Rêber Apo serdemeke nû da destpêkirin, êdî dora dewletê ye

Rêber APO, Banga Sedsalê ya dîrokî kir. Êdî top li qada dewleta Tirk e. Bi mehan e ku di çarçoveya siyaseta dagirker û qirker...

Sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinan

Divê tu carî neyê jibîrkirin bi jin re jiyana bi rûmet û bi wate bilindbûyîn û zanistiyek mezin dixwaze. Divê hûn azad bibin. Ramyarî...

Salı - 4 Mart 2025

HSD: 2 drone hatin xistin û gelek çete birîndar bûn

HSD’ê daxuyand ku tevahiya êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser nuqteyên şervanan hatin şikandin, dronek hat xistin û gelek çete birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawîn a êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê aşkera kir. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Şervanên me duh (yekşem) êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk birin.

Eniya Bendava Tişrînê; dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora bendavê û gundewarên wê bi obîsên giran û hawanan topbaran kirin. Çeteyan gelek êrîş li dijî nuqteyên hêzên me pêk anîn, şervanên me bersiva êrîşan da û şer derket. Di encamê de hejmarek çete birîndar bûn û tevahî êrîş hatin şikandin. Yekîneyên Şehîd Harûn jî ku beşdarî bersivdayîna êrîşên çeteyan bûn, droneke ku xwest nuqteyên hêzên me bike hedef, xist.

Eniya Pira Qereqozaqê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîsên giran, tank, roket û hawanan gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkna, Melha û Sina û girên Sêvê û Qereqozaqê, stasyona ceyranê ya bajarokê Sirînê bi zêdetirî 90 guleyan topbaran kirin. Di encamê de zirarên mezin li malên sivîlan û stasyonê bûn. Çeteyan bi desteka obîsan, êrîşî nuqteyên hêzên me kir. Şervanan bersiv da û şerekî giran derket. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin, lê hejmara wan nehat zanîn.

Eniya Eyn Îsa; artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi roketan gundê Ebû Sira yê rojavayê Eyn Îsayê topbaran kir. Di encama topbaranê de zirar li mal û milkên şêniyan bûn. Di tevahiya rojê de balafirên bêmirov li asîmanên Eyn Îsa û gundewarên wê û bajarê Kobanê û gundewarên wê geriyan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar