Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li ser banga dîrokî ya Rêber Apo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” û ragihandina agirbestê ya PKKê ji Ajansa Welat re axivî. Remzî Kartal anî ziman ku banga Rêber Apo firsendeke nû ava kir û wiha got: “Banga Rêber Apo bandora xwe ne tenê bandor li ser pirsgirêka Kurd bi giştî aramiya Rojhilata Navîn û qada navneteweyî jî dike. Firsendeke dîrokî ye û divê em vê firsendê rast û baş bikar bînin. Divê çareseriya Rêber Apo esas bê girtin. Rêber Apo dibêje em dikarin li ser bingeha wekhevî û azadiya gelan û Netewa Demokratîk çareseriyê pêk bînin.”
Remzî Kartal destnîşan kir ku divê şert û mercên Rêber Apo bên rastkirin û wiha pêde çû: “Ji ber ku Rêber Apo dikare çareser bike, kesek din nikare çareser bike. Ji ber wê jî pêwîste Rêber Apo di şert û mercên azadiya fizîkî de bikaribe bixebite. Bi rêxistina xwe re bikaribe bikeve diylogê. Ji bo PKKê kongereya xwe kom bike û biryaran bigire derbarê çekberdanê de pêwîste Rêber Apo bixwe yanî bi pratîkî vê xebatê bimeşîne. Ji bo vê yekê jî divê şert û mercên azadiya fizîkî pêk were. Divê ji bo mafê hêviyê di nav hefteyeke de li parlamentoya Tirkiyeyê were temamkirin û pêk were. Pêwîste parlamento gav biavêje û bersiva banga Rêber Apo bide. Divê demildest hikûmet û parlamento bersiva banga Rêber Apo bide. Gava yekemîn jî şert û mercên azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Ev mijara hemû Kurd, Tirk û pêkhateyên li Tirkiyeyê ne. Ne tenê parlamento jî divê hemû raya giştî bikeve nava pêvajoyê. Di qedera gelê Kurd û Tirk de qonaxeke nû ye. Ev sed sal e înkar û îmha bûye qedera gelê Kurd. Ev yek bandorê li ser gelê Tirk jî dike. Ji ber ku şer çiqas bandor li ser gelê Kurd dike ew qas jî bandor li ser gelê Tirk dike. Em hêvî dikin di nava hefteyekî de parlamento bi rola xwe rabe û biryar bide.”
Remzî Kartal bi lêv kir ku li dijî provakasyonên hêzên şer dixwazin hemû aştîxwaz hişyar bibin û axaftina xwe wiha qedand: “Hin hêzên ku bi siyaseta şer ve xwe girêdane û desthilatdariya xwe didin meşandin dibe ku bixwazin vê pêvajoyê sabote bikin. Divê hemû aştîxwez û hêzên demokrasiyê hişyar bin û bi rola xwe rabin. Ev şansekî dîrokî ye. Divê ew şans neyê ziyankirin. Taybet jî divê partiyên parlamentoyê bi rola xwe rabin. Divê qanûnên pêwîst çêbibin û biryarên pêwîst bên girtin. Em hêvî dikin gelê me jî baş fêhm bike. Hinek hene antî propagandayan dikin. Weke ku Rêber Apo partiya xwe fesix dike û teslîm bûye nîşan didin. Ev ne fêhmkirina ji Rêber Apo ye. Pêwîste gelê me bizanibe PKK’ê meşa azadiyê ya Rêber Apo ye. Ruhê Rêber Apo ye. Ji bo wê jî PKK dikare bi mîsyona xwe ya dîrokî rabe. Lê ew ruh wê berdewam bike. Pêwîste Serok Apo azad bibe û di nav şert û mercên azadiya xwe ya fizîkî de têkoşînê bide meşandin. Divê em bi çoş û moral azadiya fizîkî ya Rêber Apo hîs bikin û xwedî li banga Rêber Apo derbikevin.”