Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û aktivîsta mafên mirovan Jody Williams ji televîzyona Medya Haberê re axivî û pirsên Erem Kansoy bersivandin. Williams diyar kir ku hewldanên aştiyane yên Rêber Apo di nava hawira belavbûna şer û qirkirinê li tevahiya cîhanê de pêşketinek gelek girîng û erênî ye. Williams got “Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gavê davêje. Dîtina vê rastiyê îlhamê dide” û destnîşan kir ku divê ev pêvajo bê destekkirin.
Xelatgira Nobelê Jody Williams destnîşan kir ku divê ji bo tevlîbûna Rêber Apo ya pêvajoya aştiyê şert û mercên pêwîst bên avakirin û diyar kir ku divê Tirkiye bi awayekî samîmî bersivê bide pêvajoyê.
Jody Williams diyar kir ku divê ewlehiya Rêber Apo bê girtin û bang li dewleta Tirk kir ku dest ji lîstikan berde û bi rêveberên Kurd re dest bi diyalogeke watedar bike û dawî li şer bîne.
Jody Williams anî ziman ku muzakereyên ku Rêber Apo li ser bingeha aştî, ewlehî û hurmetê dimeşîne, ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê berendamek girîng e û wiha domand: “Ev pêvajo, wê Ocalan ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê wekî namzetek cidî bê nîşandan.”