Rêber Apo serdemeke nû da destpêkirin, êdî dora dewletê ye

Rêber APO, Banga Sedsalê ya dîrokî kir. Êdî top li qada dewleta Tirk e. Bi mehan e ku di çarçoveya siyaseta dagirker û qirker...

Sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinan

Divê tu carî neyê jibîrkirin bi jin re jiyana bi rûmet û bi wate bilindbûyîn û zanistiyek mezin dixwaze. Divê hûn azad bibin. Ramyarî...

Rêber Apo serdemeke nû da destpêkirin, êdî dora dewletê ye

Rêber APO, Banga Sedsalê ya dîrokî kir. Êdî top li qada dewleta Tirk e. Bi mehan e ku di çarçoveya siyaseta dagirker û qirker...

Sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinan

Divê tu carî neyê jibîrkirin bi jin re jiyana bi rûmet û bi wate bilindbûyîn û zanistiyek mezin dixwaze. Divê hûn azad bibin. Ramyarî...
Salı - 4 Mart 2025

Rêber Apo serdemeke nû da destpêkirin, êdî dora dewletê ye

Rêber APO, Banga Sedsalê ya dîrokî kir. Êdî top li qada dewleta Tirk e. Bi mehan e ku di çarçoveya siyaseta dagirker û qirker...

Sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinan

Divê tu carî neyê jibîrkirin bi jin re jiyana bi rûmet û bi wate bilindbûyîn û zanistiyek mezin dixwaze. Divê hûn azad bibin. Ramyarî...

Pervîn Bûldan: Peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê ronesansa jinan e

Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan derbarê hevdîtinên ku bi Rêber Apo re kirine de agahî da û got: “Birêz Ocalan diyar kir ku li şûna pevçûnan dem dema avakirina demokrasî, pêşeroja Tirkiyeyê û pêşeroja Gelê Kurd hatiye. Werin em vê firsenda dawî bi kar bînin, Birêz Ocalan diyar kir ku divê em peyama 8'ê Adarê ya ku wê ji bo jinan bibe qonax û ronesansê bi jinan re li qadan parve bikin."

Şandeya Îmraliyê di 27’ê Sibatê de bi Rêber Apo re hedîtina 3’yemîn pêk anîn. Piştî hevdîtinê li Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist û banga “Civaka demokratîk û aştiyê” ya Abdullah Ocalan ji raya giştî re eşkerekirin. Di serî de ji hêla kurdan ve û bi tevahî li cîhanê bangewazî bi coş û hêviyek mezin hat pêşwazikirin. Ligel vê yekê PKK bi daxuyaniyeke nivîskî agirbest îlan kir. Pervîn Bûldan pirsên JINNEWS’ê bersivand.

* Dema ku we agahî girt ku hûn ê biçin Îmraliyê, hûn çi fikirin? We çi hîs kir?

Çûna Îmraliyê ji bo min ne ezmûnek nû ye. Ez yekane endama jin a heyetê me ku beriya niha 33 caran bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anîbûm û di navbera salên 2011-2015’an de çend endamên şandeyê guheribin jî ez her tim di nav de bû. Di demekê de ku aştî belkî ew qas nêzîk bû, ji bo min kêfxweş bû ku ez beşdarî şandê bûm. Me hevdîtinên 10 salan rawestand. Helbet piştî 10 salan ez dîsa di nav şandeyê de bûm. Ji bo min şerefeke mezin e. Ji bo me erkeke pîroz e. Ger em tevkariyê li aştiya Tirkiyeyê bikin, ev ji bo me girîng û bi qîmet e. Ji bo min şerefeke mezin e ku carek din di vê heyetê de biçim giravê, tevkariya aştiyê bikim û bi birêz Ocalan re careke din dest bi muzakereyan bikim.

*Piştî 10 salan hûn dîsa çûn Girava Îmraliyê. Ji wê demê ve li giravê çi guherî? Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser şert û mercên ku tê de dijî axivî an na? Mînakî, ew dikare televîzyonê temaşe bike? Nameyên ku tên şandin digire? Roja xwe çawa derbas dike?

Dema ku me di serdanên xwe yên berê de jê pirsî ka kanalên ragihandinê hene yan na, wî digot qey televîzyonek heye û 22 kanal di vê televîzyonê de hene. Em nikarin zêde bi wî re behsa tiştên şexsî bikin, ji ber ku ew naxwaze li ser van tiştan biaxive. Ajandayên wan hene û amade ne tên civînan. Bi qasî ku me ji rayedarên wê derê hîn bûn, di şert û mercên girtîgehê de zêde guhertin çênebûye. Her wiha televizyoneke bi 22 kanalan heye. Tişta ku guherî tenê ew e ku birêz Ocalan bi fizîkî pîr bûye. Em dizanin ku hersê kesên li wir pênc rojên hefteyê, rojek ji bo sohbetê û roja din ji bo werzîşê li hev diciviyan. Birêz Ocalan jiyana xwe ya rojane bi piranî bi nivîsandin û xwendinê derbas dike. Rayedar dibêjin ku êvaran wî li ser nûçe û bernameyên nîqaşê yên televîzyonê radiweste û zû radize. Dema ku em berê diçûn, hêsir di çavên wî de bûn. Dema em di 28’ê Kanûnê de çûn wir, me dît ku pirsgirêka çavê wî hê jî didome. Dema ku em cara duyemîn çûn wir, birêz Ocalan emeliyata kataraktê kiribû û got ku emeliyat pir serkeftî derbas bûye û dîtina wî pir baş e. Gava em cara sisiyan çûn, min bala xwe dayê ku hêsir di çavên wî de bûn û destmalek bikar tîne. Tê gotin ku herikîna hêsiran ji çavan ne bi kataraktê ve girêdayî ye, belkî di rêyên hêsiran de girtî ye. Der barê vê de biryara emeliyatê nehatiye dayîn. Birêz Ocalan derbarê şert û mercên xwe de tu tişt negot.

Di her du hevdîtinan de diyar kir ku bi taybetî ji girtiyên jin name wergirtine. Ji me re got biçin gelek girtîgehan û ‘Silavên min ên taybet bidin min’ girtiyên jin. Piştî her du hevdîtinan ez çûm gelek girtîgehan û bi girtiyên jin re hevdîtin pêk anîn û silavên taybet ên birêz Ocalan gihand. Birêz Ocalan got, “Ez silavên xwe ji hemû girtiyên jin re dişînim”. Diyar kir ku ji girtîgehan name distîne. Pirtûkên ku tên şandin, bi jimareke kêm be jî, jê re tên dayîn.

* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hûn çawa pêşwazî kirin? Gotina wî ya yekem çi bû?

28’ê Kanûnê serdana me ya yekem bû ji bo vê heyamê. Birêz Ocalan em li ber deriyê odeya ku em ê lê hevdîtinê bikin pêşwazî kir. Ew pir bi heyecan, dilgeş û bi coş bû. Li odeya ku em ê lê hevdîtinê bikin maseyek mezin hebû. Ji me re got “Ev mase hilneweşiya û ev mase li vir wekî xwe dimîne”. Di sala 2015’an de me 4-5 civînên xwe yên dawî li heman odeyê pêk anî. Birêz Ocalan ev yek nîşan dide ku ew çiqasî li hemberî vê pêvajoyê bi biryar e û çiqasî bi motîvasyon e ku pêvajoyê bi pêş ve bibe. Birêz Ocalan got, ev mase ne hilweşiyaye, me bi vî awayî dest bi hevdîtinê kir.

*We bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re sê caran hevdîtin pêk anîn. Di van hevdîtinan de herî zêde li ser kîjan mijaran rawestiya?

Tişta ku wî herî zêde li ser rawestiya paşeroja Tirkiyê û êşên Gelê Kurd bû, bedelên ku dan, lê xala dawî dê aştî be. Birêz Ocalan bi taybetî giringiyê dide xwişk û biratiya Gelê Kurd û Tirk. Wî da zanîn ku şerê ku ji bilî dubarekirina xwe tu riyeke din nabîne, sûdê nade tu kesî. Bi mînakan anî ziman ku niha serdema demokratîkbûn û civaka demokratîk e û di vê serdemê de tifaqa Kurd û Tirk girîng e. Tifaqa Ataturk û Îsmet Înonû, ligel dîroka Komarê, wek tifaqa Tirk-Kurd dinirxîne. Got, ji wê rojê û vir ve tifaqa Kurd-Tirk nehatiye parastin û îsraf bûye, lê pêwîst e ev tifaq ji nû ve were zindîkirin. Wî got ku kesên berê welat bi rê ve birin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk hewl dan, lê bi ser neketin û bi taybetî jî gelek behsa Ozal û Demîrel nemir kir.

Qonaxeke nû, serdemeke nû. Bi taybetî bi qîmet dibîne ku Devlet Bahçelî yê ku xwedî nêrîneke cuda ye û bi benekî di destê wî de darvekirina birêz Ocalan dixwast, niha bi perspektîfeke pir cuda nêzî mijarê dibe. Banga Dewlet Bahçelî û desteka ku daye pêvajoyê gelek bi qîmet dibîne. Dema em sohbetên xwe digihînin wî dibêje “Eger Birêz Bahçelî hatibe guhertin li Tirkiyeyê her kes dikare biguhere”. Bi giştî di van her sê hevdîtinan de ya ku wî bi zelalî anî ziman, bidawîbûna şer, demokratîkbûna Tirkiyeyê, baweriya civaka Tirkiyeyê ya bi demokratîkbûnê bû û birêz Ocalan di vê mijarê de biryardariya xwe nîşan da. Dibêje operasyon û girtinên li dijî Baroya Stenbolê bi taybetî jî mijara qeyûman hewldaneke sabotekirina pêvajoyê ye û divê pêşî li van bê girtin. Hikûmet û dewlet destûrê nedin destwerdanên bi vî rengî. Birêz Ocalan got, ‘Ev şansê dawî ye. Em hemî hewce ne ku vê derfetê baş bikar bînin’. Birêz Ocalan diyar kir ku li şûna pevçûnan dem dema ji nû ve avakirina demokrasiyê, pêşeroja Tirkiyeyê û pêşeroja Gelê Kurd e. Mijarên ku ew bi giranî li ser diaxive ev in.

*Haya wî ji banga Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî hebû? Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gava yekem bang bihîst, çawa ev bang nirxand?

Haya wî jê tunebû ku dê bang were kirin. Dema ku em cara yekem çûn wir, wî ev yek jixwe diyar kir. Got, ‘Banga Birêz Bahçelî jî ez li benda tiştekî wiha nebûm. Bi taybetî bal kişand ser nirxa vê bangê û spasiya xwe anî ziman. Birêz Ocalan diyar kir ku “Yek bi yek serdana her partiyeke siyasî ya li parlamentoyê bikin û beşdariyê ji wan bixwazin. Ji bo min pir girîng e ku hûn ne tenê tevkariyên xwe, rexne û pêşniyarên xwe jî ji min re vegerînin ji ber ku ez ê li ser van nivîsan amade bikim”. Me bi serokên hemû partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn. Ew bi xwe jî cara ewil ji televizyonê hay ji banga Devlet Bahçelî bû.

*Ji raya giştî re tê zanîn ku Abdullah Ocalan girîngiyê dide têkoşîna azadiyê ya jinan. Di hevpeyvînan de derbarê jinan de çi got? Ma wê ji bo jinan peyamek taybetî hebû? Di vê pêvajoyê de hêviyên jinan ji çi ne?

Di dawiya hemû hevdîtinan de giranî dide ser pirsgirêkên jinan. Civîna yekem di demekê de bû ku dosyaya kuştina Narînê nêzîkî encamdanê bû. Wî got ku ew pir poşman bû. Got ku gelek cînayetên jinan hene û ew ji ber van kuştinan pir xemgîn bûye. Peyamên ku di vê civîna dawî de derbarê jinan de dayî weke peyama 8’ê Adarê anî ziman. Me van peyaman bal kişand, em amadekariyên wê dikin û ev peyama ji bo jinan wê di 8’ê Adarê de li her qadan bê xwendin. Birêz Ocalan pirsa “Meriv çawa dikare jina ku pir jê hez dike bikuje? Ez nikarim fêm bikim”. Da zanîn ku ji bo pêşî li kuştina jin û zarokan bê girtin, pêwîst e li dijî vê zîhniyetê têkoşîn bê dayîn. Birêz Ocalan diyar kir ku divê em peyama 8’ê Adarê ya ku wê ji bo jinan bibe qonax û ronesansê bi jinan re li qadan parve bikin.

* We wekî şande serdana Başûrê Kurdistanê kir. Girîngiya sereke ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser rêberên Başûrê Kurdistanê çi bû? Li gorî vê, dema ku we helwêstên rêveberên Başûr gihandin peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi got?

Me di civîna yekem de bi serokên partiyên siyasî yên li Meclîsê re trafîka hevdîtinan da destpêkirin û me hem li girtîgehan serdana Selahattîn Demîrtaş û hem jî Fîgen Yuksekdag kir. Daxwaza Birêz Ocalan bû. Bilêv kir ku platforma çareseriyê parlamento ye, “Dê nêrîn û rexneyên wan ji bo me diyarker bin”. Di hevdîtinên me de hat diyarkirin ku “Ji bo çareserî û aştiyê erka xwe pêk bînin”, dema ku me ev peyam di hevdîtina duyemîn de ji birêz Ocalan re got, ew gelekî kêfxweş bû. Got, “Tişta ku min hêvî dikir ev e, kes nikare rê li ber aştiyê bigire”. Di civîna duyemîn de jî xwest bi birêz Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî re û li Silêmaniyê jî bi zarokên birêz Talebanî Bafil û Qubat Talebanî re bicivin. Her wiha xwest em bi hevjîna Celal Talebanî Hêro Talebanî û xwişka wê Şehnaz Talebanî re jî hevdîtinê bikin. Birêz Ocalan di her firsendê de dibêje, Talebanî û Barzanî ji bo Gelê Kurd gelekî girîng in û diyar dike ku tevkariya wan a di vê pêvajoyê de girîng e. Me hemû hevdîtinan pêk anîn. Hem bi Mesûd Barzanî û hem jî bi Nêçîrvan Barzanî re me hevdîtinên gelek erênî pêk anîn. Me silav û bendewariyên Birêz Ocalan ên taybet ragihand. Me diyar kir ku Birêz Ocalan hêviya piştevaniyê ji wan dike. Di her hevdîtinên me de digotin em ê ji sedî sed piştgiriyê bidin, em bi Birêz Ocalan re ne, di vê sedsalê de çek ne çareserî ye, erdnîgariya ku demokrasî û hiqûq lê bê avakirin dê bi kêrî her kesî bi taybetî jî ji bo kurdan.

Ji ber ku Hêro Talebanî nebaş bû me nekarî serdana wî bikin, lê me bi Şehnaz Xanimê re hevdîtin kir. Ji Şehnaz Xanimê re dibêjin Şehnazan. Birêz Ocalan silavên xwe yên pir taybet ji Şehnazxan re şand. Şehnazxan jî eleqeyek mezin nîşanî heyeta me da û spasiya Birêz Ocalan kir û rêzdariya xwe ragihand. Her wiha got ku heyamek dest pê kiriye ku divê Birêz Ocalan xelatekê werbigire. Me vana ji Birêz Ocalan re ragihand. Wî her wiha got ku ew ji vê yekê pir kêfxweş e.

* Herî dawî hûn bi 7 kesan re çûn Îmraliyê, derbarê heyetê de tiştek gotin? Di heyetê de kesên ku berê hatibûn giravê û yên ku cara ewil dihatin ziyaretê hebûn. Şandeyê nirxandinek li ser pêkhateyên xwe kiriye?

Ji ber ku civîna sêyemîn civîneke vexwendinê bû, girîng bû ku heyet zêde be. Ji aliyê sazî ve Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, em weke endamên şandeyê, du hevalên parêzer ku berê parêzeriya Birêz Ocalan kiribûn û Ahmet Turk jî di civînê de amade bûn. Di hevdîtina duyemîn de Birêz Ocalan got, “Di dema bangawaziyê de pêwîste hûn bi heyeteke mezin li vir bin.” Birêz Ocalan eleqeyek mezin nîşanî Ahmet Turk da. Li ser tendirustiya Ahmet Turk axaftineke dirêj kirin. Kesekî ji me ferq nekir ku Ahmet Turk destê wî hişk girtiye û li ser rabirdûyê pirsan kiriye. Girîng bû ku heyeteke mezin di bangê de cih bigire û şahidiya dîrokê bike. Birêz Ocalan jî girîngî da vê yekê.

* We banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê ya 27’ê Sibatê parve kir û vê bangê bandorek mezin kir. Dema hûn van her sê hevdîtinan bi hev re dinirxînin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya gihiştina vê qonaxê çawa dinirxîne?

Birêz Ocalan berê amadekariyên bangawaziyê kiribû. Cara dawî ku em çûn, senaryoya bangê jixwe li ber wî bû. Paragrafeke kin heye ku bi dewletê re li hev hatiye kirin, lê ji ber ne amade bû di metna bangê de cih negirtiye û ji aliyê Sirri Sureyya Onder jî hatiye xwendin. Birêz Ocalan ew metna bangê di civîna dawî de xwend. Sirri, jî beşa ku dixwend bi devkî xwend. Eşkere ye ku dema amadekirina vê metna bangê gelek nîqaş hatin kirin. Ev metn di encama nîqaşên bi rayedarên dewletê re hatiye amadekirin. Di nivîsê de dibe ku mirov şahidiya tiştên ku dixwestin an jî lê nedihatin dîtin, lê wek ku Birêz Ocalan diyar kir, bi taybetî di wê paragrafa dawî de, mijara çarçoveya qanûnî pir girîng e. Hişyariya ku aliyên hiqûqî di pratîkê de cih digirin gelekî girîng e. Ya sereke ku em li ser disekinin ev e. Bang hat kirin û ji PKK’ê re hat gotin “Çekên xwe deynin û xwe fesih bikin”, lê em dibêjin bi gavên hevdem, bi reformên ku bên kirin, bi xêzkirina çarçoweyên hiqûqî û hiqûqî ev ê watedar be. Bi rastî birêz Ocalan jî dibêje ev yek mecbûrî ye. Li cihekî ku çarçoveyeke hiqûqî û bingeheke qanûnî tunebe ti wateya vê bangê nîne. Ev xala yekane ye ku divê em hemû niha li ser bisekinin.

* Wek ku ji daxuyaniyê hat fêmkirin, pêwîste dewlet jî gavên lezgîn bavêje. Bo nimûne; wek aliyê siyasî û yasayî, mafê hêviyê û afirandina şert û mercên rehet û azad ên xebatê. Hûn dixwazin li ser vê yekê çi bibêjin?

Ger şert û mercên fîzîkî yên Birêz Ocalan neyên guhertin, gavên berbiçav nayên avêtin. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan jî pêdivî bi tîmek heye ku pê re bixebite. Di hevdîtina dawî de jî got, “Ez bi 3 kesan re li hev dicivim, lê ev têr nake. Pêdivî ye ku şert û mercên xebata min bên başkirin”. Ji bo ku Birêz Ocalan pêş bikeve û pêvajo bi pêş ve bibe, pêwîste ekîbeke ku pê re binivîsîne û nîqaş bike, ava bike. Piştî vê amadekariyê, pêwîste birêz Ocalan bi PKK-ê re têkilî deyne û ji bo lidarxistina kongreyê nêrînên xwe bi hev re biguherînin. PKK’ê jî daxuyaniyên “Tenê Birêz Ocalan dikare kongreyê li dar bixe” da. Pêwîst e ev têkilî di zûtirîn dem de were danîn. Em nizanin dê ev têkilî çawa çêbibe, lê em difikirin ku divê rayedarên dewletê di vî warî de amadekariyên xwe bikin. Loma jî divê ev gav zû bên avêtin. Ji bo ku pêvajo bi tenduristî bimeşe ev hewce ye. Ger ev hemî di demek kurt de çêbibin, ez difikirim ku em dikarin zûtir pêşde biçin.

*Li Îmraliyê beriya bangawaziyê, di dema û piştî ku hat xwendin de we çi jiya û hîs kir?

Birêz Ocalan jî di derbarê kî/kê de wê bixwîne nêrînê xwe nîşan da. Nivîs dê bi kurdî û tirkî bihata xwendin. Got ‘bila kurdiya wê Pervîn’ bixwîne. Min jî di vê mijarê de destûr jê xwest. Min di Newroza Amedê ya sala 2013’an de nameya Birêz Ocalan bi kurdî xwend. Ji ber ku kurdiya min ne zêde baş bû, gelek rexne li min hat kirin. Min ji Birêz Ocalan re got ku ez naxwazim careke din rastî heman rexneyan bêm. Ji min re got, ‘belê, tê bîra min we gelek rexne girtibû. Gelo we kurdiya xwe pêş nexist’ Min jî got ‘belê min pêş xist lê belê ne qasî ku bangawaziyê bi kurdî bixwînim.’ Bi têgihiştinê got ‘temam.’ Dema ku me wek endamên heyetê got ‘Birêz Ahmet Turk bixwîne’, wî jî got ‘erê, gelek guncaw e. Bila Ahmet Turk bixwîne.’ Piştre jî got ‘wê demê hûn jî tirkiya wê bixwînin.’ Ji bo min kelecan, girîng û hêja ye ku ew dixwaze ez bangek dîrokî bixwînim. Hem di dema xwendina nivîsê de û hem jî piştî wê min bi heyecaneke mezin hîs kir. Tiştek ne hêsan e ku em behsa pirsgirêka kurd dikin, pirsgirêkek ku di dîrokê de li Tirkiyeyê tê jiyîn. Êşeke mezin heye, berdêl tê dayîn, belkî her yek ji me hezkiriyên xwe wenda kiriye. Ji ber vê yekê ez dibêjim bangekî dîrokî bû, ji ber ku ev projeya aştiyê bû.

Piştre min rexneya nêrî û min tu wateyek neda rexneyan. Gel bi mantiqa ‘bila şer berdewam bike, şer neqede’ difikire, lê divê em vê yekê jî ber bi çav nekin. Pêwîste di navbera şer û aştiyê de muqayese were kirin. Feydeya şerê ji kî re heye? Dema ku aştî pêk bê wê çi bibe? Ez wisa difikirim ku yên şer dixwazin û şerxwaz in, belkî xwe amade dikin ku havînê daweta zarokên xwe bikin. Ez difikirim ku ev beş jî pir baş in. Dema ku min bangek dîrokî ya ewqas girîng xwend, min her dem di hişê xwe de ev xeyal dikir; êdî mirov wê nemirin. Ji bo me tişta herî bi qîmet ev e. Di navbera salên 2011-2015’an de zarokên kesî neçûn bin erdê, dayik negiriyan. Tiştê ku me di sê salan de bi dest xist ev bû. Tirkiye ev 10 salan îsraf kir, lê niha pêvajoyeke ku dîsa dest pê kiriye heye. Êşa herdu aliyan jî heye, ez tenê behsa aliyekî nakim, ji herdu aliyan jî bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê ji niha û pê ve qet nebe canê me di bin axê de nemîne, mirov hevdu gulebaran nekin û hevdu nekujin. Ev tişta herî girîng e ku em dikarin bi dest bixin.

*Wek ku ji daxuyaniyê hat fêmkirin, pêwîste dewlet jî gavên lezgîn bavêje. Mînak; wek aliyê siyasî û hiqûqî, mafê hêviyê û afirandina şert û mercên rehet û azad ên xebatê. Hûn dixwazin li ser vê mijarê çi bibêjin?

Ez wisa difikirim ku ger samîmiyet û cesaret hebe ev pêvajo dê pêş bikeve. Helbet nayê qebûlkirin ku aliyek li hêviya tiştekî be û aliyê din tiştekî neke. Ji aliyekî ve bangawaziyek heye, agirbest hatiye îlankirin, lê eger aliyê din bêje ‘baş e, me ev qezenc kir, qediya’ helbet ev pêk nayê. Ji ber vê yekê girîng e ku ber bi hevdu gav bên avêtin. Ev bang ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû beşên civakî yên li Tirkiyeyê dijîn girîng e. Mînak Birêz Ocalan got, ‘Bang ji bo Êzidiyan ronesans e. Ji bo gelê Êzidî yê 73 komkûjî jiyan wê bibe destpêkek.’ Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû beşên civakî, mezheb û baweriyên li Tirkiyeyê dijîn metnek amade kiriye, ango her kes wê xwe tê de bibîne. Em dikarin pêvajoyê bi gavên cesaret û samîmî yên kesên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin, bavêjin tacîdar bikin. Ev mijareke ku Tirkiye wê ji Rojhilata Navîn re bibe mînak e. Dê Tirkiyeyeke ku aboriya xwe pêş xistiye, xeyalên ciwanan pêk were, zarok neyên kuştin û jin neyên kuştin bibe. Divê ev hemû bi hev re bên nirxandin. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan navê nivîsê kir “Aştî û Civaka Demokratîk”. Birêz Ocalan ji aliyê civaka demokratîk ve dixwaze platformeke ku jin, ciwan, elewî, sunî, tirk û kurdên li Tirkiyeyê dijîn li ser zemîneke hevpar bijîn, fikrên xwe bi awayekî azad bînin ziman û xeyalên pêşerojê bikin.

*Şert û mercên 3 girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girava Îmraliyê ne di çi rewşê de ne? Têkildarî şert û mercên wan de jî tu agahî hat dayîn?

Ew jî ji ber ku li Îmraliyê ne, bi salan e destûr nadin ku bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Dibe ku ger li girtîgeheke din bûna, îmkana hevdîtina bi malbatên xwe re hebûya. Ji ber ku Girtîgeha Îmraliyê girtîgeheke tecrîdê ye. Sê kesên li wir bi tu awayî nikarin bi malbat û hevalên xwe re têkiliyê deynin. Min bi taybetî pirsî, ‘Hûn dikarin malbatên xwe re hevdîtinê bikin?’ û gotin, ‘Na’. Her wiha gotin ‘Ji dema ku em hatine vir ve gelek kêm hevdîtina malbatan bû û piştre ev hatin birîn. Em nikarin bi tu awayî malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Nameyan jî nadin me’. Nameyan jî nadin wan. Lê ligel vê yekê ez dikarim bibêjim ku morelê wan sê hevalan jî gelek baş bû. Baweriyek heye, ji ber ku her tim bi Birêz Ocalan re sohbet dikin. Heman biryarî, kelecanî û morel di wan de jî hebû. Dibêjin ku ew bi vê morel û kelecanê li ser piyan disekinin. Demeke dirêje bi tu kesekê re têkilî danenîne.

*Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di civakê de bersiveke çawa wê bigire, pêşnêrînên we hene?

Birêz Ocalan difikirî ku bi hev re serdanên ku me berê kiribûn encamek erênî bi dest bixe. Em nizanin ew çi fikirî, ji ber ku em li piştî bangê neçûn. Em wisa difikirin ku belkî wî ji nêz ve şopand, li bernameyên nîqaşê yên televîzyonê temaşe kir û teqez li nûçeyan nihêrî. Ji ber ku ew bê guman deng û nîqaşên vê bangê her çend ji bo mebestên kontrolê be, ji nêz ve dişopand. Ji ber ku ew metnek e ku ne tenê li Tirkiyê, li tevahiya Rojhilata Navîn bandor dike, ger em biçin wir ew ê bi xwe vê yekê îfade bike, lê ez difikirim ku ew pir ji nêz ve dişopîne.

*Di hevdîtinên bihurî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandibû ku tecrîd didome. Di van sê hevdîtinên dawî de tecrîda li ser hatiye ferzkirin çawa nirxand?

Her tim dibêje, helbet tecrîd didome. Her wiha em dikarin bibêjin ku heta şert û mercên xebatê neguherin tecrîd didome. 3 hevdîtinên cuda bên kirin, heyetên siyasî bi taybetî Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, Birêz Ahmet Turk û parêzerên ku bi salan e hevdîtin pêk neanîn biçin Îmraliyê, gelo bi sê hevdîtinan wê tecrîd rabe? Na ranabe. Berdewamkirina tecrîdê li aliyekê, ji bo heyeta çû li wir û hevdîtinan pêk anîn jî gelekî bi qîmet e. Ji dema ku şert û merc diguherin, şert û mercên ku nivîskar, rojnamevan, akademîsyen û kesên ku li Tirkiyeyê alîgirê aştiyê ne, werin û ji bilî hevkarên wî bi wî re biaxivin, wê tevkariyê li vê pêvajoyê bikin. Hêviyek wî jî heye. Helbet divê ev pêk bên. Ger ev yek pêk were dê pêvajo ber bi serkeftinê ve biçe û gav bên avêtin. Ev hemû bendewarî ne û pêwîste bi cîh bên.

*Di dawiyê de, tiştek heye ku hûn lê zêde bikin?

Ji bo paşeroja Tirkiyeyê gavên ku bên avêtin girîng in. Her gav, ji çarçoveya qanûnî bigire heta reform û pakêtan, wê di civaka Tirkiyeyê de bibe sedema tiştekî erênî. Divê bi lez gav bên avêtin. Em di nava hewldanekê de ne, divê ev hewldan vala neçe. Ez bawer nakim ku Tirkiye ji nû ve wenda bike û vê derfetê ji dest bide. Werin em hemû li ser vê firsenda dawî bisekinin. Tirk, kurd, jin, ciwan, bila her kes banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hembêz bike. Bi vê parastinê em pêşeroja xwe rizgar dikin. Li ku derê mîtînga 8’ê Adarê hebe, wê nivîsa ku Birêz Ocalan ji jinan re şandiye li wir bê xwendin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar