Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di nava şert û mercên herî giran de derbên giran li dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê dixin. Gerîla bi berxwedan û têkoşîna li hemberî dagirkeran dimeşîne nîşan dan ku ew li dijî komployê berxwedana herî mezin didin û dilsozê Rêber Apo ne. Gerîlayên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li tunelên şer li ber xwe didin, têkildarî berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo ji ANF’ê re axivîn.
Gerîlaya YJA Starê Besta Sîdarê komploya navneteweyî şermezar kir û got, “Em di serî de vê komploya di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî gelan pêk hatî şermezar û lenet dikin. Armanca komploya li dijî Serokatî pêk hatî tunekirina tevgera me û gelê Kurd bû. Lê ji roja ku Rêber Apo dîl ketiye zindana Îmraliyê heta niha têkoşîn ji her demê behtir xurttir bûye û her diçe xurttir dibe. Komplogeran hêvî dikir ku deam wan Serokatî xistin nava çar diwaran dê bikarin tevgera me tasfiye bikin û gelê Kurd jî tine bikin. Lê bi sekna Serokatî hêviya komplogeran şikest û hêviya gelên cîhanê zêdetir bû. Bêguman li hember vê komploya rûreş sekna tevgera me û gelê me jî yek ji diyardeyên herî bingehîn bû. Lewma li her qada ku bi navê Rêber Apo radibin, li hember komplogeran helwesta xwe raber dikin û li dijî wan radibin. Ji ber vê yekê jî dibe ku Serokatî di nava çar divaran de be lê bi rih, fikir her tim di nava gelan de dijî.”
Çawa ku Rêber Apo bi fikrên xwe ji bo tevahî gelan re bûye feyza têkoşîn û azadiyê, gel jî li hember komployê bi feyza ku ji Rêber Apo digirin têkoşîneke bêeman didin. Girêdayî vê yekê gerîlaya YJA Starê Besta Agirê nirxandinên xwe di vê derbarê de domandin: “Li hember komployê ne tenê em û gelê Kurd, tevahî gelên cîhanê radibin ser lingan û têkoşîn dikin. Pêngavan didin destpêkirin, meşan pêk tînin, grevên birçîbûnê didomînin û bi çalakiyên cuda cuda helwesta xwe ya beramberî komployê didin nîşandan. Bêşik ev yek hêza Rêber Apo ye, sekna Rêber Apo ye. Serokatî bi sekna xwe hemû dewlet xistine nava tengasiyeke mezin. Her ku dikevin nava tengasiyê mecbûr dibin biçin ber lingê Serokatî.”
Dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanca sereke ya Gerîlayên Azadiya Kurdistan û tevahiya gelan e. Lewre ji ber vê jî gelek ked, bedel tê dayîn. Çawa ku Rêber Apo di zindana Îmraliyê de berxwedaniyeke bêhempa raber dike, şervanên azadiyê û gel jî bi vê biryardariyê tevdigerin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nebe wê sekin ji kesekê re tune be. Wê têkoşîn ji îro zêdetir xurttir bibe û bigihêje serkeftinê. Li ser van bingehan gerîlaya YJA–STAR’ê Besta Sîdarê axaftina xwe domand û îdîaya xwe anî ser ziman: “Heta ku Rêber Apo ji zindana Îmraliyê dernekeve û azadiya wê ya fîzîkî pêk neyê, em ê ti caran ji têkoşîna xwe tawîz nedin. Heta dawiyê em ê têkoşîneke pir mezin bimeşînin ku Rêber Apo wek fîzîkî jî di nava me de be. Dibe ku di van deman de bi Serokatî re hevdîtin çêdibin, lê ev nayê wê wateyê ku Serokatî ne di bin tecrîdê de ye û tecrîd rabûye. Ji bo vê jî heta ku ev rewş bidome em ê jî ti caran dev ji têkoşîna xwe bernedin. Heta ku ev dijminê dagirker bi ser me de were û êrîşên hovanê bidomîne, wê têkoşîna me jî ewqas bi dijwarî bimeşe. Nîşanayê têkoşîna me di biryardariya di sekna gelê me de, di têkoşîna hevalên me de û fedaiyîtiya Asya û Rojgeran de şênber e.”
Gerîlayê HPG’ê Ferhat Egîd jî derheqe komploya navnetewî de nirxandinên xwe wiha anî ziman: “Em di serî de komploya li ser Serokatî şermezar û lenet dikin. Serokî di vê komploya berdewam de berxwedaniyeke dîrokî dide meşandin. Û di kesayetiya xwe de bi sekna xwe ev komplo vala derxistiye. Xwestin bi vê komployê di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd, gelê ku ji bo azadiyê têkoşîn dike qir bikin. Serokatî bi salan e ji bo gelan têdikoşe û di zindana Îmraliyê de ji tevahiya gelan re bûye çavkaniya bawerî, ezim û îradeyê. Ji bo layiqbûna vê seknê û şikandina tecrîde, gelê Kurd û gelên herêmê têkoşîneke pir mezin dimeşînin. Em jî wek şervanên Rêber Apo, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dixwazin layiqê Rêber Apo bibin, tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Amanca me ya herî mezin jî ev e.”
Gerîlayê HPG’ê Bawer Hebeş jî sekin û berxwedana Îmraliyê silav kir û da diyarkirin ku armanca gerîla ya yekemîn fîzîkî azadkirina Rêber Apo ye û gerîla heta bigihêjin vê armancê wê her roj bi dijwarî tekoşîna xwe mezintirîn bikin.
“26. salvegera komploya navnetewî ku di şexsê Rêber Apo de hat pêkanîn em lenet dikin. Em wek Gerîlayên Azadiya Kurdistanê silav û hûrmetên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Ev komploya navnetewî ku 1999’an de pêk hat ne tenê li ser şexsê Rêber Apo hat kirin. Ji ber ku Rêber Apo miletên bindest, gelên bindest, gelên Rojhilata Navîn, gelên herêmê û gelên ku li pey heqîqeta xwe bûn temsîl dikir, hedef hat girtin. Sîstema kapîtalîzma modern dixwest hegemonyaya xwe li ser cîhanê û li ser Rojhilata Navîn serwer bike û ji bo pêkanîna vê armanca xwe Rêber Apo û Tevgera Azadiyê hedef girt. Çinku wek tekane astengiya li pêşberî vê hedefa xwe Rêber Apo didît.
Gerîla Bawer di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser polîtîkayên qirkirinê yên li ser li gelê Kurd tên meşandin û got ev polîtîka xwedan dîrokeke sed salan e û bi derketina Rêber Apo re pêşiya vê qirkirinê hatiye girtin. Gerîla Bawer di dawiya axaftina xwe de, ji tunelên şer heta Îmraliyê silavên xwe ji Rêber Apo re pêşkeş kirin û bang li gelê Kurdistanî kir ku têkoşîna ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didin hîn bilindtir û xurttir bikin.
Gerîla Bawer wiha domand: “Ji 15’ê Sibata 1925’an û vir ve dewleta Tirk a dagirker, li ser Gelê Kurd êrîşên qirqirinê dide meşandin. Hem qirkirina fîzîkî hem jî polîtîkayên asîmîlasyonê bi rêbazên cur be cur li ser gelê Kurd hatine meşandin. Bi derketina Rêber Apo re pêşiya vê qirkirinê hat girtin. Êdî Rêber Apo bû Rêberê hemû mirovatiyê, hemû gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî yê gelê Kurd.
Em wek şervanên Rêber Apo heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin ew ê tekoşîna me her roj xurttir bibe, her roj pêşdetir biçe. Helbet ev wek erkeke bingehîn li ser milê gerîlayan e, lê divê gelê Kurdistanê yê li her çar parçeyan, gelên li Ewropa û li Rojhilata Navîn, yên ku bi rastî jî hêviya xwe û serkeftina xwe di paradîgmaya Rêber Apo de dibînin divê ji bo azadiya Rêber Apo di nav hewldan û tekoşînê de bin. Pêwîst e ji bo azadiya Rêber Apo tekoşîneke hîn xurttir were meşandin. Yekemîn armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em ji tunelên şer heta Îmraliyê silav û hûrmetên xwe ji Rêber Apo re pêşkeş dikin.”
Gerîlayê ji neteweya Ereb Hemze Ereb jî derbarê salvegera komploya navnetewî de axivî û wiha nirxand; “Îro 26. salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo ye. Ev 26 sal in Rêber Apo berxwedaniyeke mezin dide. Em li ser vê esasê komploya navnetewî lenet dikin. Bi riya vê komploya li ser Rêber Apo ku înkara gelê Kurd û Kurdistanê tevahî tê kirin, xwestin me tine bikin. Li ser vê bingehê berxwedana ku li Îmraliyê tê meşandin heta roja me ya îro jî bi awayekî gelek xurt didome. Rêber Apo ne mirovekî jirêzê ye. Lewra ev sekin ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahî civakan e. Hêzên hegemon yên ku li ser van xakan desthilatdar in naxwazin li Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê şoreş çêbibe. Ji ber wê komplo heta roja me ya îro hatiye.”
Gerîla Hemze di berdewamiya axaftina xwe de da diyarkirin ku ew wekî gerîlayekî Ereb wê heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava tekoşînê de be û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Ez ê jî wek hevalekî Ereb ê di nava refên PKK’ê de heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî ji tecrîdê rizgar bibe berxwedaniya xwe ya şoreşgerî bidomînim. Tecrîd li ser Rojhilata Navîn e, ne tenê li ser gelê Kurd e. Îro Rêber Apo rêberê tevahî gelan e. Rêberê mirovahiyê û azadiyê ye. Ji zarokekî bigire heta extiyarekî, tevahî gelên me ji bo Rêber Apo li ber xwe didin. Wê têkoşîna me heta azadiya Rêber Apo dewam bike. Ev sala 2025’an wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em hêvî dikin ku tevahiya gelan ji bo ku tecrîdê li ser Rêbertî rakin têkoşîneke mezin bidin. Em dibêjin ku wê têkoşîna me dewam bike û li ser vê esasê em dibêjin ‘Bê Serok Jiyan Nabe, Bê Serok Jiyan Nabe!’”