Di jiyana Neteweya Demokratîk de cihê PKK’ê

PKK hê di dema derketina xwe ya holê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji ber ku di civaka Kurd de valatiyeke mezin dagirtibû û...

Zimanê wêrek û pênûsa leheng ê çapemeniya azad: EZÎZ KOYLUOGLÛ

Ezîz Koyluoglû di 27’ê Çileya 2025’an de di encama êrîşa balafirên bûmirov û bombebarkirî ya dewleta Tirk a qirker de li bajarê Ranya ya...

Di jiyana Neteweya Demokratîk de cihê PKK’ê

PKK hê di dema derketina xwe ya holê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji ber ku di civaka Kurd de valatiyeke mezin dagirtibû û...

Zimanê wêrek û pênûsa leheng ê çapemeniya azad: EZÎZ KOYLUOGLÛ

Ezîz Koyluoglû di 27’ê Çileya 2025’an de di encama êrîşa balafirên bûmirov û bombebarkirî ya dewleta Tirk a qirker de li bajarê Ranya ya...
Salı - 25 Şubat 2025

Di jiyana Neteweya Demokratîk de cihê PKK’ê

PKK hê di dema derketina xwe ya holê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji ber ku di civaka Kurd de valatiyeke mezin dagirtibû û...

Zimanê wêrek û pênûsa leheng ê çapemeniya azad: EZÎZ KOYLUOGLÛ

Ezîz Koyluoglû di 27’ê Çileya 2025’an de di encama êrîşa balafirên bûmirov û bombebarkirî ya dewleta Tirk a qirker de li bajarê Ranya ya...

Rêber Apo gelê Kurd ji bo cîhana nû hazir dike

Serdestên cîhanê careke din hewildidin cihanê li gor berjewendiyên Modernîteya Kapîtalîst dizayn bikin. Wekî sedsal berê îroj konferans, civîn û peymanên wekî Lozan, Sykes-Picot û hwd. dixwazin bazara xwe bikin û mirovahiyê di bin bindestiyê de bihêlin. Di serdema em tê de dijîn de hemû tişt li ber çav tê kirin.

Wekî  mînak 61’emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê yê li Almanyayê li dar ketî yek ji wan bû. Ji 60 welatan nûner beşdar bûn û elbet mijara sereke şerê Ûkrayna û Rojhilata Navîn bû. Elbet di naveroka konferansê de tehdîtên Rûsya û Çînê yên ewlekariyê , azadiya xweîfadekirinê, polîtîkayên koçberiyê, sansûrkirina medyaya civakî, mudaxeleya hilbijartinan û binpêkirina mafên mirovan jî qaşo hatin guftogo kirin. Lê esasê xwe de mijar nîqaşên desthilatdariyê û parvekirinê bûn. Piştî hatina li ser erk a serokê Amerîkayê Donald Trump, hemû desthilatên dewletên cîhanê li benda guherînekê bûn. Lê Trump wekî bendewariya wan derneket û diyare ku bi poltîkayên xwe dixwaze bibe tekane hegemonyayê cîhanê . Ma ji bêrika tacir û tucaran kengî demokrasî  derketiye.

Amerîka halê hazir naxwaze welatên Ewropayê tevlî  pêvajoya aştiya navbera Ûkrayna û Rûsyayê bibe. Aşkere dibêjin Rêveberiya Kîevê bihêle em ji dewlemendiya bin axê û elementên nadîr ên Ûkraynayê  sûdê wergirin, em ê hingî  alîkariya leşkerî bidin Ûkraynayê, lewma ji bo serdestan ya esasî  berjewendîye. Li ser vê Trump ji lîderên welatên Ewropa daxwaz  kir ku ji bo parastina herêmê zêdetir pereyan xerc bikin û piştî ku bi Rûsyayê re agirbest pêk hat leşkeran bişînin Ûkraynayê. Yanê Trump ji Ewropayîyan jî dixwaze cerdewaniyê bikin.

Hêzên Ewropa taybet Almanya û Fransa di panîkê de ne. Wekî mînak Olaf Scholzê almanî di konferasa Munîhê de li beramberî helwesta Trump got: kes nikare bi darê zorê peymaneke aştiya bi rêveberiya Kîevê bide qebûlkirin. Lê Konferansa Munihê bê encam ma û dewletên Ewropa biryar  girtin ku lez û bez ji bona şêwira di navbera xwe de xurt bikin li Parîsê careke din bicivin û demek şûnde civiyan. Qûrbanê vî şerî  Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky jî di şokê de bû û ketiye danûstandin û hewildana lihevkirina hêzên NATO yê. Pêşî serdana Îmaratên Ereb û şunde jî berê xwe da Enqereyê. Erdoganê şerxwaz ji Zelensky xwest jib o hevdîtinên aştiyê navbeynkariyê bike lê wekî gotina pêşiyên Kurdan “Heta te got, gur û rovî post hate nîvî.”

Gava ku Erdogan di vê bazarê de hewildida rol bidize, heyetên Amerîka û Rûsya beyî ku Kîew û Ewropiyan  muhatap bigirin ji bo meseleya Ukraynayê li Riyadê li hev rûniştin. Piştî hevdîtin û civînê jî heyetan li ser 3 hedefan li hev kirin. Li gorî vê lihevhatinê wê plan ji 3 merhaleyan pêk were û dawî agirbesteke mayînde pêk were. Elbet li ser her tiştê lihevnekirin Rûsya bi israre Ûkrayna bi tu awayî nekeve nav NATO’yê. Dîsa Trump dibêje hêza min heye şer rawestînim û di vê çarçoveyê de wê bi Pûtîn re rûnê.

Di qewimîna van geşedan û pêşdeçûnan de gelo Kurd çi dikin? Bi ya min aliyekê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, Kurd in. Li aliyekê hêzên hegemon wek Amerîka, Rûsya, Çîn, Ewropa, aliyekê keftarên berdestên wan ên wekî dewletên dagirker ên antî demokratîk Tirkiye, Îran û hwd. li aliyê sêyem jî pêkhateyên bindest ên cîhanê ne û Kurd niha pêşangiya wan dikin, bi hev re tevdigerin û ji bo demokrasî û azadiya mirovahiyê  têdikoşin.

Belê hêzên azadîxwaz û Kurd jî ji bo rizgariya mirovahiyê têkoşîna xwe didomînin. Rêber Apo di vê warî de careke însiyatîf girt û pêvajoyek da destpêkirin. Halê hazir bi dehfdanê, bi sebrekî mezin û bi berxwedanê gelên herêmê  digel hemû provokasyon, girtin û êrîşên qirker jî xwedî li vê însiyatîfa Rêber Apo derdikevin. Ji bo zerar negihêje hesas tevdigerin û hewldidin vê însiyatîfê xurt bikin.

Li Sûrî hevdîtinên hikûmeta Şamê re didomin û ji bo çareseriyeke mayînde hewildan berdewam in. Li Başûr digel neguherîna helwesta PDK’ê jî heyeta Îmraliyê perspektîf û peyamên Rêber Apo ji hêzên Başûrê Kurdistanê re gihandin. Diyare ku Rêber Apo hewildide PDK’ê ji xeta hevkariya dij Kurd derxe û hêzên Başûr jî li dor çarenûsa netewa Kurd kom bike. Dîsa li Ewropayê konferans û cîvînên ji bo amadekariya pêvajoyeke nû kar xebat tên meşandin.

Cîhan diguhere û ji nû ve tê dîzaynkirin, Rêber Apo careke din bi însiyatîfa xwe Kurdan ji bo cîhana nû hazir dike. Li ser prensîba Azadî, Demokrasî û Ewlehiyê mirovahiyê bê alternatîf nahêle. Rêber Apo mîsyona xwe careke din tîne bîra her kesî û civakên bindest li dor xwe kom dike.

Nûçeyên Têkildar