Dadgehên Tirk a faşîst li ser ferman desthilata faşîst a AKP-MHP’ê cezayên girtîgehê li hevşaredarên DAM Partiyê dibirin. Herî dawî di 20’ê Sibatê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaxizmanê ya Qersê Mehmet Alkan birî. Avahiya şaredariyê ji hêla polîsên faşîst ve hatibû dorpêçkirin.
Wezareta Karên Hundir şaredariya Qaxizmanê dagir kir. Di teblîxata wezaretê de hat diyarkirin ku Hevşaredar Mehmet Alkan “weke tevdîreke demkî” ji peywirê hatiye girtin û qeymeqamê navçeyê Okan Daştan weke qeyûm li şaredariyê hatiye tayînkirin.