Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser planên dewletê yên ku di 10 salên dawî de xwest tevger û rêxistinên kurdan têk bibe û encama van planan. Rojname li ser hewldanên diyalog û hevdîtinan jî rawestiya û destnîşan kir ku ev hevdîtin ne bi vîna dewlet û AKP’ê, dijberî vê yekê bi înîsiyatifa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêş ketiye. Rojname diyar dike ku Rêber Apo rewşa hundir û derve ya Tirkiye nirxandiye û însiyatif girtiye dest û plana têkçûnê pûç kiriye.
Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê “Hêvî esta ke kurdî tifaqê xwu virazê” bal kişand ser tifaqa partiyên kurdan û serdana şandeya DEM Partiyê ya li Başûr.
Rojnameyê di bin manşetê de jî bi sernavê “Ziman girêdan û berxwedan” bal kişand ser têkoşîna zimanê zikmakî. Rojnaeyê cih da quncikê nivîskar Felemez Ulug a bi sernavê “Înkar têk çû” û bal kişand ser têkoşîna Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji salên 1990’i heta niha ji bo çareseriyê dide. Felemez Ulug destnîşan dike ku înkara ku heta niha li ser kurdan hatiye ferzkirin di encama têkoşîna gelê kurd, tegera azadiyê û berxwedana Rêber Apo de têk çûye.