Rojnameger Ehmed Semîr diyar kir ku saziyên navneteweyî çav û guhê xwe ji komkujiyên Bakur û Rojhiltaê Kurdsitanê girtine û wiha got: “Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xetere li ser jiyana her kesî heye. Dema sivîl li mala xwe rûniştî ji hêla dewleta Tirk ve tên bombebarankirin û qetilkirin. Lê raya giştî ya cîhanê çavên xwe li van sûcên şer girtine lewma dîsa tên dubarekirin.”
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO ji 8’ê Kanûna 2024’an heta niha êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Bi taybetî di Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê di hedefa dagirkeran de ye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên parastin Jin (YPJ) jî bersivê didê êrîşan. Gel jî bi nobeda li Bendava Tişrînê daye destpêkirin bendavê diparêzin. Dewleta Tirk a dagirker nikare berxwedana şervanan û gel bişkîne, li ber çavên cîhanê sivîl û rojnamegeranbombebran dike û şehîde dike. Herî dawî jî rojnameger Egîd Roj di 14’ê Sibatê de hedef hate girtin û hat qetilkirin. Ji sala 2019’an heta niha herî kêm 15 rojnameger di encama êrişan de hatin qetilkirin. Hempîşeyê Egîd Roj, Ehmed Semîr têkildarî êrişan û bêdengiya saziyên navneteweyî axivî.
Ehmed Semîr diyar kir ku li qadên şer û pevçûnan rojnameger xwedî roleke girîng in û got: “Peywira çapemeniyê ew e ku rastiyan derxîne holê. Heke li cihekî binpêkirinên mafan hebin, heke sûcên şer bên kirin, peywira rojnamegeran ew e ku vê rastiyê bi raya giştî ya cîhanê re parve bike. Ji bo vê jî hevalên me Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û Egîd Roj berê xwe dan Bendava Tişrînê. Ji bo rastiyan di tariyê de nehêlin ketin vê rêyê. Dema ew jî li wan deran nebin, dewleta tirk gelek nûçeyên derew parve dikir. Derewa ku Bendava Tişrînê bi dest xistine parve dikirin û ev derew cara ewil ji hêla Nazim û Cîhanê ve vala hate derxistin. Heta niha jî ev bendav nehatiye dagirkirin. Hevalên me Cîhan û Nazim ev derewên şerê taybet vala derxistin. Bendav di bin kontrola HSD’ê de ye û gel jî berxwedaneke dîrokî raber dike.”
Bi domdarî Semîr destnîşan kir ku Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û Egîd Roj bi zanebûn hatine qetilkirin û wiha pê de çû: “Xwestin rastiyan di tariyê de bihêlin. Lê negihiştin armancên xwe. Berê jî bi vê boneyê gelek rojnameger qetil kirin. Erka Çapemeniya Azad ew e ku rastiyan derxîne holê û ragihîne. Ev sûc nîne. Hevalên me ji bo heqîqetê canê xwe dan. Li her dera cîhanê êrişên ser rojnamegeran sûc e. Gelek hevalên me hedef tên girtin lêbelê saziyên navneteweyî li dijî van êrişan bêdeng in. Divê ev sazî ji bo pêşîlêgirtina van êrişan bikevin nava tevgerê.”
Semîr anî ziman ku ne tenê rojnameger her wiha siyasetmedar û hunermend jî hedef tên girtin û axaftina xwe wiha qedand: “Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xetere li ser jiyana her kesî heye. Dema sivîl li mala xwe rûniştî ji hêla dewleta Tirk ve tên bombebarankirin û qetilkirin. Lê raya giştî ya cîhanê çavên xwe li van sûcên şer girtine lewma dîsa tên dubarekirin. Ragihandina heqîqetê sûc nîne. Ji bo heqîqet derkeve holê ya ji dest tê em ê bikin. Em ê rûmeta rojnamegeriyê biparêzin. Divê sazî û dezgehên navneteweyî jî erka xwe pêk bînin û bertekên li dijî êrîşan birêxistin bikin.”