Kurd xwe bi agirê Newrozê nû dikin

Newroz wateya rojeke nû, jiyaneke nû û destpêkeke nû ye. Destpêka guhertin û veguhertinê ye. Kurd her sal xwe bi agirê Newrozê nû dikin...

Rêgeza min a bingehîn bi we re jiyaneke efsûnî ye!

Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî,...

Kurd xwe bi agirê Newrozê nû dikin

Newroz wateya rojeke nû, jiyaneke nû û destpêkeke nû ye. Destpêka guhertin û veguhertinê ye. Kurd her sal xwe bi agirê Newrozê nû dikin...

Rêgeza min a bingehîn bi we re jiyaneke efsûnî ye!

Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî,...
Perşembe - 13 Mart 2025

Kurd xwe bi agirê Newrozê nû dikin

Newroz wateya rojeke nû, jiyaneke nû û destpêkeke nû ye. Destpêka guhertin û veguhertinê ye. Kurd her sal xwe bi agirê Newrozê nû dikin...

Rêgeza min a bingehîn bi we re jiyaneke efsûnî ye!

Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî,...

Peyman destpêke ne encam e

19’ê Tîrmeha 2012’an… Wê rojê di serî de Kurdistan û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê bi xwe re guhertinên mezin û dîrokî anîn. Pêşî li Kobanê… Paşê bi dorê li Efrîn, Qamişlo, Amûdê, Dêrik, Hesekê tevahî bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê bi reng û dengê serdemeke nû xemilîn. Ev yek veguherî şoreşekê, ku dê weke Şoreşa Rojava bihata binavkirin. 14 sal di ser wê rojê re derbas bûn.

Rejîma Sûrî, di serî de El Nusra, komên çete yên bi navên cûda bi ferman û fînansekirina dewleta Tirk a dagirker êrişên mezin kirin. Lê nekarîn ti encamê bi dest bixin. 21’ê Çileya 2014’an vê gava dîrokî encama xwe nîşan da. Li Herêmên Cizîr, Kobanê û Efrînê gel rêveberiyên xweser ragihandin. Wê salê çeteyên DAIŞ’ê yên cebilxaneya artêşên Iraq û Sûrî bi dest xistibûn û bi piştevaniya dewleta Tirk a dagirker, li dijî herêmê dest bi êrişên giran kirin.

Şoreş bi ruh û seferberiya xwe li ber êrişan rabû, di serî de li Kobanê li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûrî berxwedaneke mezin hat kirin. Ruhê Şoreşê xwe li sînoran jî xist û bi şerê herêma Ceza û Şengalê, bi sedhezaran Êzîdî ji qirkirinê rizgar kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD weke hêza xeta 3. derket pêş û her roj mezintir bû. Meclîsa Sûriya Demokratîk-MSD jî 2015’an bi damezrandina xwe hedefa şoreşa 19’ê Tîrmehê mezintir kir.

Di nava salan de bi armanca parastina gel û herêmê bedelên pir mezin hatin dayîn. Li Rojavayê Kurdistanê ji 7 salî heya 70 salî herkes xwedî li şoreşê derket û ji bo destkeftiyê vê şoreşa dîrokî biparêzin ketin nava berxwedanê. Ev ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû pêkhateyên herêmê mijarek dîrokî bû. Cara ewil civaka herêmê bi nasnamaya xwe ya çandî, netewî, bawerî û civakî xwedî li hebûna xwe derdiket. Ev di çarçoveya şoreşa rojava de ji bo yekîtî û yekgirtina civakê xwedî girîngiyek mezin bû. Civaka li himberî her cûre êriş, qirkirin, dagirkerî, kuştin, revandin, û êrişan bi baweriyek mezin xwedî li nirxên Şoreşa Rojava derket.

Di 8’ê kanûna sala 2024’an de bi hilweşandina rejîma Baas re, ne tenê li Şamê li tevahiya Sûriyeyê pêvajoyek nû dest pê kir. Ev pêvajo ji bo Sûriye li ser bingehên xwe yên rasteqîn were avakirin bû derfetek. Di pêvajoya avakirina Sûriyeya nû de jî herêma herî amada û bi rêxistinkirî, harêma Bakur û Rohilatê Sûriyeyê bû. Di vê çarçoveyê de erk û berpirsyariyên mezin diketin ser milê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rohilatê Sûrî û hêzên wê yên parastinê.

Tevî hemû gefên leşkerî û siyasî dewlata Tirk ên li ser herêmê Rêveberiya Xweser ji sekin û têkoşîna xwe ya mafdar tawîz neda. Di van çand mehên dawî de bi armanca îradeya siyasî, leşkerî û civakî ya pêkhateyên herêmê bişkînin dewleta Tirk gelek caran êrişên dijwar jî pêk anîn. Lê tevî van hamuyan jî xelkê herêmê bi Şerê Gelê Şoreşgerî xwedî li nirxên hatine avakirin derket û serî li ber van êrişan ne tewand.

Bi taybet dewleta Tirk a dagirker ji bo Rêveberiya Xweser ji aliyê deshilata nû ya Şamê ve muhatap neyê girtin çi ji dest hat kir. Tevî van hemû êriş û siyasta qirêj jî beriya çend rojan di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî û Serokê Heyet Tehrîr El Şam Ehmed El-Şaraa ku weke serokê desthilata demkî ya Sûriyeyê hatibû ragihandin de peymanek ji 8 xalan hat îmzekirin. Ev peyman ji gelek aliyan ve xwedî girîngiyek mezin e. Ev peyman erêkirina deskeftiyên Şoreşa Rojava ye.

Bêguman di vê dema hestiyar û girîn de, bi vê peymanê re Şoreşa Rojava bihêztir bûye, li gel vê him li hundir û him jî li derve di her alî de hevparên vê dewletê ne. Ev peyman di haman demê de ji bo avakirinek Suriyek Demokratîk ku mafên hemû pekhate, jin û civakê di nava xwe de dihewîne jî xwedî girîngiyek mezin e. Rêveberiya Xweser bi tecrûbeyên xwe yê bi salan dikare di avakirina Suriyeya nû de bibe xwedî rol.

Li hevkirina di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêmên Bakur û Rohilatê Sûrî û Rêveberiya Şamê de li hevkirinek di navbera aliyên Suriyeyiyan de ye. Ji ber vê yekê her xala ku di peymanê de hatiye destnîşankirin hemû pekhatiyên Suriyeyê digre nava xwe. Li gel vê sazî û rêxistinên girêdayî hikumeta Şamê û Rêveberiya xweser jî xwe di ber vê peyamê de berpirsyar dibînin. Ji bo bi cîhanîna vê peymanê û xalên hatine destnîşankirin jî wê Komîteyên Rêveber herî dereng heta dawiya salê xebatên xwe bidomînin. Bi destnîşankirina xalên jêrîn wê ev peymana ku hatiye îmzekirin di warê naverok de hîn bêhtir were dewlemenkirin.

Belê di peymana ku hatiye îmzekirin ji metneke li hevkirinê wêdetir, em dikarin bêjin serketina Şoreşa Rojava ye. Li gel vê serketina xelkê herêmê ye. Diyare ev peyman aşkere dike ku tevî hemû siyaseta êrîş û înkarê jî Rêveberiya Xweser û saziyên girêdayî wê bi piştevaniya gelê herêmê di têkoşîna xwe ya mafdar de bi ser ketiye.

Ji vî aliyî ve peymana ku hatiye îmzekirin xwedî girîngiyek mezin e. Lê divê neyê ji bîrkirin ku têkoşîn bi dawî nebûye. Di vê pêvajoya girîng ya derbasbûyîna de erk û berpirsyariyên dikevin ser milê her ferdê civakê jî hene. Yek ji wan erkan jî piştevaniya ji bo Rêveberiya Xweser û saziyên wê ne. Çawa ku gelê herêmê bi têkoşînek hevber mafê xwe di warê yasayî û siyasî de bi dest xist, divê ji niha û şûn ve jî ev têkoşîn bê navber bidome.

Nûçeyên Têkildar