Rêgeza min a bingehîn bi we re jiyaneke efsûnî ye!

Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî,...

Mafê hêviyê ferz e

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024'an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de...

Pazartesi - 10 Mart 2025

Dokumentera ‘VEJÎNA KURD’ di demeke nêzîk de wê bê weşandin

Rêze-dukumantara VEJÎNA KURD a dîroka PKK’ê vedibêje di demeke nêzîk de wê li ser ekranên Stêrk TV û Medya Haber TV be.

Komuna Dokumanter a Şehîd Gulistan TARA ku berî bi demeke kin damezrandina xwe ragihand, fragmana pêşî ya rêze-dukumantarê bi navê “Ji qirkirinê ber bi jiyana azad ve-VEJÎNA KURD” weşand.

Rêze-dukumantera “VEJÎNA KURD” 8 salan bi komên xebatê yên li her çar beşên Kurdistanê û li derveyî welêt di encama xebateke dirêj û meşaqet de ji bo weşanê hat amadekirin. Dokumanter ji hevpeyvîna bi hezaran mirovî ku li pêvajoyên dîrokî şahidî kirine, û li derdora 400 roportajan tevî gelek belgeyên nivîskî û dîmenî, pêk tê. Her wiha xebateke muzîkê ya berfireh a bi orkestrayeke taybet a di 50 saliya PKK’ê de heye.

Ji arşîvên PKK’ê têra xwe sûd hatiye girtin û loma wê raya giştî gelek belge û agahiyan cara pêşî di vê xebatê de bibîne. Dukumanter ji 90 beşî pêk tê û wê di her beşî de bûyer an jî beşekî dîroka PKK’ê hebe. Cara pêşî wê weke du versiyonan bi Kurdî û Tirkî were weşandin û paşê wê ji bo gelek zimanên din were wergerandin. Kurdiya wê li ser ekranên Stêrk TV, Tirkiya wê jî wê li ser ekranên Medya Haber TV bê weşandin. Temaşevan wê karibin dukumantera “VEJÎNA KURD” li ser hesabê youtubê yê Komuna Dokumanter a Şehîd Gulîstan TARA jî temaşe bikin.

Dokumanter wê sê sezon be. Sezona yekê, wê ji rojbûna Rêber APO dest pê bike û heta bi pêngava 15’ê Tebaxa sala 1984’an dewam bike. Sezona diduyan jî wê ji 84’an heta bi komploya Sibata 1999’an be. Sezona sisiyan jî wê ji komploya navneteweyî heta bi Mutabaqata Dolmabaxçeyê ya sala 2015’an hûr bikole.

Dukumanter bi serdemên zor û zehmet ên gelê Kurd, pêvajoyên bi êş û azar, ferman û qonaxên giran ên qirkirinê dadikeve, di heman demê de dema Şoreşa Vejînê ya PKK’ê derxistiye holê û di vê pêvajoyê de guhertin û veguherîna eskerî û siyasî yên li Rojhilata Navîn û cîhanê derketine holê dibîne.

Dokumanter bala xwe û fokusa xwe dide ser têkoşîna nîvsedsalekî ya gelê Kurd û bi belgeyan destketiyên têkoşînê li pêş çavan radixîne; nîşan dide ku pêvajo çiqasî bi zor û dijwar derbas bûye û dema ku bi delîl û şahidan vê nîşan dide, di heman demê de bandora van li ser hevsengiyên herêmê û navneteweyî analîz dike. Herweha dukumanter wexta ku pêvajoyên dîrokî analîz dike, gav bi gav Rêber APO dişopîne û hema bêje; “belgekariyeke Rêber APO” kiriye.

Rêze-dukumantera VEJÎNA KURD, bi belge, agahî û şahidên ku di nava xwe de hewandine, ji bo dîroka nêz, hem di warê devkî û hem jî di warê dîmenî de ji gelek dorberan re referans û çavkaniyeke dîrokî ya bêhempa ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar