xwe her kesî terorîze dike, dev ji binçavkirin û girtinan bernade û şuna hevşaredaran qeyûm tên tayînkirin. Ji ber van kiryarên dewletê hêviya gelan jî tên şikandin. Bi rastî ev pêvajo ji bo AKP’ê ezmûna dilsoziyê ye. Eger îro hemû alî ji bo aştiyê tên cem hev, piştevaniya pêvajoyê dikin, divê AKP jî guh bide wan. Lewre bi aştiyê tu kes zirar nake, eger aştî bê avakirin wê ji bo her kesî bibe serkeftin.”

‘Rista Abdullah Ocalan pir girîng e’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar