Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Cumartesi - 19 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Dengê xwe tevlî dengê bi milyonan bike

Em bi coş û kelecaneke mezinn Newroza 2025 pêşwazî dikin. Germahiya agirê Newrozê hêst û heviyên me germ dike geş dike. Li seranserî Kurdistanê gelê Kurd û dostên wan ji niha ve di nava kelecana pêşwazîkina Newrozê de ne. Wisa diyare ku bi banga Rêber Abdullah Ocalan ya Aşti û Civaka Demokratîk re wê Newroza îsal ji ya sala 2013’an xurttir û geşdir derbas bibe.

Li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat em dibînin ku gel li dora agirê Newroza ”Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” kom dibe. Li himberî vê kelecana Newrozê û xwedî derketina gel ya li vê cejna kevnar ne hewce ye ku zêde şîrove jî were kirin. Ji ber ku Newroz rastiya herî mezin e. Newrozê bi xwe her tiştî rave, îzah dike.

Newroz ku nîşaneya berxwedana li dijî Dehaq ê zalim û jinûve hebûnê ye, ji dîrokê heta roja me ya îro di pêşxistina hişmendî û têkoşîna azadiyê ya gelan de roleke mezin lîstiye. Ji ber vê yekê ye ku Newroz bi hezaran salan ji aliyê gelên qedîm ên Mezopotamyê weke cejna azadî û serkeftinê tê pîrozkirin.

Bi hezaran sal in gel li dijî zilmê, zextên serdestan bi ruhê Newrozê li ber xwe didin, bi Newrozê jiyanê ji nû ve diafirînin. Ji ber vê yekê gelê herî zêde Newrozê weke roja vejînê dibîne û ji dil hîs dike, pîroz dike gelê Kurd e. Newroz di vê serdemê de jî bi heman wateyê ji aliyê gelan ve bi coşeke mezin, bi hesret û kêfxweşiyê tê pêşwazîkirin.

Bêguman di afirandina Newrozê û gihandina wê ya vê serdemê de têkoşîna gelan herdem diyarker bûye. Gelê ku bi agirê Newrozê ronî bûye li himberî her cûre êrişan ji xeta xwe ya têkoşînê tawîz ne daye. Lewma di roja me ya îro de bi pêşengiya Kawayên Hemdem de Newroz bi wate bûye. Agirê Newrozê yê ku ji bo gelan bûye meşaleya azadiyê, îro çar aliyê Kurdistanê ronî dike. Gel xwe li vê ronahiyê digre û bi tîna agirê azadiyê mezin, geş dibe, pêş dikeve.

Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re cejna Newrozê ku ji aliyê dagirkeran ve hatibû qedexekirin, ji naveroka wê dur hatibû xisitn û înkarkirin ji nû ve li gorî wateya xwe ya dîrokî tê pêşwazîkirin û pîrozkirin. Rêber Apo gelê Kurd weke gelê Newroz pênase dike. Ji ber wê jî Newroz di dîroka me ya hemdem de û hem jî di dîroka kevnar de rolek girîng lîstiye. Çawa ku di dîroka kevnar de, îro jî gelê Kurd hebûna xwe di Newrozê de dîtiye û bi Newrozê re xwe ji nû ve afirandiye.

Bêgûman mirov nikare coş û kelecana di Newroza îsal de tê derdikeve holê, ji banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk cûda bigre dest. Bi vê banga dîrokî re li çar aliyên Kudistanê qadên Newrozê bi rengê Kes û Sor û Zer ango bi rengê vejîna gelê Kurd ve hatin xemilandin. Tililiyên dayikan, dirûşmeyên ciwanan û govenda li dora agirê azadiyê kelecana heyî mezintir, geştir kir.

Rêber Apo ku ev zêdetirî 50 sal in pêşengiya meşa mezin a azadiyê ya gelê Kurd dike, bi banga xwe ya dîrokî hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo tevahiya gelê herêmê hêviyek nû da avakirin. Gel li qadê Newrozê bi qasî ku li vê peyamê xwedî derdikevin her ewqas jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo diqîrin. Gelê Kurd êdî dixwaze pergala Îmraliyê ji holê rabe û Rêber Apo di zûtirîn demê de azad bibe. Newroza 2025’an bi vê daxwaza bi biryar a gelê Kurd pêş dikeve.

Divê were zanîn ku biryardariya gel a li qadên Newrozê peyama piştgiriya bi banga Rêber Apo re ye. Gelê Kurd carekedin eşkere kir ku ew dilsozê Rêberê xwe ye. Lê piştevaniya banga Rêber Apo ne erka Kurdan tenê ye. Divê her kesê demokrasî, azadî û wekheviyê dixwaze li dora vê daxwaza gelê Kurd kom bibe.

Ji ber vê yekê pîrozbahiya Newroza Amedê pir girîng e. Çawa ku di sala 2013’an de ne tenê gelê Kurd hemû azadîxwaz, çepgir, sosyalîst û hêzên demokrasiyê bi xurtî beşdarî Newrozê bûn û peyama Rêber Apo li qadê silav kirin, divê bi heman kelecan û dilsoziyê îsal jî bi hîn xuttir gel biherike qada Newrozê. Ez di wê baweriyê deme ku peyama ji qada Newroza Amedê derkeve wê nexşe rêya têkoşîna azadiyê ya serdeam pêş diyar bike.

Lewma divê ne tenê gelê Kurd. wê çavê neyarên gelan jî li qada Newroza Amedê be. Lewma herkesê ku derfeta wî/ê hebe divê bi xurtî dengê xwe tevlî dengê bi milyonan bike û li himberî siyaseta înkar, îmha û qirkirinê helwesta xwe eşkere bike.

Nûçeyên Têkildar