Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê û parastina Bendava Tişrînê zêdetirî mehek li Bendava Tişrînê nobetê digirin. Pêkhateyên bajarê Dêrikê der barê berxwedana Bendava Tişrînê de diyar kir ku beşdariya tevahî pêkhate û beşên civakî di vê berxwedanê de hêza piştevaniya parastina tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Gulistan Ehmed da zanîn ku berxwedana tevahî pêkhateyan a li Bendava Tişrînê dîrokî û bêhempa ye û got: “Beşdariya şêniyan ji bo parastina bendavê û piştgiriya HSD’ê serkeftineke pîroz a gelan e û dê wekî bûyereke mezin di dîrokê de were nivîsandin.”
Gulistan destnîşan kir ku berxwedana Bendava Tişrînê hevsengiyên Rojhilata Navîn bi tevahî guhert û wiha domand “Ev berxwedan ji berxwedanên berê cudatir e. Her çiqas berxwedana çekdarî heta niha em parastine, lê berxwedana aştiyane ya gel ku îro bê çek dibe, bûye çekeke bi hêz li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê.”
Gelşat Elî diyar kir ku ew hêza xwe ji berxwedana QSD’ê digirin û ev li gotinên xwe zêde kir “Divê em Bendava Tişrînê biparêzin, ji ber ku sembola hebûna me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev berxwedana serkeftina me ye û ji bo tevahî gelên herêmê rêya ber bi aramî û aştiyê ve ye.”
Îsam Resûl jî îşaret bi vê yekê kir ku berxwedana gel a li bendavê mîsogeriya parastina herêmê û pêkanîna aştiyê ye û got, vê berxwedanê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ê banga neteweya demokratîk û jiyana hevbeş a gelan dike, îsbat kiriye.
Îsam Resûl di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Xwepêşandanên aştiyane israra me ya parastina hebûna me û destkeftiyên me piştrast dike. Her wiha îsbat kir ku berxwedana gel a aştiyane ya dê li hemberî dijmin bibe derbeyeke xurt.”