Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...

Rêber Apo gelê Kurd ji bo cîhana nû hazir dike

Serdestên cîhanê careke din hewildidin cihanê li gor berjewendiyên Modernîteya Kapîtalîst dizayn bikin. Wekî sedsal berê îroj konferans, civîn û peymanên wekî Lozan, Sykes-Picot...

Perşembe - 27 Şubat 2025

Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23’yê Cotmeha 2024’an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan gotibû “Tecrîd didome. Eger şert bên avakirin di aliyê pratîk û teorîk de ez dikarim zemîna şer derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.” Di ser hevdîtinê re 4 meh derbas bûn. Lê hîna tecrîd didome. Hîna şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehatine başkirin.

Li gel ku tecrîd didome û şertên Rêber Abdullah Ocalan nehatine başkirin jî dîsa Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk û aştiya mayinde pêş bikeve, di 22’ê Kanûna 2024’an de nexşerêya ku ji 7 xalan pêk tê pêşkêşî raya giştî ya Tirkiyeyê kir.

Lê her çend li ser navê dewletê Devlet Bahçelî bang li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bike û bixwaze li meclisê biaxive jî, tecrîd didome. Hê jî parêzer, malbat nikarin biçin Îmraliyê. Nûnerên şandeya DEM Partiyê nikarin bi rêk û pêk biçin Îmraliyê. Peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ki dihat payîn di 15’ê Sibatê de bi dîmen bi raya giştî re parve bike hêj nehatiye parvekirin. Hê jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nikare bi nûnerên saziyên civakî, rêxistinên demokratîk re hevdîtinan bike. Nikare di şertên azad de niqaşan pêş bixe. Nikare di şertên azad de lêkolînan bike.

Ji bo aştiyek mayînde û çareseriyek demokratîk pêş bikeve divê şertên hemû aliyan wekî hev be. Divê îro şertên rayedarên dewletê çine, divê şertên Rêber Abdullah Ocalan jî wisa bin. Çawa ku erkdarên dewletê dikarin bi şewirmendên xwe, rêveberên partiya xwe û nûnerên saziyan re hevdîtin bikin û li ser mijarê niqaş bikin, divê Rêber Abdullah Ocalan jî dikaribe bi nûnerên gelê Kurd, rêveberên partiya xwe, nûnerên saziyên demokratîk û civakî re hevdîtinan bike. Ku ev şert pêk neyê, dê Rêber Abdullah Ocalan nikaribe bi berfirehî fikr û projeya xwe bi derdorê re parve bike. Dê nikaribe pirsên civakê, partiyan, saziyan û rêxistinên demokratîk bibersivîne.

Bêguman divê sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên ku çareseriyê dixwazin jî divê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan bikin. Divê tenê temaşe nekin.

Dîsa şertê din jî divê operasyonên Tirkiyeyê yên leşkerî, siyasî û çandî bi dawî bibin. Divê êdî balafirên şer ranebin. Divê tang û top bêdeng bibin. Divê dewleta Tirkiyeyê hemû çekên xwe bêdeng bike. Eger îro artêşa  Tirkiyeyê çekan bêdeng bike, ji xwe şer bi dawî dibe. Ji ber ku şer yek alî pêş dikeve. Ev aliyê ku şer pêş dixe jî artêşa Tirkiyeyê ye. Mînaka vê yekê her roj bi SÎHA’yan êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Şertê din divê hemû girtiyên siyasî serbest berdin û êdî dawî li operasyonên binçavkirin û girtinan bîne. Divê hemû welatî karibin fikrên xwe azad binin ziman. Divê mafên gelê kurd ên neteweyî bi zagonan bêne misogerkirin û parastin.

Di serî de ev gavên pêşîn neyên avêtin yek alî çareserî pêş nakeve. Divê teqez aliyê dewletê gavên şêber ku gelê Kurd îkna bike bavêjin. Nexwe dê dîsa her tişt xwe dubare bike.

Nûçeyên Têkildar