Li gorî ofîsa rizgarbûyên dîlên Êzidiyan ên Başûrê Kurdistanê hejmara şehîd û windayên Êzidiyan ên sala 2014’an hatin aşkerekirin, ev agahî bi rengekî ne fermî hatin aşkerekirin. Tenê ev hejmar û amarên li jêr hatine aşkerekirin û tesbît kirin.
Heya niha zêdeyê 5 hezaran şehîd bi belge hatine qeyidkirin û tesbîtkirin. 2 Hezar û 745 zarok jî sêwîne.
Hejmara gorên bi kom yên ku hatine dîtin, zêdeyî 96 goran e û bi dehan yên yek yek jî hene.
Hejmara kesên ku hatine revandin 6 Hezar û 417 kes in, ji wan jî 3 hezar û 448 jin, 2 hezar û 869 mêr in.
Yên ku ketin destê DAIŞ’ê bi giştî hejmara wan 6 hezar û 417 kes in, ji wan jî 3 hezar û 548 jin, 2 Hezar û 869 jî mêr in.
Yên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin bi giştî hejmara wan 3 Hezar û 585 kes in, ji wan jî hezar û 211 jin, 339 mêr, hezar û 47 zarokên keç, 961 jî zarokên xort in.
Hejmara dîlên ku bi destê DAIŞ’ê hatine şehîdxistin û cenazeyên wan di nava gorên bi kom de hatine dîtin û tesbît kirin, radestî malbatên wan hatin kirin; 274 şehîd in, ji wan jî 37 jin û 237 mêr in.
Yên ku hejmara wan hate diyarkirin û tesbît kirin ku şehîdin û çarenivîsa wan ne diyare yan jî hîna li tipa edlî ya Bexdayê têne rawestandin, 2 Hezar û 558 kes in, ji wan jî hezar 225 jin û hezar 333 mêr in.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku heya niha zêdeyî 200 hezar kes ji civaka Êzidî di nava kampan de li Başûrê Kurdistanê dijîn û rê nayê dayîna wan ku vegerin cih û warên xwe.