Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...

Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...
Perşembe - 6 Mart 2025

Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...

Erk û berpirsyariyên demê

Dengvedana banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin dewam dike. Ev banga dîrokî ne tenê li Kurdistanê li...

Gerîlyên HPG’ê: Divê mirov destpêkê şoreşa jinê ava bike

Gerîlayên HPG'ê 8’ê Adarê weke meha azadiya jinê pênase kirin û gotin: “Eger jin ji bindestiyê rizgar nebe wê civak jî her bindest be. Wê ti carî azad nebe. Divê mirov destpêkê şoreşa jinê ava bike. Jin civakê li derdora xwe kom dike û bi rê ve dibe. Jin civakbûnê ava dike."

Gerîlayên HPG’ê bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nêrînên xwe yên li ser têkoşîna azadiyê ya jinê parve kirin. Mazlûm Çiyager bal kişand ser wate û girîngiya 8’ê Adarê û got, “Pergalê wisa li jinê kiriye ku her bindest bimîne, jinê kiriye kole. Rêbertî jî dibêje, heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Dîsa eger jin ji bindestiyê rizgar nebe wê civak jî her bindest be. Wê ti carî azad nebe. Divê mirov destpêkê şoreşa jinê ava bike. Divê jin serbixwe û azad be. Jin pêwîst e xwe bi xwe bi rê ve bibe. Desthilatdarî û serdestiya li ser xwe divê qebûl neke.”

Ji bo erka ku dikeve ser milê gerîlayên xort jî ev nirxandin kir; “Erka ku dikeve ser milê me jî ew e ku em jî ji bo azadiya jinê tevdigerin. Di têkoşîna me de jî weke hevalên xort çi dikeve ser milê em ê bikin. Em ê jî bikevin binê bar. Em ê jî wê têkoşînê bimeşînin. Erk û mîsyonek dikeve ser milê hevalên xort jî. Divê tenê di milê jinê de sînordar nemîne. Ev têkoşîn tekoşîna me hemûyan e, têkoşîneke yek alî nîne.”

Têkildarî jinûve avakirina kesayetiyê Mazlûm Çiyager bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û got, “Ji bo em xwe ji taybetmendiyên pergalê rizgar bikin divê em xwe perwerde bikin û xwe ji nû ve ava bikin. Divê di milê zîhniyetê de em xwe temam bikin. Ev hemû bi perwerdeyê dibe. Di nav têkoşîna me de jî ev wisa tê meşandin. Hem hevalên jin, hem jî hevalên xort li ser vî esasî xwe perwerde dikin. Di perwerdeya me de em li ser esasê ku em ê çawa xwe ji serdestiyê û ji koledariyê rizgar bikin tevdigerin.”

Gerîla Mazlûm Çiyager herî dawî ji bo pênaseya jinê got, “Em li ser rêgeza hevrêtiyê bi hev re ne. Em ji hev re nêzîkatiyên serdest û koledar qebûl nakin. Ji her milî ve em wekhev tevdigerin. Jin civakê li derdora xwe kom dike û bi rê ve dibe. Jin civakbûnê ava dike.”

Gerîla Kûrtay Dêrazor jî fikir û hestên xwe yên di derbarê 8’ê Adarê de parve kir û 8’ê Adarê weke meha azadiya jinê pênase kir. Kûrtay Dêrazor got, “Çima 8’ê adarê çêbû? Em di nav rêxistinê de ketin ferqa girîngiya 8’ê Adarê. Di nav civakê de jin kole bû, lê di kesayeta heval Zîlan û Sakîne de di nav rêxistinê de têkoşîna azadiyê dide meşandin. Di navbera hevalên xort û jin de cudahî nîne. Wekhevî esas e. Em hemû li ser fikrê Rêber Apo yê azad dijîn û kar dikin.”

Gerîla Kûrtay Dêrazor axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin di nav civakê de ne xwediyê nirxên moralê bû, timî li tundiyê rast dihat. Jin her tim di nav malê de, di nav sînorên mitfaqê de hatiye hiştin. Lê di nav rêxistinê de jin hem şer dike hem jî xwe azad dike. Ji ber ku dizane dema jin azad bû wê civak jî azad bibe. Em jî wek hevalên xort bi ruhê hevaltiyê nêzî hevalên jin dibin. Yê ku fikra azadiya jinê ava kiriye Rêber Apo bû. Rêber Apo jî ev fikir da jinê. Jin jî, zilam jî hebûna xwe di nav vê rêxistinê de dibîne. Divê em li ser esasê fikrên Rêber Apo zîhniyeta xwe azad bikin. Divê jin jî li ser esasê azadiyê têkoşîna xwe dewam bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar